Nameya Kurekî 9 Salî ji NASA'yê ra

Nameya Kurekî 9 salî ji NASA’yê ra
NASA’yê hêja,
Navê min Jack Davis e û ez daxwaza karek bi navê, Efserê Parêzerê Gerstêrê, dikim. Dibe ku ez 9 salî û zarok bim lê bi ya min, ez ji bo vî karî, kesek guncav û baş im.
Sedema ku ez jê ra guncav im jî ev e ku xwîşka min, min ra dibêje: Tu Guhbelî(Bîyanî yan candarên Fezayî), ya din jî ew e ku min giş filîmên ku li ser Guhbelan hatîye çêkirin, dîtine.
Min rêzefîlma, Numayendeyên Mertalan, jî dîtine û hêvîdarim ku filîma Mêr Di Tarîtîyê Da, jî bibînim.
Ez hê zarok im û dema min heye ku gelek tişt li ser Guhbelan hîn bibim.
Jack Davis
(Parêzvanê Kakêşanê)

Hêjayê gotinê ye ku heqdestê Efserê Parêzerê Gerstêrkê, derdora 124,406 heya 187,000 Dolar di salekê da ye.
NASA dibêje ku ev wezîfe û erka girîng di sala 1960’an da hatîye danîn û di dema xwe da bûye sedema kelecana giş şopînerên bûyerên fezayî.
Divê bê gotin ku wezîfeya Efserê Parêzerê Gerstêrkê, pilandanîn û hevahengîkirina xebatên pêwîst û girêdayî memûrîyetên parastina gerstêrkê yên NASA û lênêrîna çawanîya pêkhatina firînên fezayî yên NASA’yê ye.

Ya herî balkêş ev e ku duxtor James Lauer Green serokê beşa zanista NASA’yê jî, di cî da bersiva Jack daye û jê ra gotîye: Ev wezîfe, erkek pir nuwaze û xebatek gelek girîng e.
NASA di bersiva Jack da gotîye: erka Efserê Parêzerê Gerstêrkê, parastina Goga Erdê li himber mîkrobên biçûk in yên ku di dema hanîna nimûneyên ser Hîv, Gerstêrkên din û Merîxê, dibe ku bikarin Gerstêrka Erdê bilewitînin.
Green, Jack ra gotîye: Hêvîdare ku ew dersa xwe pir baş bixwîne û di medreseyê da baş hewl bide.
Di dawîyê da jî Green, anîye zimên ku NASA li pey peydakirina zanîyar û endazyarên genc û xulqîner e û hêvîdare rojek were ku NASA wî jî li wûr bibîne.
Wergêr: Edo Japonî
http://www.telegraph.co.uk/news/2017/08/07/little-boy-pens-brilliant-let...

Social

Çîrok

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Helbest

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn