Islama Siyasî: Xelek 21

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl), wergera ji erebî Mustefa Reşîd:

Serpêhatiya Rêberê Kurd Abu Muslimê Xurasanî
(7) Bi Vî Awayî Abu Muslimê Xurasanî Bi Îxanetî Hate Kuştin

Gavên Destpêkî:

Di sala 136-ê goçî / 754-ê z. dema Abu Ce'hfer El Mensor û Abu Muslim ji hecê vedigeriyan xelîfe Eseffah wexer kir. Karwanê Abu Muslim li pêşiya karwanê El Mensor bû, ji lewra, Abu Muslim nûçeya mirina xelîfe berî El Mensor bihîst. Rabû wî û rêveberên ku pêra bûn çûn El Mensor bi xîlafetê pîroz kirin. Di cihekî din da jî hatiye gotin ku Abu Muslim jêra nivîsandiye û serxweşiya wî xwastiye, lê ew bi xîlafetê pîroz nekiriye daku wî bitirsîne. Li ser vê yekê El Mensor enirî û tore bûye û nameyeka hişk ji Abu Muslim ra şandiye û piştî du rojan Abu Muslim hatiye ba wî, ew pîroz kiriye û wek xelîfe pejirandiye( ).

Ya girîng ewe ku El Mensor ji Abu Muslim bi kîn bû, ji şiyan û îmkanên wî pir bi tirs û sawîr bû. Berê jî bi me ra derbas bû ku wî ji birayê xwe xelîfe Eseffah ra pêşniyaz kiribû ku Abu Muslim bikuje. Lê belê, gava El Mensor xîlaftî wergirt, wisa da xuyakirin ku ew dostaniya wî dixwaze û pesna wî da. Sedema vê yekê ew bû ku apê El Mensor yê bi navê Ebdullah Bin Elî dijberê wî bû li ser xîlafetê. El Mensor baş dizanî ku ew nikare bêyî arîkariya Abu Muslim zora apê xwe Ebdullah bibe. Ji berjewenidiya wî bû ku ew wan herdiyan li ser hev tûj bike û berde hev; û kîjan ji wan biserket hîngê ewê zora yê din bibe piştî ku ew lawaz bû.

Gava El Mensor û Abu Muslim ji hecê vedigeriyan, Abu Muslim dît ku El Mensor pir bi tirse, bê aram û tebate. Rabû jêra got: Tu çima bi tirs û bê tebatî û xîlafet ji bo te hatiye? El Mensor got: Ez ji şerê Ebdullah Bin Elî û yê şî'eyên Elî ditirsim. Abu Muslim got: Tu ji wan metirse, ezê mesela wan înşallah çareser bikim; piraniya leşkerên ku li gel wî ne xelkên Xurasanê ne û ew ji bin fermana min dernakevin. Wê hîngê ew tirs û bêaramî ji dilê El Mensor derket( ).

Bi rastî jî, piştî demeka kurt Ebdullah li dijî El Mensor serî hilda. Wî leşkerê xwe ji welatê Şamê û Rojavayê Kurdistanê anî. Abu Muslim birêket û çû şerê wî. Ebdullah bajarê Herranê ji xwe ra wek nawend girtibû, çek û posat civandibû, senger û çeper kolabûn û xwe ji şer ra amade kiribû. Lê belê beşek ji leşkerên wî xurasanî bûn û hevalbendên Abu Muslim bûn. Rabû Abu Muslim ji wan ra nivîsand û ferman da wan ku ew di şer da beşdar nebin. Gava Ebdullah ev rewş dît, rabû hevdeh hezar xurasanî dan ber şûran û kuştin. Bi vî awayî leşkerê wî lawaz bû. Di navbera herdu aliyan da şer di sala 137-ê goçî / 755-ê z. li hinda bajarê Niseybînê pêkhat, Ebdullah bazda û çû xwe avêt pişt birayê xwe Suleyman Bin Elî waliyê bajarê Besrayê. El Mensor soz û biryareka bi nivîskî dabû apê xwe Suleyman ku ew Ebdullah nakuje. Lê belê ew xiste xaniyekî ku li ser xoyê hatibû avakirin û gava baranê lêkir, xoyê heliya, ew xanî hilweşiya û Ebdullah wisa mir( ).

Mirovekî din ji malbata Ebbasî doza xilafetê li El Mensor dikir. Ew jî pismamê wî Îsa Bin Mûsa bû. Rabû El Mensor ew kire cihgirê xwe ku piştî wî ew bibe xelîfe û kurê xwe El Mehdî kire cihgirê Îsa. Lê belê gava Ebdullah li ser destê Abu Muslim hate şikestin, El Mensor pismamê xwe Îsa ji cihgiriya xîlafetê derxist û kurê xwe El Mehdî da pêş( ).
Pilana îxanetê ji Abu Muslim ra:

Piştî ku El Mensor ji metirsiya Ebdullah û Îsa xilas bû êdî nobe hat Abu Muslim. El Mensor pilana kuştina wî danî û destpêkir sûc û tawanbariyan bavêje ser wî. Rabû mirovek bi navê Yeqtîn şand ba Abu Muslim û jê xwast ku mal û diravê di şerê li dijî Ebdullah da bi dest xwe va anîbû pêra hesab bike. Helbet, Abu Muslim pir tore bû û hema mabû ku Yeqtîn bikuje û nav lêkiribû "yekî dîn" (şêt). Rabû Abu Muslim got: Ez ji xwînrijandinê ra dilsozim, lê ji mal û dirav ra doxmanim (xayînim)?! Û dijûn ji El Mensor ra kirin. Helbet Yeqtîn ev tişt gihande El Mensor( ).

El Mensor ditirsiya ku Abu Muslim bigihîne Xurasanê, nawenda hêzdariya wî. Bi behaneya ku ew li nêziya wî be û ji wî ra arîkar be, ew kire waliyê Şam û Misirê. Abu Muslim tore bû û got: „Tu min dikî waliyê Şam û Misirê û ji berê da Xurasan wilayeta mine“! Rabû tevî leşkerê xwe di nav basûrê Kurdistanê ra berê xwe da Xurasanê. El Mensor ew bi serdanî vexwende ba xwe, lê Abu Muslim ev nepejirand û got niha ti dijminên xelîfe neman ku ew jê bitirse. Abu Muslim êdî ji xewn û xulyan rabûbû, û dizanîbû ku malbata Ebbasiyan hêz û şiyana wî ji bo armancên xwe bikar anîbûn, û ew têvedabû ku xwîna pir kesan birijîne; gotibû ku gelek poşman bûye û ji xwedayê bala mihirdarî û bexşîn xwastiye( ).

El Mensor siyaseteka duqolî li gel Abu Muslim ajot, yanê bi du şêweyên cuda li gel wî tevdigeriya. Ji hêlekê da nameyên nerm û nazdar jêra dişandin, û ji mîrên Ebbasiyan û rêveberan jî dixwast ku ew jî nameyên wisa jêra bişînin, jê bixwazin ku ew bê serdana xelîfe, jêra bêjin ku xelîfe ji wî hezdike û naxwaze ti ziyanê bi wî bike. Lê ji hêla din va destpêkir ku dor-medara wî vala bike, bi nehînî name ji dost û rêveberên wî ra dişandin ku wan bi aliyê xwe va bikişîne û wisa cihgirê Abu Muslim bi aliyê xwe va kişand û soz da wî ku wî li cihê Abu Muslim bike waliyê Xurasanê.

Piştî wê, El Mensor nameyeka bi gef û gur û pir hişk nivîsand û da dostekî Abu Muslim yê bi navê Abu Hemîd El Merwerzî û jêra got: Tu destpêkê bi nermî pêra biaxive û jê bixwaze ku asê nebe; heger nepejiran, hîngê vê nameya hişk bide wî. Abu Hemîd wisa kir û dema ku Abu Muslim ev nameya bi gef û gur dixwend, nameyek ji cihgirê wî yê li Xurasanê jêra hat ku têda dibêje: "Em li dijî xelîfeyên Xweda û malbata pêximberiyê asê nabin, tu jî li dij îmamê xwe dernekeve". Hîngê Abu Muslim bêhtir kete xem û duşintiyan û zanî ku êdî cihgirê wî duxmanî û xiyanet lê kiriye û heger ew berê xwe bide Xurasanê, ewê li dijî wî raweste( ).

Wê hîngê Abu Muslim li bajarê Hilwanê (li başûrê Kurdistanê) bû û ji Xurasanê gelek dûr bû. Ji neçarî ew vegeriya bajarê El Medayîn û çû pêrgîna El Mensor. Bi wî ra tenha sê hezar leşkerên wî hebûn. Xelîfe soza selametiyê da wî û ji hemû mîr û rêveberan xwast ku bi xweşî û dilekî fireh pêşwaziya wî bikin û jêra piştrast bikin ku xelîfe gelek bîra wî kiriye, ew bi hêminî û emanete. Îsa Bin Mûsa (pismamê El Mensor) jî jêra got ku ew di bin parastina wî da ye. Abu Muslim gihîşte El Medayîn û çû serdana El Mensor. El Mensor jê xwast ku vegere cihê rûniştina xwe, xwe bişo-veşo û vehese. Û wisa her roj ji ya din bêhtir jêra mêhvandarî, îkramî û xizmet pêşkêş dikir( ).

Di serdana dawî da, El Mensor ferman da nobetdarên xwe ku 4 nobetdarên tund li paş meclîsa xwe li pişt perdeyê bi cih bike, û dema ku ew li çepik bide bila ew derkevin û Abu Muslim bikujin. Wisa El Mensor rûnişt û wek her roj Abu Muslim hat, silav da wî, silava wî vegerand û destûr dayê ku ew danîşe û pêra axivî. Hîngê jê xwast ku ew şûrê (şemşîr) xwe bide wî daku lê temaşe bike. Piştî ku Abu Muslim bê şûr ma, êdî bi hişkî dest bi peyvan kir, sûc û tawan avêtin ser û dest bi hejmartina helwestên wî yên dijminane kir. "Abu Muslim got: Tu van tiştan ji mi ra dibêjî, piştî ku heya ji min hat, min ewqas xebat û ked da?! El Mensor got: Kurê xinizan, her tiştê ku te kir di saya me da bû û bi bextê me bû. Heger koleyeka reş jî di cihê te da ba, wê ev karê ku te kiriye bikira". Û her ku çû peyvên giran avêtin ser Abu Muslim.

Hîngê Abu Muslim xwast ku xwe xilas bike, lêborîn ji El Mensor xwast û destên wî ramûsan, lê belê êdî pir dereng bû. El Mensor got: "Bila Xweda min bikuje, heger ez te nekujim. Hîngê çepik li destên xwe dan. Nobetdar ji pişt perdeyê derketin û bi şûran li Abu Muslim dan û El Mensor got: Lêxin, bila Xweda destên we bibire. Abu Muslim piştî derba yekem gotibû: Mîrê bawermendan" Min ji dijminên xwe ra bihêle!. Wî got: Bila Xweda min ticar nehêle, ma dijminek ji te dijmintir heye?". Dijûn jêra gotin û bi stûnekî li wî da. Nobetdaran ew kuştin, serê wî jêkirin, laşê wî perçe perçe kirin û avêtin ava çemê Dîjleyê da ku şopa wî bê wendakirin. Gava leşkerên wî nûçeya kuştina Abu Muslim bihîstin hilwestiyan. El Mensor ferman da ku dirav û zêran li serekên wan belav bikin û wisa ew ji hev belav bûn( ).

Wisa Abu Muslimê Xurasanî xizmeta Ebbasiyan bi dilsozî, bi dil û can kir, hemû dema xortaniya xwe ji bo organîzekirina alîgiran, civandina mal û diravan, rêvebirina leşkeran û ajotina ewqas şerên giran derbas kir, di roj û demên gelek tirsnak ra derbas bû, Dewleta Umewî roxand û li cihê wê Dewleta Ebbasî avakir. Bi vî awayî jî xelîfe El Mensor ji bo keda wî ev tişt anî serê wî. Kuştina wî di sala 137-ê goçî / 755-ê z. da bû û temenê wî 37 sal bûn.

Jêder

Ibin El Esir: El Kamil l fi El Tarix, 5/51, 56.
El Tabari, Tarîx El Tabari, 7/472.
El Tabari, Tarîx El Tabari, 7/474 - 475, 8/9. Ibin El Esir: El Kamil l fi El Tarix, 5/57.
El Tabari, Tarîx El Tabari, 8/9.
El Tabari, Tarîx El Tabari, 7/483.
El Tabari, Tarîx El Tabari, 7/482. Ibin El Esir: El Kamil l fi El Tarix, 5/57.
El Tabari, Tarîx El Tabari, 7/484. Ibin El Esir: El Kamil l fi El Tarix, 5/58. El Zehebî, Sîret E'lam Ennubela', 6/64.
Ibin El Esir: El Kamil l fi El Tarix, 5/60. El Zehebî, Sîret E'lam Ennubela', 6/69.
Ibin Xellikan, Wefeyat El E'yan, 3/154. El Tabari, Tarîx El Tabari, 7/488. Ibin El Esir: El Kamil l fi El Tarix, 5/60 - 63. El Zehebî, Sîret E'lam Ennubela', 6/65 - 66.

Social

Çîrok

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Helbest

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn