Islama Siyasî: Xelek 17

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl), wergera ji erebî Mustefa Reşîd:

Serpêhatiya Rêberê Kurd Abu Muslimê Xurasanî
(3) Abu Muslimê Xurasanî: Sêwiyek bû Rêberek?

Piştî ku me navê rastîn yê Abu Muslimê Xurasanî, war û malbata wî û nasnameya wî ya kurdî da naskirin, êdî ma ku em rewşa wî di dema zarotî û xortaniyê da bidin naskirin. Gelo jiyana wî çawa bû? Û bi çi awayî ew ket nav tevgera Şî'î-Ebbasî ya ku bi navê Al El Beyt hate naskirin?
Abu Muslim di Dema Zarotî û Xortaniyê da:

Bendad (Osman) bavê Behzad xwediyê gundê xwe û hin gundên din bû, wî karê bazirganiya pez û sewalan dikir, ew dibirin li bajarê El Kufe û difiroştin. Di pey ra bi bihayê hinek dirav herêma Ferîzînê ji dewletê kirê kir. Ev tê wê maneyê ku ew di karê bazirganî û çandiniyê da ji çîna xebatkaran ya navend bû. Lê belê wî di dawiya werza salê da nikarîbû kiraya xwe bide dewletê. Rabû ji ber peyayên dewletê yên ku Xerac (xûk, bac, salane) jê dexwastin bazda, berê xwe da bakur û çû Azerbeycanê. Berî wê ew bi cariyekê ra ji bajarê El Kufe, ya bi navê Weşîke zewicîbû. Dema ew ji warên xwe derketin Weşîke hina ducanî bû. Li Azerbeycanê Bendad wexer kir û çû ber rehma xwedê. Piştî mirina bavê, Behzad di sala 100-ê goçî/ 718-ê z. ji dayîk bû( ).

Divêt em bêjin ku di wê demê da Azerbeycan hên warê Kurdan bû ku ji pêşiyên wan yên Mad ji wan ra mabû; Turkman berî wê li wir tinebûn, ew di pey ra ji herêma Asiya navîn di sedsala 5-mîn ya goçî/11-mîn ya z. da li gel êrişên Selcoqiyan hatin wê herêmê û sultanên Selcoqiyan erd û zeviyên here baş dan wan .

Piştî mirina Bendad, kebaniya wî Weşîke li gel kurê xwe Behzad venegeriyan herêma Ferîzînê, ji ber ku dewletê dest danîbû ser hemû milk û malê malbatê; ew çûn herêma Fatiq û li tenîşta mirovekî Ereb bi navê Isa Bin Me'qil, ku berê dostekî Bendad bû, bi cih bûn. Isa û birayê wî Idrîs jî herêm ji dewletê kirê dikirin. Wisa tê xuyakirin, ku bi rêya vî karê kirêkirinê ev dostanî di navbera Isa û Bendad da peyada bûbû. Tiştê ku vê yekê piştrast dike ewe, gava Bendad û kebaniya xwe Weşîke berê xwe dan Azerbeycanê, ew bi rê da çend rojan li ba Isa bûbûn mêvan. Pir gengaz û mimkine jî ku Bendad berî mirina xwe ji kebaniya xwe ra gotibe, here li nêziya hevalê min Isa bi cih bibe û li wir bijî( ).

Bi vî awayî Behzad li ba Îsa mezin dibe, û bi zarokên wî ra li ba melayekî perwerde û hîn dibe. Hên ji zarotiyê da nîşanên aqilmendî û torevaniyê li ba wî xuyadikirin; "ew hên di ciwaniya xwe da xwedî sincî û tîtalên bilind bû ku bi tiliyan dihate nîşandan". Di pey ra wisa lêhat, ku Îsa û birayê wî Îdrîs jî nikarîbûn Xeraca (xûk, bac, salane) ku ji wan dihate xwastin bidin dewletê; ew hatin girtin û birin bajarê El Kufe xistin zîndanê. Behzad êdî bûbû xortek û kar û barê Îsa birêva dibir. Ya ku vê yekê piştrast dike ewe ku berî Îsa têkeve zîndanê, Behzad şandibû gundekî li herêma Fatiq ku werz û berhema salê wergire. Gava Behzad nûçeya girtin û zîndankirina Îsa dibihîse, berê xwe dide bajarê El Kufe. Îsa mala xwe sparte wî û ew her car bi serdanî diçû ba Îsa û birayê wî Îdrîs di zîndanê da, û kar barê wan hem li hundir zîndanê û hem jî li derva birêva dibir( ).

Di wê demê da wisa pêkhat ku hinek ji niwênerên Imam Mohammed Alî Ebbasî li gel hinek şî'eyên xurasanê hatin bajarê El Kufe û serdaniya Îsa û birayê wî di zîndanê da kirin. Wan li wir Behzad dît; aqilmendî, zanîn, peyv û torevaniya Behzad gelek li xweşiya wan hat û Behzad jî bi ser wan va germ bû. Ev tê wê maneyê ku wan baweriya xwe bi Behzad anî û bi wî ra li ser tevgera Al El Beyt axivîn û ev jî li xweşiya Behzad hat. Gava Isa û birayê wî ji zîndanê bazdan, Behzad çû li tenîşta wan niwêneran bi cih bû û bi wan ra jî bi serdanî çû Mekke. Li wir, niwêneran ew bi Imamê nû Îbrahîm Bin Mohammed Bin Alî Ebbasî ra dan naskirin. Aqilmendî û torevaniya Behzad gelek li xweşiya Imam hat û got: Ev mirovekî pir jîrek û zana ye. Behzad li ba Imam Ibrahîm ma û li mayîn û rêwîtiyê di xizmeta wî da bû( ).

Di agahdariyeka din da hatiye gotin ku Behzad kole bû. Lê belê ev li derveyî rastiyê ye, ji ber ku di ti jêderan da nehatiye ku ew hatiye kirîn û firoştin; wek rewşa hemû koleyan. Dibe ku yê ev agahdarî daye, xizmetkirina Behzad ji Isa û Îdrîs ra û di pey ra xizmetkirina wî ji Imam Îbrahîm ra wisa şîrove kiribe ku ew kole bûye. Lê rastî ewe ku ew xortekî leheng, aqilmend, torevan û rasteqîn bû, kan û jêdereka wî ya jiyanê tinebû, van xwedî rewacan baweriya xwe pê dikirin, şiyan û îmkanên wî ji bo xwe bikar dihanîn; bi taybetî jî ew bi ser tevgera wan va germ bûbû.

Bikaranîna Abu Muslim di Tevgera Al El Beyt da:

Dijberî û keftelefta Şî'î - Sunnî (Haşimî - Umewî) di destpêkê da erebî - erebî bû. Hin êlên Ereban li gel Haşimîyan bûn û hin êlên din jî li gel Umewiyan bûn. Nelihevkirina wan li ser şîrovekirina têgînên ayînî (Fiqih) ne hêmanê bingehîn yê vê dijberiyê bû. Hêmanê herî girîng û diyar ew bû ku şerê wan li ser serdarî, saman û dewlemendiyê bû. Lê belê piştî wê rewş hate guhartin, ji ber ku Umewiyan siyaseteka nijadperest û tund, siyaseteka erebkirinê beramber Mewaliyan (gelên ne Ereb) bikaranîn, û bi ser da jî girankirina barê gelan bi standina Cizye, Xerac, bac, dehane, salane û diyariyan; û dan û standina li gel wan bi awayekî nizimkirin û biçûkxistinê( ).

Divêt bê gotin ku piraniya gelên Rojhilatê di Dewleta Xilafetê da ( ji Kurdistanê heya bi sînorê Çînê) hên nebûbûn Musilman û li ser Zerdeştiyê mabûn, ew ji neçarî bûn musilman daku ji standina Cizyeyê xilas bibin. Li hember vê rewşê, Dewleta Xilafetê hem Cizye û hem jî Zekat li ser wan ferz dikir, bi behaneya ku kesê Musilman divêt piştî salekê Zekatê li ser hebûna xwe bide. Yanê wan ji hêlekê da Mewalî wek Musilman dihejmartin û Zekat ji wan dibir û ji hêlekê da ku ew ne Musilmanin û divêt Cizyeyê bidin. Ji lewra, rewşa Mewaliyan bûbû wek rewşa kesê ku ji ber baranê bireve û here bin şurikê( ).

Siyasetên Umewiyan yên nijadprest hêşt ku gelên Ariyanî ji wan bêzar bibin, û li çareyekê bigerin ku xwe ji bin serdariya wan rizgar bikin. Wan di dijberiya Haşimî da wek çareseriyek dît û ji ber wê hatin û teve tevgera Haşimî bûn, bi taybetî jî li Îraqê û herêmên Rojhilat yên ji Şamê, paytextê Umewiyan dûr. Imamên Haşimiyan û alîgirên wan ev rewş ji bo berjewendiyên xwe bikaranîn û wisa bingeheka gelêrî ji wan gelên ku bêzar bûbûn ji xwe ra avakirin. Bi taybetî li Xurasanê (ku niha ew herêm di navbera Iran û Afganistanê da parvekirî ye) hejmareka ji kesên ne Ereb gihîştibûn radeya alîgirên bilind (endamên komîta navendî) û hinekan ji van kesan Imam Îbrahîm bi Behzad dabûn naskirin.

Imam Îbrahîm mirovek ji mezinên alîgiran, bi navê Suleyman Bin Kesîr El Herranî bi nehînî şandibû Xurasanê; daku çarçewa tevgerê fireh bike û hejmara alîgiran zêde bike. Piştî ku hejmara alîgiran li Xurasanê bilind bû, pêwîstî bi rêberekî leşkerî hebû ku wan bi rêxistin bike û wan têvede pêxistina agirê şoreşê li dijî serdariya Umewî, û Xilafeta Al El Beyt avabike. Ew rêberê leşkerî jî xortê ciwan û leheng Behzad bû. Ibin Xelkan dibêje: "Serekên tevgerê vegeriyan ba Imam Îbrahîm û jê pirsîn ku divêt mirovek fermandariya Xurasanê bike. Wî got: Min evê Esbehanî ceribandiye, min hundirê wî û dervayê wî naskiriye, min dîtiye ku ew mîna hîm û zinarê erdê ye. Di Pey wê ra gazî Abu Muslim dike, fermandariyê dide dest û wî dişîne Xurasanê"( ).

Gava Îmam fermandariya rêveberiya tevgerê li Xurasanê da Behzad jiyê (temenê, umrê) wî heyşdeh sal bûn. Dibe ku mirov li vê mijarê matmayî bimîne ku çawa bi xortekî di vî temenî da, rêveberiya şoreşekê li dijî emperatoriyeka wisa (Dewleta Umewî) bê hilpesartin. Lê belê Îmam Îbrahîm Behzad pir ceribandibû û gihîştibû wê baweriyê ku di kesayetiya vî xortî da lehengî, aqilmendî, bîrewerî, hedan, tebat û dilsozî heye, û ji ber wê, ev kar û xebata xeternak da dest wî, ji hemû alîgir û piştgiran xwast ku di bin fermana wî da bin û bi ya wî bikin. Piştî ku bi Suleyman Bin Kesîr El Herranî şêwirî, pend û nesîhet lêkir ku ew navê xwe yê kurdî biguhêre. Behzad nav li xwe kir Abdulrehman Bin Muslim û piştî wê ew bi paşnavê (Abu Muslimê Xurasanî) hate naskirin( ).

Di xeleka dahatî da emê xebata Abu Muslim ya rêveberiye li Xurasanê pêşkêş bikin.

Jêder

Ibin Xellikan, Wefeyat El E'yan, 3/ 145 - 146. Shemseddîn El Zehebî, Sîret E'lam Ennubela', 6/49.
Mehrdad R. Izady: The Kurds, P. 151, 180.
Ibin Xellikan, Wefeyat El E'yan, 3/146.
Ibin Xellikan, Wefeyat El E'yan, 3/146.
Ibin Xellikan, Wefeyat El E'yan, 3/146. Shemseddîn El Zehebî, Sîret E'lam Ennubela', 6/49.
El Belazuri, Vekirina Welatan, rûpel 193. Hesen Ibrahîm Hesen, Dîroka Îslametiyê, 2/14, Abduleziz El Duri: Netewetiya Erebî û Îslam, rûpel 69.
El Tabari, Dîroka El Tabari, 6/617, 5/54 - 55. Ibin El Esir: El Kamel fi El Tarix, 4/146, 189.
Ibin Xellikan, Wefeyat El E'yan, 3/147. Shemseddîn El Zehebî, Sîret E'lam Ennubela', 6750
Ibin El Esir: El Kamel fi El Tarix, 4/277 Ibin Xellikan, Wefeyat El E'yan, 3/147.

Social

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.