Hz. Şît (Şîs) (a.s.)

Hz. Şît (Şîs) (a.s.)

Wîladeta Sit aleyhisselam:

Bavê Wî Adem (a.s.), dayîka Wî jî Hz. Hewwa ye. (1) Dema kurrê Adem Qabîl birayê xwe yê Habîl kuşt, penc sal (2) an jî sê sal şûnve Şit aleyhisselam (Hibetullah) hatiye dunyayê. Cibraîl (a.s.) ji Hewwayê re wiha got:
“Xwedê di şûna Habîl de evî (Şît) da te.“ (3)
Hibetullah; di zimanê erebî de Şes, bi Suryanî Şas, bi Îbrani jî Şis tê xwendin. (4)
Dema Şît hat dunyayê, Adem got; „evê han Hibetullah e, Xwedê di şûna Habîl de daye me.“ (5)

Dema Hz. Hewwa bi hemle bû, Nûra Şît di eniya wê de ronahî dida, di pey welidandinê de ew Nûr’a wenda bû. Adem ji vî zanîbû ku wê Şîs şûna wî bigire, yanî li pey wî bibe pêxember. (6) Şis Pexember bi tenê hatiye dunyayê ne wek yên din bi cêwîtî. (7)
Wek tê zanîn ku Nûr’a Pêxemberiyê ji bavê bi bal kurrê ve hatiye, ta ku ew Nûr’a gihîştiye Hz. Muhammed. (8)

Pêxemberiya Şît (a.s.):
Ji hemî zarokên Adem yê ku pirr qenc, yê ku Adem pirr jê hezdikir û yê pirr li bavê xwe çûbû Şît bû. (9)

Adem (a.s.) yanzde roj beriya wefata xwe ji Şît re wiha got:
“Kurrê min di pey min re tu xelîfê min î, wezîfa xwe li ser teqwatiyê pêkbîne.“ (10)

Adem wesîyeketî nivîsand û Şit ji xwe re kir wekil. (11) Wî xwest ku Şît evê wesiyetê ji Qabîl û zurriyeta Qabîl veşêre. (12) Ji Şît re behsa seetên roj û şevê û îbadeta di wan de îzahkir, heta behsa tofana Nûh pêxember jî, jê re got. (13)

Adem xwest ku Şît zarokên xwe bi yên Qabîl re nede zewicandin, lewra zarokên Qabîl jî wek wî ketibûn rêya nebaş, eraq dixwarin û zina dikirin. (14)

Xwedayê Teala ji Adem re bîstyek, (15) ji Şîs re jî bîstneh (16) sehîfe şandiye û xwestiye ku Şîs bi van pencî (17) sehîfa hikum bike û jiyana xwe bi angorî hukmê van sehîfa rewş bidê. (18)

Hinek dibêjin ku ji Adem re deh, ji Şîs re jî sî sehîfe nazil bûye. (19)

Xwedê Teala di Qur’an’a Pîroz de behsa suhûfê Şîs (a.s.) dike. Sûreyê A’la/18
Dibêjin ku welatê Şîs li serê çiya bû, lê yê qabîl jî deşt û newal bû. (20)
Hinek jî dibêjin dema Qabîl, Habîl kuşt, terka bavê xwe kir çû di Yemenê de xwedîcîh bû.

Şîs (a.s) di saxiya xwe de emrê Xwedê pêkanî û ji malbata xwe re bû mînak, hemî malbata wî jî ji emrê Xwedê derneketin. Ji vî ye jî ku dibêjin di malbata Şîs (a.s) da tu bêhizûrê çênebûye. Ji hev kumreşî nedikirin, pevçûn çênedibû, bi derewan sondê nedixwarin. Dema yekî sondbixwara digot: „Ez li ser xwîna Habîl sondixwum.“ (21)

Wek tê zanîn yê ku cara yekem Ka’ba Şerîf te’mîr kiriye ew jî Şîs (a.s) e, ewî bi kevir û bi çamûrê Ka’be te’mir kir. (22)

Wefata Şîs (a.s) :

Heta roja wefat kir li Mekkê ma û her sal Hecc û umra xwe dikir. (23)
Dema mirina wî nêzîk bûbû, kurrê xwe yê Enôş (Enûş) di şûne xwe de wekîl te’yîn kir. Jê re got:
“Emrê Xwedê mutleqa pêkbînin, bila qewmê te jî, ji emrê Xwedê dûrnekeve.“
“cesedê kalikê xwe (Adem) ku di tabûtê da ye, mihafeze bikin.“
“Ji wan re duayê bereketê xwend.“
“Ji welatê xwe dernekevin û bila zurriyeta we jî dernekeve.“
“Bi zarokên Qabîl re nekevin têkilayê, lewra le’net li wan bûye.“

Bi Enuş (a.s) sond pê daxwarin û wefat kir.(24) Dema wefat kir umrê (temenê) wî 912 salî bû. (25) Kurê wî yê Îdrîs jî 20 (bîst) salî bû. (26)

Cenazê Şîs (a.s) bi zemqa dara û bi darçinê bibîhn kirin (27) û nimêja wî zarokên wî bi tevî nevîyan ve kirin. (28).

Bi angorî rîwayeta, gorra Şîs (a.s) jî wek yê dê û bavê wî li Mekkê, li çiyayê Ebû Qubeys hatiye veşartin. (29)

------------------- -------------------------- ---------------------------
Çavkanî:
(1) Îbnî Îshaq, Îbnî Hîşam-Sîre c.1, rupel 3, Îbnî Sa’d Tebeqat c.1, r.39, Belazûrî-Ensabul-Eşraf c.1 r.3, Îbnî Quteybe-Mearîf r.10, Dînewerî-Kîtabul-exbar r.1, Ye’qûbî-Tarîx c.1, r.8, Teberî-Tarîx c.1, r.76
(2) Teberî-Tarîx c.1, r.76, Se’lebî-Araîs r.47, Îbnî Esîr-Kamîl c.1, r.47
(3) Îbnî Sa’d-Tebeqat c.1, r.37, Teberî-Tarîx c.1, r.76, Se’lebî-Araîs r.47, Îbnî Asakîr-Tarîx c.6, r.354
(4) Îbnî Sa’d-Tebeqat c.1, r.37, Teberî-Tarîx c.1, r.76, Îbnî Asakîr-Tarîx c.6, r.354
(5) Belazûrî-Ensabuleşraf c.1, r.3
(6) Mesûdî-Murûcuzzeheb c.1, r.37
(7) Mir Hawend-Rawzatussafa. Terceme r.115
(8) Mesûdî-Murûcuzzeheb c.1, r.38-39
(9) Îbnî Quteybe-Mearîf r.10, Ye’qûbî-Tarîx c.1, r.7, Mir Hawend-Rawzatussafa. Terceme r.115
(10) Îbnî Asakîr-Tarîx c.6, r.359
(11) Teberî-Tarîx c.1, r.79, Mesûdî-Murûcuzzeheb c.1, r.49
12) Teberî-Tarîx c.1, r.79, Se’lebî-Araîs r.47, Îbni Esîr-Kamîl c.1, r.49
13) Teberî-Tarîx c.1, r.76, Se’lebî-Araîs r.47, Îbni Esîr-Kamîl c.1, r.47, Ebu Nueym-Hilyetulewliya c.1, r.167, Mir Hawend-Rawzatussafa. Terceme r.115
14) Îbni Sa’a-Tebaqat c.1, r.39, Teberî-Tarîx c.1, r.84, Îbnunnedûn-Fîhrîst r.39
15 Teberî-Tarîx c.1, r.75, Mesûdî-Murûcuzzeheb c.1, r.40, , Îbni Esîr-Kamîl c.1, r.47
16) Mesûdî-Murûcuzzeheb c.1, r.40, Exbaruz-zeman r.86, Îbnunnedûn-Fîhrîst r.39
17) Îbnî Quteybe-Mearîf r.10, Teberî-Tarîx c.1, r.76, Îbni Esîr-Kamîl c.1, r.47, Ebulfîda-Elbidaye wennihaye c.1, r.99
18) Teberî-Tarîx c.1, r.81, Îbni Esîr-Kamîl c.1, r.54
19) Teberî-Tarîx c.1, r.161, Ebu Nueym-Hilyetulewliya c.1, r.167, Zemexşerî Keşşaf c.4, r.245, Sa’lebî Arasî r.100, Fahrurrazî tefsîr c.31, r.150, Îbnî Asakîr Tarîx c.6, r.357, Ebussûûd-Tefsîr c.9, r.143, Aliyul-Mutteqî-Kenzul Ummal c.16, r.132
20) Mesûdî-Exbaruzzeman r.86
21) Yeqûbî-Tarîx c.1, r.8
22) Îbnî Quteybe-Mearîf r.10, Teberî-Tarîx c.1, r.81, Îbni Esîr-Kamîl c.1, r.54, Mir Hawend-Rawzatussafa. Terceme r.115
23) Teberî-Tarîx c.1, r.81, Îbni Esîr-Kamîl c.1, r.54,
24) Yeqûbî-Tarîx c.1, r.8
25) Îbnî Quteybe-Mearîf r.10, Yeqûbî-Tarîx c.1, r.8, Mesûdî-Murûcuzzeheb c.1, r.39, Îbni Esîr-Kamîl c.6, r.360, Îbni Esîr-Kamîl c.1, r.54
26) Yeqûbî-Tarîx c.1, r.8, Mesûdî-Exbaruzzeman r.86
27) Îbnî Asakîr-Tarîx c.6, r.359-360
28) Yeqûbî-Tarîx c.1, r.8, Mesûdî-Exbaruzzeman r.86
29) Neqla ji Zehebî Ebut-Teyyîb-Şifaulxiram c.1, r.442

M.Nûreddîn Yekta
2007-03-11

Social

Çîrok

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Helbest

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn