Islama Siyasî: Xelek 20

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl), wergera ji erebî Mustefa Reşîd:

Serpêhatiya Rêberê Kurd Abu Muslimê Xurasanî
(6) Dijberiya Navbera Xurasanî û Mensor!

Abu Muslimê Xurasanî tevgera Şî'etiyê li Xurasanê bi dirêjahiya neh salan bi rêvebir, lekên leşkerî avakirin, alîgir organîzekirin û berê wan da şerê leşkerê Dewleta Umewî. Ew ji şerekî derbasî şerekî din dibû, û bi vî awayî gelek alîgirên Umewiyan kuştin û dan aliyekî. Wî bi xwe rêveberiya van şeran dikir, û pir caran di nava metirsiyan da bû. Dawiya dawî Dewleta Umewî hilweşand, û Ebbasî gihandin radeya xîlafetê. Piştî wê demê, gelo peywendî di navbera wî û Ebu Ce'hfer El Mensor da çawa bû? Ji bo bersiva vê pirsê, ka em kesayetiya her yekî ji wan bînin ber çavan.

Kesayetiya Abu Muslimê Xurasanî:

Ibin Xalikan derbarê kesayetiya Abu Muslim dibêje: Qamkinik bû, esmer bû, xweşik û şêrîn bû, xwedî çermekî avêne û zelal bû, çavgewer bû, eniya wî pahn bû, xwedî rî û rîşeka tijî û qeşeng bû, por û pişt dirêj bû, ling û çîp kin bûn, xwediyê dengekî aram û nizim bû, hem bi farisî û hem bi erebiyeka bilind û zelal diaxivî. Gava diaxivî, bi mentiq, bi cih û balgî diaxivî, ji helbestan nimûne dihanîn, mijar zû û baş fêhmdikirin. Kesî nedît ew bikene yan henekan bike, ji bilî dema ken û henekan. Di mijarên jiyanê û rojane da pir kêm rûyê wî tehl dibû. Gava di şerên giran da biserdiket, şahî li ser rûyê wî pir xuya nedibû û dema bobelat dihatin serê wî, xwe şaş nedikir û xemgîn nedibû. Gava tore dibû jî, dikarîbû xwe paşva bigire. Bi ser jin û malbatê da gelek baldar û germ bû. Ji bilî wî kes nediket qesra wî. Di paçe û kulekên qesrê ra gazî li jinan dikir û li pêwîstiyên wan dipirsî( ).

Ibin Xalikan berdewam dike û dibêje: Ew ne mirovekî çikûs û tumeh bû, ew destfireh û comerd bû, xwarina xwe dida her kesî. Gava ew çû hecê (Mekke) li xelkê gazî kir û got: Bila tikes xwarina xwe bixwe çêneke, hemû li ser min; û wisa xwarin û vexwarina her kesî di hatin û vegerê da hildida ser xwe. Di rêya çûn û vegerê da rêbir, diz û keleşan xwe ji ber wî didan aliyekî, ji ber ku bihîstibûn ew keys û fersendê nade kesên weke wan. Carekê jê pirsîn: Tu çawa gihîştî vê rade û meqamê? Got: Min tucar karê îro nehîştiye ji bo siba( ).
Abu Muslim mirovekî qedirbilind û bi sur bû, di rojên teng û rewşên dijwar da bi hedan û bi sebir bû, sir û tiştên nehînî tucar nedidan der. Xelîfeyê Ebbasî yê heftemîn El Me'mûn, gava di xeleka meclîsa wî da behsa Abu Muslim hate kirin, got: Padîşahên zemînê yên here navdar ku dewlet guhartin sê kesin: Iskenderê Makdonî, Erdeşêrê Babikan û Abu Muslimî Xurasanî( ).
Kesayetiya Ebu Ce'hfer El Mensor:

Xilafeta Ebi El Ebbas Eseffah tenha çar salan dewam kir (132 - 136-ê goçî / 750 - 754-ê z.) û piştî mirina wî, birayê wî Ebu Ce'hfer El Mensor xilafetî wergirt. Dîroknasên kevin û nû bi piranî pesna taybetmendiyên kesayetiya wî dane ku ew di rêvebirina dewletê da mirovekî bi biryar, kone û têgihîştî bû. Lê piraniya van dîroknasan aliyên vê kesayetiyê yên neyînî negotine.

Tenha dîroknas El Meqdîsî ji vê şopê derketiye û di vî warî da dibêje:

„Navê wî Ebdullah Bin Mohemmed Bin El Ebbas'e...dayîka wî jineka Berberî ye ku jêra Selame digotin....temenê (umrê) wî bi 18 salan ji Ebu El Ebbas Eseffah bêhtir bû; û dibêje ew mirovekî esmer, bejinzirav û qambilind bû, sîma û gonê wî rahol û çepel bû, ne xweşik bû, xwedî taybetmendiyên nemerdane bû, çikûz, desthişk û diravhez bû, mirovekî xwînrêj, bê soz bû, peymanxwer bû, ne xwedî soz û peyva xwe bû, bê wijdan bû, pir geriyabû, pere û dirav ji xelkê biribûn. Hedîsên Pêximber nivîsandibûn û li pir mizgeftan xwendibûn, dest û tiliyên wî di nav pir karên nizim û nemerdane da hebû û di van karan da xwedî serborî bû. Yanê bi awayekî giştî, mirovekî nizim, çikûs, çepel û şerrûd bû....pir mal û dirav çivandibû ku kesekî din pêş wî nikarîbû bigihîşta wê astê“( ).

Ebu Ce'hfer El Mensor ev xelîfe bû, evê ku diviyabû Abu Muslim di bin rêveberiya wî da xizmet bike. Divêt em bêjin ku El Mensor û Eseffah jî navê "Ebdellah" hildabûn ser xwe, li gor bapîrê wan Ebdellah Bin El Ebbas Bin Ebdul Mutelib, apê Pêximber Mohemmed. Tevî ku El Mensor bi 18 salan ji Eseffah mestir bû, lê birayê wan Îmam Îbrahîm, berî ku bê kuştin, wisa biryar dabû ku piştî wî îmametî ji Eseffah ra be. Sedema vê yekê ew bû ku Ereban kesê ne ji dayîkeka Ereb di radeya duwem da didîtin. Belkî jî ev rewişt û taybetmendiyên nemerdane di kesayetiya El Mensor da sedemeka din bû ku ew birayê biçûk bide pêş birayê mezin.

Dijberiyên El Mensor û Abu Muslim:

Peywendî di navbera El Mensor û Abu Muslim da hên dema ku li El Humeyme bûn ne baş bû. Bi me ra derbas bû ku hên wê demê El Mensor li dij wê yekê derket ku Abu Muslim bibe mîrê Şî'etiyê li Xurasanê. Ev herdu kesayetî bi temamî ne mîna hevin û tiştekî gelek suriştî ye ku ev herdu li gel hev naguncin. Gelek belge hene ku Abu Muslim di hundir nefsa xwe da ji El Mensor heznedikir. Her ku diçû ev jihevbidûrketin di navbera wan da bêhtir û kûrtir dibû, bi taybetî jî dema ku Abu Muslim li dijî Umewiyan biserket û Eseffah gihande xîlafetê.
Yek ji wan belgeyan ewe ku dema Abu Muslim ji Xurasanê hat ku Eseffah bi wergirtina xîlafetê pîroz bike, ket ba Eseffah, silav lê kir û ew pîroz kir, birayê wî El Mensor li tenîşta wî bû. Eseffah got: Ya Abu Muslim: Va ye eva Ce'hfer birayê mine. Abu Muslim got: Mîrê Bawermendan! Ev cih tenha ji mafê te ye( ). Ev tê wê maneyê ku Abu Muslim îşareta hurmetê neda El Mensor, tevî ku ew dûnda û cihgirê xelîfeyê bû. Helbet, El Mensor ji vê helwestê tore bû û di dilê xwe da girt.

Belgeyeka din ew bû ku salekê Abu Muslim ji xelîfê xwest ku bike "Mîrê Hecê". Hilbijartina kesekî wek "Mîrê Hecê" keys û fersendek bû ku mirov di nav misilmanan da bi nav û deng bibe. Di wê demê da El Mensor waliyê Kurdistan, Ermîniya û Azerbeycanê bû. Lê belê Eseffah bi nehînî ji El Mensor xwest ku ew jî wê salê here hecê, daku neyê gotin, Abu Muslim "Mîrê Hecê" ye û ne xelîfe û ne birayê wî ne amade ne. Abu Muslim wê hîngê tore bû û got: El Mensor tu sal nedît ku here hecê ji bilî vê salê?. Wisa Abu Muslim û El Mensor bi hev ra çûn hecê. Karwanê Abu Muslim di rê da li pêşiya karwanê El Mensor bû. Abu Muslim bi rê da pere û dirav didan Erebên koçeber, bîrên avê ku xetimî bûn vedidan û paqij dikirin. Wisa navê wî li nav xelkê belav bû û bi qencî behsa wî dikirin. Ev jî sedemek bû ku El Mensor kîn û zikreşiyê di xwe da li dijî Abu Muslim hilgire( ).

Yanê bi awayekî gelemperî, jihevbidûrketin di navbera Abu Muslim û El Mensor da her ku diçû bêhtir dibû. Helbet di hundirê xwe da Eseffah li aliyê biryaê xwe bû. Di agahdariyeka din da tê gotin ku El Mensor pend daye xelîfe Eseffah ku Abu Muslim bikuje, ji tirsa ku Abu Muslim dewletê têxe bin destê xwe. Lê belê xelîfe bê biryar bû û herdem digot ku keda Abu Muslim di avakirina Dewleta Ebbasî da nayê jibîrkirin. Rojekê El Mensor ji Eseffah ra gotibû: Heger tu Abu Muslim wisa bihêlî, tu ne xelîfe yî. Eseffah gotiye: Çawa? El Mensor gotiye: Ew her tiştê ku dixwaze dike. Eseffah gotiye: Niha bêdeng be û vê yekê di xwe da bihêle( ).

Di rastiyê da xelîfe Eseffah bi aşkereyî pesna Abu Muslim dida, lê li benda keys û fersendê bû ku xwe jê xilas bike. Lê belê piştî ku Abu Muslim her tiştê ku ew bi xwe nikare bike, jêra bike û bîne cih. Yek ji van tiştan ew bû ku yek ji serekên niwêneran wezîr Ebu Selme El Xellal pir bi ser malbata Elewî da dibanî, û xebat dikir ku xîlafetê bide kesekî ji vê malbatê. Dibêjin ku Eseffah bi nehînî li ba Abu Muslim giliyê vi kesî kiriye. Rabûye birayê xwe El Mensor şandiye ba Abu Muslim ku ew kuştina Ebu Selme bipejirîne. Abu Muslim gotiye: Heger ev sûc û guneh li ser mêlag û îspat bibe, ez kuştina wî dipejirînim. Piştî wê demê, bi rastî jî di şevekê da ku Ebo Selme bi xelîfe Eseffah ra çûbû şahiyekê, bi îxanetî û awayekî nediyar Ebu Selme hate kuştin( ).

Jêder

Ibin Xellikan, Wefeyat El E'yan, 3/148.
Ibin Xellikan, Wefeyat El E'yan, 3/148 - 149.
El Zehebî, Sîret E'lam Ennubela', çapa Muesseset El Risaleh, 6/50. Ibin Xellikan, Wefeyat El E'yan, 3/147.
El Meqdisi, El Bedi' we El Tarix, 6/90 - 91..
Ibin Esakir, Tarîx Dîmeşq, 35/417. El Zehebî, Sîret E'lam Ennubela', 6/54.
Ibin El Esir: El Kamil l fi El Tarix, 5/56.
Ibin El Esir: El Kamil l fi El Tarix, 5/56. Ibin Kheldun, Dîroka Ibin Kheldun, 3/229.
El Zehebî, Sîret E'lam Ennubela, 6/60. Ibin Kheldun, Dîroka Ibin Kheldun, 3/229.

Social

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.