Veser a Rêzimana Kurdî ya Kurmancî

Ji lêkeran ên ku ji aliyê raderê ve rolên bingehîn radikin, piraniya
wan di lîsteya jêrîn de hat rêzandin.

Ji bo lêkerên hevedudanî/pêkhatî hin mînak hatin hilbijartin. Ji ber
ku ew bigiştî li gorî raderên bingehîn pêk hatine. Wekî ku di mijarên
xwe de jî hatibûn vegotin, ji aliyê kêşanê ve guhartin di raderan de
çêdibin.

Bêyî mînakên taybet, hemû lêkerên ku bi (-andin)’ê diqedin jî di vê
lîsteyê de bi şêweyê raderîn nehatin nimandin.

Ji hin lêkerên negerguhêz û ji yên gerguhêz, bi paşgira (-andin)’ê
lêkerên nû yên gerguhêz tên dariştin. Bidestxistina rayekên wan ên
dema borî û dema niha hêsan in.

Hin lêkerên ku rayekên wan ên dema borî paşgira (-ya)’yê digirin,
ew li vir nehatin nîşankirin. Ji ber ku her ku diçe ziman xwe nûjen
dike û dibe ku pêşerojê de di wan lêkeran de bikaranîna paşgira
(-ya)’yê dê hîntir kêm bibe. Der barê vê xalê de şîrovakirina min :
Ev bikaranîn, bi giranî ya zimanê gelêrî ye û kirpandina rayekê
dişidîne.

Di vebijartina lêkeran de, ferhanga Kurdî-Tirkî ya çapa duyem a
Zana Farqînî sereke hat dîtîn.

Ev lîste li gorî rader, rayeka dema borî û ya dema niha, gerguhêzî
û negerguhêziya lêkeran hat amadekirin.

Social

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.