Islama Siyasî: Xelek 15

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl), wergera ji erebî Mustefa Reşîd:

Serpêhatiya Rêberê Kurd Abo Muslimê Xurasanî
(1) Bûyerên Pêş Avakirina Xîlafeta Ebbassî

Pîştî têkçûna Padîşahiya Madan li ser destê Farisan sala 550-î b.z. û heya rojên îro serweriya Kurdistan û neteweya Kurd hate şikestin, sînor û payedariya wê li ber her dagîrkerekî vekirî ma. Tenha bi talankirina xêr û bêrên Kurdistanê yên aborî jî nekirin, wan hemû şiyanên leşkerî yên Kurdan jî xistin xizmeta projeyên xwe yên vegirtin û berfirehkirinê. Pir caran jî hin rêberên leşkerî yên Kurd wezîfedarkirin ku serhildan û şoreşên Kurdan vemirînin. Gava ew rêberên Kurd hinekê ji bin fermana serdarên dagîrker derdiketin, sezayên here giran li wan dibirîn.

Di vî warî da serpêhatiya rêberê Kurd Abo Muslimê Xurasanî li gel xelîfeyê Abbasî Abo Cehfer El Mensor bi rastî gelek balkêşe. Ji heyama Îslama Siyasî, ev nimûneyeke ji sezayê giran ku rêberên Kurd ji dest serdarên Ereb girtin; tevî ewqas bergirî û xizmet di ber wan da. Daku em vê serpêhatiyê bi temamî nasbikin, divêt em vegerin ser heyama destpêka xîlafetê û bi taybetî ser kefteleft û dijberiya li ser wê di nav Ereban da.
Kefteleft û Dijberiya li ser Xîlafetê:

Hema gava Pêximber Muhemmed sala 10-ê goçî/632-yê z. wexer kir û hên berî ku cendekê wî têxin gorê, kefteleft û dijberiya li ser desthilatê di navbera sehabiyeyên mezin da destpêkir. Pir zû hevpeymaneka siyasî - ne fermî pêkhat; di nav wan da sê kesên bi nav û deng cih girtibûn, ku ew jî ev bûn: Abo Bekir El Siddîq, Umer Bin El Xettab û Ebo Ubeydeh Amir Bin Cerrah. Hemû jî ji Muhacîrînan bûn (yên ku ji Mekke hatibûn û ew ji Erebên Ednanî ne). Ev hevpeyman li dijî du komên din yên siyasî û dijber biserket:

1- Koma Ensaran: Ew ji rûniştivanên bajarê Medînê pêkdihat; ew bi kok û binyata xwe ji Erebên Qehtanî ne; yanê ji yên Yemenê ne. Di destpêkê da hinekan ji wan bi tundî xwest ku xîlafeta Pêximber ji wan be; ji ber ku digotin, heger ne ji bo keda wan di şeran da û pejirandina Muhacirên ku ji Mekke bazdabûn, misilman bi ser nediketin.

2- Koma Benî Haşim: Ew ji êla Pêximber Muhemmed bûn; bi rêveberiya Elî Bin Ebî Talib (pismamê Pêximber), kebaniya wî Fatîme (keça Pêximber) û Ebbas Bin Ebdulmutelib (apê Pêximber). Van dixwest ku Elî bibe xelîfe, ji ber ku ji malê ye (mala Pêximber) û hem jî zavayê Pêximbere( ).

Lê belê bi pilanekî ji aliyê Umer Bin El Xettab da, Ebo Bekir bû Xelîfeyê Yekem. Wî jî - berî ku wexer bike - xîlafet sparte Umer. Piştî ku Umer hate kuştin, Osman Bin Effan bû xelîfe. Gava ew jî ji hêla dijberan va hate kuştin, êdî Elî Bin Ebî Talib bû xelîfe. Lê belê pir Sehabî li dijî wî rawestiyan. Yê herî navdar di nav wan da, dijminê wî, Muawiye Bin Ebî Sufyan bû. Ew li bajarê Şamê li dijî Elî derket ku hên di dema Osman da bûbû waliyê vî bajarî. Wî xelîfe Elî sûcdar kir ku destê wî di kuştina Osman da heye. Bi vî awayî Muawiye li Şamê doza xilafetê kir. Di navbera van herdu aliyan da şerên giran derketin ku bi dehhezaran kes têda hatin kuştin( ).

Gava Elî (Xelîfeyê Çaremîn) jî sala 40-ê goçî/661-ê z. hate kuştin, alîgirên wî kurê wî yê mezin Hesen wek xelîfe xwestin. Lê belê Hesen nikarîbû li hember dijberê xwe yê xurt Muawiye raweste; rabû di sala 41-ê goçî/661-ê z. bi wergirtina bihayekî bilind (pir diravan) xîlafet bi ser Muawiye da berda. Muawiye serdariyeka malbatî ya nû peydakir ku bi navê Xîlafeta Umewî hat naskirin û serdarî (xîlafet) kir malbatî (mîras). Di dema xelîfe Yezîd kurê Muawiye da, Husên kurê Elî li dijî wî serî hilda. Rabû tevî malbat û alîgirên xwe ji bajarê Mekke biderket û çû bajarê El Kufe li Îraqê ku ji wir rêveberiya serhildanê bike; ji ber ku piraniya alîgirên wî (Şî'e) ji rûniştivanên Îraqê bûn. Lê belê xelîfe Yezîd ferman da ku rê li wî bigirin û nehêlin ew bigihîne bajarê El Kufe. Ji hêla din va pir alîgirên wî yên Şî'e arîkariya wî nekirin. Bi vî awayî şerekî ne wekhev di navbera Husên û leşkerê Yezîd da li bajarê Kerbelayê pêkhat ku di wî şerî da Husên û gelek xizimên wî jî hatin kuştin( ).

Dijberî û Keftelefta Haşimî - Umewî:

Bi vî awayî xîlafet di nav malbata Umewî da ma. Lê belê, ew Şî'e (alîgirên Elî) yên ku arîkariya Husên nekirin gelek li xwe poşman bûn û rabûn ji ber vê poşmaniyê bi zincîran li laşê xwe xistin. Ev kes bi navê Tobedaran tên naskirin. Êdî ev kes rabûn û li Îraqê dest bi serhildanan kirin û bi taybetî jî li dijî serdariya Umewî. Di navbera Şî'e û alîgirên Benî Umeye da, ku di pey ra bi navê (Sunne) hatin naskirin, pir şer û pevçûn pêkhatin û pir qurbanî hatin dayîn. Serekên Şî'eyan bi nehînî kurê Elî yê sêhem Muhemmed ku bi navê (Muhemmed kurê Henîfe, li gor dayîka wî ji êla Benî Henîfe) tê naskirin wek rêber ji xwe ra hilbijartin. Şî'e di van şeran da bi ser neketin û wan gelek wendayiyên giyanî dan( ).

Piştî wexerkirina Muhemmed kurê Elî, êdî kurê wî Ebo Haşim (Ebdella) wek Îmam hate hilbijartin. Ji ber pirbûna hejmara kuştiyan di nav rêzên Şî'eyan da, ev dijberiya Şî'eyî, ji awayê şerê leşkerî yê rû bi rû derbas şêweyê xebata siyasî ya nehînî bû. Ebo Haşim alîgirên xwe bi awayekî rêxistinî, bi rêk û pêk organîze kirin. Wek awayê rêxistinên nûjen yên vê demê, tiştekî wek Komîteya Navendî avakir. Endamên wê komîteyê bi navê (El Duhat) الدُّعاة)) dihatin naskirin. Her endamek ji wan berpirsyarê beşê rêxistinê yê nehînî li her welatekî bû û dest bi karê propaganda dijî serdariya Umewî dikir, alîgir peyda dikirin, ew organîze dikirin û pereyên endametiyê (El Xums) الخُمْس)) dicivandin û ji bo Îmam (Ebo Haşim) dişandin ku li bajarê El Taêf (li başûrê Mekke) dima. Ev hemû xebat bi awayekî pir nehînî birêve diçû( ).

Di sala 98-ê goçî/716-ê z. da xelîfeyê Umewî Suleyman Bin Ebdulmelik Îmamê Şî'e Ebo Haşim bi mêvandarî vexwende Şamê; nirxekî bilind da wî û dostaniyeka hêja şanî wî da. Lê belê ferman da ku di rêya vegera Hicazê da jehrê bidin wî. Ebo Haşim dît ku mirina wî êdî nêzîk bûye. Li gor hin zanyarên dîrokî, vê carê di nav malbata Elewî da kesekî hêja tine bû ku bikaribe tevgera Şî'etiyê bi rêk û pêk pêşva bibe. Ebo Haşim li ser rêya Hîcazê bû mêvanê Muhemmed Bin Elî Bin Ebdella Bin Ebbas (Ebbas - apê Pêximber Muhemmed). Ev Muhemmed Bin Elî li gundê El Humeymeالحُمَيْمَة) ) (Urdina niha) rûniştibû. Ebo Haşim Îmametî sparte wî û ji wî xwest ku rêveberiya tevgera Şî'etiyê bike û xebatê bike ku xîlafetê ji malbata Umewî bistîne( ).

Divêt em bêjin ku piraniya serekên malbata Ebbasî xwe ji dijberiya Elewî-Umewî bi dûr dixistin û peywendiya wan bi xelîfeyên Umewiyan ra baş bû; û xelîfeyê Umewî bû, yê ku gundê El Humeyme dabû Elî Bin Ebdella Bin Ebbas; gelek dirav jî dabûn wî û wisa Elî li wî gundî ji xwe ra qesrek avakiribû û hemû xizimên wî jî hatibûn ba wî. Ebbasî di rêvebirina tevgera Şî'etiyê ya nehînî da ji pismamên xwe yên Elewî gelek konetir û zanatir bûn. Muhemmed Bin Elî bajarê El Kufe kir navenda peywendiyê di navbera xwe û alîgirên xwe da li Xurasanê, li cihê herî rojhilat yê dewleta xîlafeta Umewî( ).

Endamên "Komîteya Navendî" ku wek "Duat" û "Nuqeba" dihatin binavkirin bi cilên bazirganan di welatan ra derbas dibûn; wan xwe wisa dida xuyakirin ku ew xerîkî karê bazirganiyê ne. Wan bi rêya endamê rêveber li El Kufe peywendî bi Îmam ra li El Humeyme dikrin, pereyên endametiyê (El Xums) digihandin wî û ferman ji wî werdigirtin. Wan sal bi sal dema çûndina Hecê ji bo van armancên xwe bikar dihanî. Îmam Muhemmed Bin Elî gelek haydar bû ku kesek navê wî û kesayetiya wî ya rast nizanibe, ji bilî yên here nêzîk ji wî va. Wî ev tevger bi navekî ne diyar, bi navê "El Rida ji nifşê Muhemmed" belav kir. Yanê bi navê kesekî ji malbata Pêximber Mihemmed ku mercên xîlafetê têda hene. Ev nav bi razîbûna serekên malbata Elewî bû û alîgirên wan jî pê razî bûn. Ji lewra, van hemiyan bi fedakarî û awayekî durist di vê tevgerê da xebat dikir, bi baweriya ku xîlafet wê ji kesekî ji nifşê Îmam Elî Bin Ebî Talib ra be( ).
Di sala 125-ê goçî/742-ê z. da Îmam Muhemmed Bin Elî yê Ebbasî wexer kir û Îmametî di pey xwe ra da kurê xwe Îbrahîm. Di dema Îbrahîm da û bi temamî di sala 127-ê goçî da ev tevger ji serdema nehînî derket û êdî ket serdema aşkere. Di vê serdemê da xortekî Kurd, dilêr û leheng, peywendî bi Îmam Îbrahîmê Ebbasî ra danî. Ev xortê Kurd kesayetiyeka rêveber û nasdar bû. Îmam Îbrahîm ji wî xwest ku li Xurasanê rêveberiya şoreşê li dijî Umewiyan bike. Ev xortê Kurd Ebo Muslimê Xurasanî ye( ).

Gelo Ebo Muslim kî ye? Û rola xebata wî di hilweşandina xîlafeta Umewî da çi ye? Evê bibe mijara xeleka me ya dahatî.

Jêder

El Tabari, Dîroka El Tabari, 3/203 -205, Ibin El Esir: El Kamel fi El Tarix, 2/191.
El Tabari, Dîroka El Tabari, 4/563 - 5/64. Ebo Henîfe El Dînewerî: El Exbar El Tiwal, rûpel 155 - 179.
Ibin El Esir: El Kamel fi El Tarix, 3/157 - 185. Ebo Henîfe El Dînewerî: El Exbar El Tiwal, rûpel 251 - 259.
Ibin El Esir: El Kamel fi El Tarix, 3/261 - 311. Ebo Henîfe El Dînewerî: El Exbar El Tiwal, rûpel 290 - 301.
Ibin Tebateba: El Fexrî fî El Adab El Sultaniye, rûpel 141.
El Tabari, Dîroka El Tabari, 11/645. Hesen Ibrahîm Hesen, Dîroka Îslametiyê, 2/ 10 - 11.
Ibin El Esir: El Kamel fi El Tarix, 4/108.
Hesen Ibrahîm Hesen, Dîroka Îslametiyê, 2/12 - 13.
Hesen Ibrahîm Hesen, Dîroka Îslametiyê, 2/15.

Social