Vedîtina Mezintirîn Gerstêrk Di Menzûmeyeke Cotstêrkî Da

Vedîtina Mezintirîn Gerstêrk Di Menzûmeyeke Cotstêrkî Da

Eger hûn li Şekla Felekîya Teyredeyan yan heman Sûreta Felekîya Makîyan (Constellation of poultry) baş binêrin hûnê li mezintirîn gerstêrka keşfbûyî ya ku li dora du stêrkan da digere, rast werin. Helbet ronahîya vê gerstêrka ecêb pir pir kêm e loma jî bi çavê merivan naye dîtin.
Ev gerstêrk wekî gerstêrka Tatooine ya ku di fîlma Şerê Stêrkan da hatîye nîşandan e û du Tavên wê jî hene. William Welzê stêrknas ji zanîngeha eyaleta San Diego di meqaleyek xwe da wiha dibêje: Dîtina gerstêrkên ku li dora du stêrkan digerin pir pir ji dîtina yên ku tenê li dora stêrkekê digerin dijwartir e. Dema geryana Gerstêrkên cotstêrkî, ya li dora Tavên wan, rêkopêk û tekûz nîne û di dema zivirîna xwe da jî, hereketên cihê û kûr di vedora xwe da, pêktînin.
Yekem car Lawrence Livermore, stêrknasê SETİ bû ku bi vê meselê hesya lê hingî jibo şirovekirina çawanîya gera han ya li dora du stêrkan ra, qe ne çend sal pêwîst bûn. Lêmêzekirina hin ji stêrnasên amator yên li KELTê(The Kilodegree Extremely Little Telescope) jî bû sebeba vedîtina gerstêrka KEPLER 1646b. Gerstêrka han di fasileya 3700 sala ronahî ji me da ye û temênê wê herî zêde 4.4 milyar sal e, temenê wê dişibe ya Goga Erdê lê bariste û mezinahîya wê dişibe ya Muşterîyê(Jupiter). Herd stêrkên wê jî dişibin Tavê, yek hinek jê mezintir e û ya din jî hin jê biçûktir e.

Dema Zivirîna gerstêrka navbirî ya li dora vedorên herd stêrkên wê, 1107 rojan e ku zêdetir e ji 3 salan. Ev dema zivirînê, zêdetirîn dema geryana gerstêrkeke derveyî menzûmeya Şemsî ya li dora Tavên xwe ye. Cihê ku ew lê ye, ciheke wisa ye ku jîyan dikare li wûr hebe lêbelê jiber ku gerstêrka gelek terikî, yanê KEPLER 1647b, ji gaze çêbûye, ew bixwe nikare bibe cihek wisa ku jîyan lê hebe lê ev gerstêrk xwedîyê çend heyvên mezin in ku jibo jîyanê pir pir cihên misayîd in.
Hêjayê gotinê ye ku temenê Kakêşana Rîya Kadizê, 13.21 Milyar sal e.
Jêder: dailygalaxy
bigbangpage.com
http://exoplanet.eu/catalog/kepler-1646_b/
Wergêr: Edo Makûyî

Social

Çîrok

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…

Helbest

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…