Piyêsa Şanoya Reva Jinê ya Wezîrê Nadirî, Tîpguhêzî ji Edo Makuyî

REVA JİNÊ
WEZÎRÊ NADIR
Têmûrê Xelîl Mûradov
2-oy pereulok Fûcîka
Dom 7,kv.6
ÊRÊVAN-375078-USSR
Tel.35.10.20(mal)-52.97.41(kar)
REVA JINÊ
Pyêse, bona tatronê kurmanca ji çar perda
432-72
Neşra hukumetê-Sêksîya Kitêbê Kurmanca
REWAN 1935
2011/8/1
1390/5/10
Rêdaktortî kirin : Casimê Celîl, Hecîyê Cindî, Cerdoyê Gênco.
Rêdaktorê têxnîkî : G.Zênyan
Temiz kir Wezîrê Nadir
Tîpguhêzî ji Edo Makuyî
Neşr N :297 tîraj 1000 tembe N :366 Wek.gl.N,Ş-19
Neşirxana hukumetê
XEBERA PÊŞÎN
Min ji bona lîstika tatronê kurmanca ev piyêsa nivîsî.Pîyêsa hatiye hildanê ji emrê qaydê jinrevandina miletê kurmanca.Bi sipartina sêksîya kitêbê kurmanca nav çar perda da hatiye cîkirin ;piçûktî dayîna qîza, revandina- jina, kuştin, standina xûna, qelen girtin û yê mayîn.Helbet ku ev pîyêsa bê kêmasî nîne, wextê xwendinê, her hevalekî xwendkar û zane, wê derheq vê pîyêsêda fikra xwe êyan ke û kêmasîya bêje.lê min dikaribû emrê qaydê reva jinê diha rind û zêde nîşan bida ku her tişt vekirî bianîya ber çeva ;lê hema li piyêsa min êpêce çetinayî disekinîn, wekî min ji dest wan nikaribû fikra xwe temam binvîsîya : Alîkî tunebûna kadrê kurmancaye tatronada lîstî(artîst) alyê dinê, nav gundê kurmancada çetin dest anîna kelmela têxnîka cûrê malê û hacetê destê lîstîya ku pê bilîzin.
Wezîrê Nadir
YÊ KU WÊ BILÎZIN
1.Dewrêş : 40 salî, gundiyê Werimî.
2.Dîlber : 35 salî, jina Dewrêş.
3.Efendî : 14 salî, kurê Dewrêş.
4.Fetî : 28 salî, kesîbî invalid(topal)
5-Aznîf:- 20 salî, xûşka Fetî
6.Iskender aqa : 45 salî, kûlakê dengbirî, aqê gund.
7.Sulêman : 25 salî, kesîb, kurapê Nadir.
8.Nadir:23 salî, kesîbê êtîm mezinbûyî.
9.Şêx: 50 salî, şêxê gund dengbirî.
10.Rostem: Firqevan, katibê uzeka komsomol.
11.Mîlîtse: Mîlîtsê Nehîyê.
12.Çevreş: xûşka Nadir
Jina Fetî û govendvanî dikarin ji van
Fetî:- Herçi heyî jî we min, hê hûnê qîzê bi çi xweyî kin?
Dîlber:- Ewê jî em dizanin…
Fetî:- (dikene) qelenê me gelleke, ezê gellekî bistînim.(bi tiliya dijmire) 50 pezî, gak, hespekê, 5 xelata seva keçikê, kemberek û paltokî jî seva min, hûn dikarin bidin?
Dîlber:- ( dikene) qelen wêrrê here canim, tu kêr, em penîr, em sivê bên? Tu wê bibêje.
Fetî:- Erê, herkê dikarin, keremkin, qîzê were vî nanî zêdeke.(Dîlber) diçe, Fetî kêrê û hesin tîne, wekî tûjke pê serrûyê xwe kurke, kêrê hesan dike, texte datîne, neynikê dispêrê, rûyê xwe(kurke) şildike, destpê dike wekî rûyê xwe kurke, derî vedive, Iskender aqa, Dewrêş û Dîlber dikevin hundur, Fetî radive ser pêya.
Fetî:- Keçê wan dera bide hev, kulava dayne,(berê xwe wanda dike) keremkin, (Aznîf gêzîyê hildide nav malê berev dike, kulava datîne).
ÎSKENDER Aqa:- (dikene) selamu eleykum hûn mêvana xweyî dikin?
Fetî:- Eleykume selam, mêvanê nola we ser seran, ser çevan, mal pêşkêşî we ye,(Dîlber diçe rûyê Aznîfê û rûdinên.Îskender aqa kîskê titûnê derdixe, hemû jê dipêçin).
Îskender Aqa:- Fetî, lawo, qe navêjî gellî mêvana hûn bi çi hatine, hûnê bi çi herin?
Fetî:- Berî ewil mala we ye,îzna min tunne:lê ya duda qaydê me kurmancaye, ne? Piştî nan xarinê dipirsin, şanê cibleta maqûla usane.
Dewrêş :- Raste- raste- raste, eferîm(dikenin).
Îskender Aqa :- Nan hemîn ku wê heve,tu xweş bî, lê lazime em xeberdin : em seva xûşkinga te hatine, wekî bidî kurê Dewrêşî Efendî.
Fetî :- Qîz qurbana we be, lê gerekê em zanibin çika fikra gede jî zewacê heye, yanê na ? Şanê cibleta maqûla jî ewe, ne ?

Dewrêş :- De gede parî zare, ew çî ye, xwestina wî çi be, xu em seva xwestina wî naxazin.Wê mezin bive, xwe bixaze hela ku Dîlbere tenê ye, seva ber desta bixebite.
ÎSKENDER AQA :- (dikene) wekî em ya kur- qîza binhêrin, dive ku qe şuxul neyê sêrî, şuxulê xwe binhêrin canim.
Dîlber :- Raste- raste- raste, ya her duyabe, her du jî naxazin, Efendî jî bihîstibû, digiriya, nediçû ber berxa, digot- Ezê herme xwendinê, nazewicim, hûn ya xwe bikin !...
Fetî :- (gazî dike), keçê nanî bîne, xwe em Îskender aqa vala şûnda nazvirînin çend qîz bûka jî bîne, bera govend bigrin, Îskender aqa hatîye, ne ?( berê xwe alyê Îskender aqa da dike) de şanê cibleta maqûla jî ewe, ne ?

Hemû: -wey eferîm, raste- raste- raste(pesnê Fetî didan)

Social

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.