Abdullah Gul û Abdullah Ocalan

Li çi digerin, bi çi dilîzin ne kifşe ye. Lê ev heye ku Pêşiyan gotine: „Gur li rojekî bi dûman digere.“ Hem jî gotine ku „Sîlah namûs e, namûs jî nayê dayîn.“

Eger herdu Apo, liser Uniter Dewlet û Ulusal Cumhuriyeta genî û tenî, bihev bikin û lihev werin, ew ji Gelê Kurd ra asîmîle û felaket e, ji Tirkan ra jî, pîlan û xizmet e; ji Kurdan ra xusran e, ji Tirkan ra zafer û pîlan e. Bi kurtî Lozan e!.. Pîlana xilaskirina hebûna Kurdan e. Aşîtî nine belkî şaşîtî ye, ku Bediuzzeman Seîdê Kurdî jî wiha gotiye: „Xwedê meriv şaş neke, eger şaş kir fahş neke, eger fahş kir jî kaş neke……!“

Yanê bi kurtî: Armanca Tirkan, ne naskirina Gelê Kurd û Kurdistanê ye. Eger armanc ew ba, dê Kurda bi Kurdîtî, Kurdistanê jî bi Kurdistanîtî (ne bi Doxû û Guney Doxu) di Zagona xwe ya bingehê de bicîh bikirina. Lê bi tu awayî evê qebûl nakin û nêzîk jî naçin. Armanca wan îmha û asîmîlekirina bi pîlan e. Yanê: Lozaneka nû ye û hew…..!

Dîsan jî Pêşiyan gotine: „Gur aş nabe, şaş dibe, direve, radibe û dikeve û kaş dibe, lê dîsan dî cîhek din ra bi pîlanek din dertê meydanê….!

Eger xonê Ergenekonê bi tevahî eşkere û kifşe bibin, dê ev pîlana nû ya Lozanê baştir û qenctir bête zanîn û derê meydanê….

Abdurrahman Durre
05.0.2009-06-05

Social

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.