Hz. Ebu Bekir (r.a) (571-634)

Bûyina Hz. Ebu Bekir (r.a)

Esas navê wî Abdulkabe ye, di pey ku bû musliman Hz. Pêxember nabê wî danî Abdullah û bî atîk (bi mana ji ezab hat azad kirin) û siddiq (bi mana durust, emîn, rast) hatiye leqeb kirin. Bi navê Ebu Bekir (bi mana bavê têjikê deva) meşhûr e. Ji qebîla Benî Teym e û di Murre b. Ka'b da neseba wî û Hz. Pêxember digihîje hev. Navê diya wî Ummul-xeyr Selma, navê bavê wî Ebu Kuhafe Osman e. Kunya wî Abdullah b. Osman b. Amir b. Amir ..b. Murra et-Teymî ye.
Du sal û çend meh li pey sala Fîl ( 571 ) li Mekkê hatiye dunyayê û salek an sê (3) sal ji Pêxember biçûktir e. Di beriya muslimantiya xwe da jî gelek xesletên wî yên qenc hebûne. Her wekî di heyata xwe da, araq venexwariye û îbadetê ji pûta ra nekiriye. Bi iffet û namûsa xwe, ji herkesî ra wek mînak bûye. Ji mezinên (naskiriyên) Mekkê bû û di ilmê dîrokî da gotina wî muteber bû.

Dema Hz. Muhammed (s.a.s.) dest bi teblîxa Îslamê kir, ji bawermendên mêr yên yekemîn yek jî ew bû. Yekemînê Xulefaî Raşîdîn û dîsan yekemînê aşereyê mubeşşere (xên ku mizgîna cennetê ji wan ra hat) bû.

Tucarîyê dikir, bi qasî 40.000 dîrhem sermayê wî hebû û dema bû musliman pirrê malê xwe di rêya Îslamê da xerc kir. Piştî bû musluman dest avêt îrşadê û bi wasita (daweta wî) wî Osman b. Affân, Zubeyr b. Avvâm, Abdurrahman b. Avf, Sa'd b. Ebî Vakkas ve Talha b. Ubeydullah bûn musluman.

Ji ber di dema hîcretê da ku bi Pêxember ra bû, Qur'an'a Pîroz jê behs dike. "yek ji wan her du yên şikeftê" (1)
Heta dema cenga Bedrê, kurê wî Abdurrahman netêda, hemî malbata wî bûbûn musliman. Bavê wî Ebû Kuhafe, hem xelîfetiya Ebu Bekir hem jî mirina wî dît.

HZ. Ebu Bekir di hemî jiyana xwe da qet ji Pêxember neqetiya. Ji zaroktî da dostiyek wî ya bi Pêxember ra hebû. Hz. Pêxember di gelek tiştan da bi wî dişêwirî. (Ibn Haldun, Mukaddime, 206) Ereba ji Ebu Bekir ra "wezîrê Pêxember digotin.

Muslimantiya wî:

Dema Hz. Pêxember ji çiyayê Hirayê hat, ew Ebu Bekir rastî hev hatin. Hz. Pêxember jê re pênc (5) Ayetên Sureyê Aleq xwend û xwest ew bibe musliman. Ebu Bekir jî hima bû musliman. Di pey Hz. Xetîcê ra yê duwemîn ku bû musliman ew e. Hz. Pêxember derheq wî da wiha dibêje: "Îmana hemî insana û ya Ebu Bwekir bi hev re werin wezinandin ya Ebu Bekir girantir tê". Ji ber ewî hemî mal û zemanê xwe di rê ya Îslamê da xerc kir.

Hz. Ebu Bekir di dewra xwe da gelek mirovên ji qebîlên mezin kir musliman. Her tim li hember muşrik û zaliman derdiket û mezlûman jî muhafeze dikir. Gelek koleyên ku bûbûn musliman û ji xwediyê xwe zulim ditîtin ewn kirî û azad kir, her weki Bilâl, Habbab, Lubeyne, Ebû Fuqayhe, Amir, Zinnire, Nahdiye, Ümmü Ubeys.Diya wî, jina wî Ummu Ruman û qîza wî Esma jî bûbûn musliman, lê bavê wî û kurên wî Abdullah û Abdurrahman hêj nebûbûn musliman. Dîsan bi wasita wî, Osman b. Affan, Sa'd b. Ebî Vakkas, Abdurrahman b. Avf, Zübeyr b. Avvâm, Talha b. Ubeydullah bûn musliman. Îbadetê xwe bi eşkeratî dikir û bi vî awahî 13 salan bi Pêxember ra li Mekkê mucadele kir. Bi angorê rîwayeta Hz. Aişê, dema emrê hîcretê hat Hz. Ebu Bekir giriya. (2)

Dema behsa Miraca Pêxember belav bû muşrikên Mekkê çûn bal Ebu Bekir û jê pirsin. Hz. Ebu Bekir got: "Eger va gotina Pêxember gotibe raste û ez pê bawerim. Bi vê minasebeta jê ra leqeba "siddiq" hat dayîn. Bi tabîra Qur'anê "Ew çi hevalekî qenc e" jê ra hat gotin. (3)

Hîcret:
Hz. Pêxember Ebu Bekir girt cem xwe û berê xwe dan Medînê. Qîza Ebu Bekir Esma xwarin ji wan ra hazir kiribû. Piştî Ji Mekkê derketin, di bin seroktiya Ebu Cehil da grubekî mirov dan pey wan û li wan digeriyen. Dema Hz. Pêxember û Ebu Bekir hatin ba şikeftê, pêşî Ebu Bekir şikeftê kontrol kir û dûv re Pêxember çû şikeftê. Muşrikan mala qîza wî serobin kirin û pirsa herdukan dikirin, lê Esmayê ji wan ra ciyê herdukan negot. Dema muşrik hatin derê şikeftê, bi angorê te'bîra Qur'anê Pêxember wiha digot: " Tu xemgîn nebe, lewra Xwedê bi me ra ye" (4)

Hz. Ebu Bekir dibêjê: "Ez û Hz. Muhemmed em di şikeftê da bûn. Demek muşrik hatin ber derê şikeftê û lingên wan dixûyan, ez tirsiyam min ji Pêxember ra got. Pêxember got: "Huş be (deng neke) ya Ebu Bekir, mirov du heb heval bin û yê sisiya jî Xwedê be çi xem heye"?

Piştî sê (3) rojan her du ji şikeftê derketin û berê xwe dan Medînê û gihîştin Kubayê. Sê rojan jî li Kubayê man. Dûv re çûn Medinê. Ebu Bekir û hinek Sehabiyên Kîram ji germa li Medinê nexweşketin. Pêxember ji wan re dua kir û got: " Ya Rebbî Te çewa Mekke bi me dabû hezkirin wisan jî Medînê bi me bide hezkirin."

Daweta Hz. Pêxember û Aişa qîza Hz. Ebubekir li Medînê kirin û gelek mesref ji teref Hz. Ebû Bekir va hate dayîn. Biratî di navbera muslimanan da çêbû. Harise b. Zeyd bû birayê Hz. Ebu Bekir.

Hz. Ebu Bekir di çêkirina mizgefta Nebî da wek karkirekî kardikir û carnan jî bi mifreza (seriyye) ra derdiket û ji dijminan xeber distendin.

Di hemî cengên ku Pêxember diçûyê (xezwe), Hz. Ebu Bekir li cem Wî cîh digirt. Wekî herba Bedr, Uhud û Xendeqê. Wek din jî di cenga Mureysî, Qureyza, Xeyber, Mekke, Huneyn û Taifê da jî, bi Pêxember ra bû. Ji xêrê van cengan, derdorê 30 heb cengên din da jî, wî li kêleka Pêxember cîh digirt. Hetta di cenga Bedrê da kurê wî Abdurrahman bi muşrikan ra bû, lê wî terka Pêxember nekir û li hember kurê xwe şerr kir. Doz ne doza eqrebatiyê bû! Doz doza Xwedê û Dînî Wî bû. Bi vê minasebetê gelek sehabiyan wek Hz. Ebû Bekir bi eqrebayên xwe re şerr dikirin. Wekî apekî Pêxember Hz. Hemze li kêleka Pêxember bû yê din (Abbas) jî bi muşrikan ra bû. Dîsan birarzîkî Pêxember (Ubeyde) li kêleka wî, yên din wek Ebu Sufyan û Newfel bi muşrikan ra bûn. Hetta mêrê qîza wî Ebul-As jî li hember Pêxember şerr dikir.

Di sala 9.ê hicretê da li Medinê qitlixî çêbû. Di wê demê da dewleta Bizans dixwest ku herêma Şam û Hîcazê dager bike. Ji bo vî cengê Pêxember tedarika cengê dikir, lê ji ber qitlixiyê lê zor dihat. Hz. Ebû Bekir hemî malê xwe di vê cengê da hibeyê Pêxember kir, ku ji bo doza Îslamê were serfkirin. Di sala 10 ê hicretê da Heccul-Weda' hatkirin û di sala 11 da jî Pêxember nexweş ket.

Xelîfetiya Hz. Ebû Bekir:

Piştî nexweşiyê Pêxemberê me di 13 Rebiyülewwel ( 8 Hezîran 632 roja Duşemê wefat kir. ) Ku wefata Hz. Pêxember belav bû, gelek sihabiyan xwe şaşkirin û nizanîbûn çewa bikin. Hetta Hz. Omer got: "Muhammed wekî Musa çûye bi Xwedê ra diaxive. Kî bêje Muhemmed miriye ezê destên wan jêkim. (di hinek riwayetan da serê wan jêkim).

Hz. Ebu Bekir dema bi mirina Pêxember hesiya û hat bal cenazê Pêxember, eniya Wî maçkir û got: "Dê û bavê min bi qurbana te bin, tu di mirina xwe da jî wekî jiyana xwe rind î (qencî), bi mirina te pêxemberî dawî lê hat, şan û şerefa te ewqas mezin e ku mirov nikare li ser te bigirî. Ya Muhammed tu li bal Xwedê me ji bîr nekî û bila em her tin di bîra te da bin." Dûv re derket derva û Hz. Omer kerr kir. (da sekinandin). Berê xwe da muslimana û got: " Ey gelî însanan, Xweda yek e, ji Wî bêtir Xweda tunene, Muhammed benî (ebd) û qasidê Wî ye. Heqîqet li meydanê ye. Kî ji Muhammed ra benîtî kiribe, bila ew bizanibin ku Muhammed mir, Kî jî, ji Xwedê ra ebdîtiyê dike, bila bizanibin ku Xwedê sax e, baqî û ebedî ye. Ez dixwazim vî emrê Xwedê bînim bîra we:
"Muhammed sirf qasid e emrê me ye û di beriya wî da peygamber hatine. Ger bimire an jî bê kuştin hunê para da bizvirin? Êdî kîjan para da bizvire ewa tu ziyanê nade Yezadn. Bi rastî Yezdan wê sipaskaran xelat bike." ((5)
Kî Kitêba Xwedê û Sunnetê Resûlê Wî zexm bigire rastiyê dibîne, kî van her du ya ji hev biqetîne rêya xwe şaş dike, şeytan bi mirina Pêxember we nexapîne, we ji dînê we neke, firset nedin şeytan ku bi we re bikeve têkilayê." (6)

Piştî vê xeberdanê Ebu Bekir bi techîza cenazê Pêxember va meşxûl dibû. Ensar li Seqîfa Benû Saîde civîyabûn û dixwestin Sa'd b. Ubeyde yê reîsê qebîla Hazrec, bikin xelîfe li pey Pêxember. Hz. Ebu Bekir, Omer, Ebu Ubeyde û hinekên din ji muhaciran girt û çûn Benû Saîde yê. Li wir di derheq xelîfetiyê da hinek muzakere û nîqaş hate kirin. Ebu Bekir di navbera Omer û Ebû Ubeyde da sekinîbû. Bi destên herdukan girt, bilindkir û xest sehabe ji van herdukan yekî bikin xelîfe. Wî qet behsa xwe û xelîfetiyê nekir. Piştî vê xeberdanê, Hz. Omer derket holê û got; "em dixwazin Ebu Bekir bibe xelîfe û em vay jê re bey'et dikin". Bi vê tevgera Omer wanên wir hemî ji Ebu Bekir ra bey'etê kirin.
Rojek li pey vê bey'etê, di mizgefta Pêxember da, Hz. Ebu Bekir xutbekî xwend û herkesî jê re bey'et kirin. Ji bo defna cenazê Pêxember jî, hinek îxtilav di nava sehabiyan da çêbû, lê Hz. Ebu Bekir feraseta xwe bi kar anî û got; Pêxemberê me wiha ferman dike: "Kîjan Pêxember li ku bimire, li wir tê definkirin". Bi vî awahî ev îxtilafa jî ji nava sehabeyan rabû. Sehabeyan nimêja cenaze bê îmam li ser Pêxember kirin, ji ber ku di huzûra Wî da, kesî nedixwest îmamiyê bike!

Dibêjin ku di vê demê da Hz. Alî bi tevî Benî Haşemiyan û terefdarên wan, li mala Hz. Fatîmeyê civiyabûn û dibêjin ku Hz. Alî demekî bey'et nekiriye. Lê piştî xutba Hz. Ebu Bekir bi lez hatiye û bey'et kiriye. (7)

Ji vî tê zanîn ku ew rîwayetên ku dibêjin "Hz. Alî çend meha ji Ebu Bekir ra bey'et nekiriye" rast nîne. Her çiqas zeman zeman di navbera sehabiyan da îxtilaf çêbûbin jî, ev îxtilafana ji exlaq û karekterên sehabiyan tên, ne ji bo meselekî din. Mesela exlaqê Hz. Ebu Bekir pirr nerm bûye û yê Hz. Omer sert bûye. Carnan di hinek meselan da wek hev nefikirîbin jî, lê di dawî da li ser mijarê qirarên wan yek bûye. Di kargeriya Hz. Ebu Bekir da, sehabe tim jê re bûne destek, wekî di herba "Ridde"yê da Hz. Alî û Zubeyr b. Awwam di fikra Ebu Bekir da bûnin. (8)

Ji xelîfetiya Hz. Ebû Bekir ra î'tiraz tuneye. Her çiqas Pêxember di derbarê xelîfetiyê da tu wesiyetek nekiribe û tişt nenîvîsandibe jî, di derheq Hz. Ebû Bekir da gotinên Wî yên qenc hene. Di mizgeftê da derheq fezîleta Hz. Ebû Bekir da axiviye û di nexweşiya xwe da, ewî kiriye îmamê mizgeftê.

Piştî wefata Pêxember, Hz. Fatma hat cem Ebû Bekir ji boy mîrasê, Hz. Ebû Bekir got: "Pêxember çi kiribe bê şubhe ez jî wî bikim, şûn ve nemînim". Bi vî awahî her çiqas qîza Pêxember be jî di muamelên Îslamê da ferqa wê û kesên din tuneye. Di tetbîqa karên dewletê da, ji rê ya Pexember neqetiyaye. (9)

Ji vî jî tê zanîn ku, sehabeyên Pêxember çiqas girêdayê bi Sunnetê Pêxember va nin. (10)

Dema Hz. Ebû Bekir bû xelîfe, çû mizgeftê û ji sehabiyan ra got: "Ez yê we yê qenc nînim, lê îro ez hatime hilbijartin ji bo kar û barên we û bûm serok ji we re. Ger min wezîfa xwe qenc pêk anî, ji min ra alîkariyê bikin, ku min şaşîtî kir, rê ya rast bidin ber min; muddeyê ku min ji Xwedê û Resûlê Wî ra îtaet kir, hun jî îtaeta min bikin, ger min îsyan kir, ne pewîste ku hun îtaeta min bikin." (11)

Di dema Hz. Ebû Bekir da:
1- Bi murted û yên digotin "em nimêj dikin û zekatê nadin" şerr kiriye û wan îslah kiriye.
2- Bi pêxemberên derewîn (wekî Esvedu'l-Ansî, Museylemetü'l-Kezzâb, Secah, Tuleyha) ra şerr kiriye û wan ji holê rakiriye.
3- Zekat tekrar hatiye civandin û li musteheqa hatiye belav kirin.
4- Arteşa Usame ya ku di dema Pêxember da hatibû amade kirin, şand Urdunê û îsyanên li Bahreyn, Umman, Yemen û Muhrê destpêkiribûn hatin pelişandin.
5- Di hundir da, çewa bi nebaşan ra mucadele didomand, wisan ji derve jî bi du heb dewletên şehînşahîtî yên mezin ( Îran û Bîzans) ra şerr bûye û Hîre, Ecnâdîn, Enbâr, Iraq û Sûriye hatine fetih kirin.

Di dema cenga Yermukê da, Hz. Ebû Bekir wefat dike.
Wesiyeta wî ya ji Arteşa Îslamî ra pirr giranbiha ye: "Têkilî jinan, zarokan, pîr û kalan nebin, darên fêkiyan nebirin, cîh û waran xirab nekin, ji heddê xwe dernekevin û netirsin"

Komkirina Qur'an'a Pîroz:

Di herbên murtedda da gelek ji katibên wehyê, hafiz û qurra şehîd ketibûn. Hz. Omer xwest ku Qûr'an bê komkirin. Di serî da Hz. Ebû Bekir li fikra Hz. Omer germ mêzenekir. Lê dûv re, fikra Hz. Omer qenc dît. Di bin seroktiya Zeyd b. Sabit da heyetekî sazkirin û Ayetên Qur'anê yên ku berê li ser kevirên spî, belgên darên xurma, çermên xezalan hatibûn nivîsandin tev civandin serhev. Di heyetê da hafizul-Qur'an rûniştîbûn û kî ayet baniya, bi şahidtiya şahidan dihat qebûlkirin û bi hafizan dihat te'kîd kirin. Bi vî şiklî, Qur'an hat topkirin jê ev mushefa di dest me da hat ortê. Ev Mushefa di dest Ebû Bekir da ma heta ku mir, dûv re ket destê Hz. Omer, dûv re jî ket destê qîza wî, jina Pêxember Hz. Hefse. Di dema Hz. Osman da, Mushef hat pirrkirin û li hemî herêmên Îslamî hat belavkirin.

Wefata Hz. Ebu Bekîr:

Hz. Ebû Bekir di 13 ê sala Hîcrî di serê meha Cemaziyelaxir da nexweş ket û Hz. Omer di şûna xwe da îmam te'yîn kir. Bi sehabiyên Kîram ra îstişare kir, got; "ez Omer ji xelîfetiyê ra minasib dibînim". Hinekan ji ber sertiya exlaqê Hz. Omer îtiraz kiribin jî, Hz. Ebû Bekir wan îqna kir û hemî bi fikra wî razîbûn. Di saxiya xwe da ahîdnama xelîfetiya Hz. Omer bi Hz. Osman
da nivîsandin û bi gelekan jî da îmzakirin. Demek şûn ve di 63 saliya xwe da wefat kir, wekî dostê xwe yê Hz. Pêxember! Bi angorê wesiyeta wî, li kêleka Pêxember hat defin kirin û hevaliya wî di gorrê da jî, bi Pêxember ra dewam dike.

Şexsiyet û karekterê Hz. Ebû Bekir:
Bi duristî û bi teqwa xwe pirr pêşve bû, xweyî exlaqekî nerm, însanekî mutewazî bû, pirr difikirî lê hindik diaxivî. Bi angorê rîwayeta Hz. Aişê; mirovekî çav bi hêsir, dil bi xem bû. Mirovekî rû spî, sakin û rûyê xwe bi hinê boyax dikir. (12)

Di dema cahiliyê da jî, herkes pê bawer bû û wî di mijarên malî da, ji xwe re hakem qebûl dikirin û pê dişêwirîn. Hemî malê xwe di rêya Îslamê da xerc kir û di dema nexweşiya xwe da wesiyet kir, ku hemî meaşên wî yên di dema xelîfetiyê da sitendibû û hemî erdên wî tev werin firotin û îadeyê beytulmalê bikin. Dema wefat kir, ji xêrî devekî û kolekî tu tiştekî wî tunebû. Di saxiya xwe da, bi çar jinan ra zewicîbû û şeş zarokên wî hebûn.(13)

Hz. Pêxember di saxiya xwe da pirr medhê Hz. Ebû Bekir dikir her wekî:
"Ger min ji xwe re ji însanan dost bigirtana minê Ebû Bekir bigirta" (14)
Pêxember di nexweşiya xwe da hemî deriyên mizgeftê girtibû, lê derê Hz. Ebû Bekir vekirî hîşt, ev jî dide nîşandayîn kû qedrê wî li cem Pêxember bilind bû.
Hz. Ebû Bekir ji Qur'an û Sunnetê baş fêm dikir, ji wî ye jî di dewra wî da muxalefeta wî bi Nass"ê ra nahatiye dîtin, her wiha di dema wî da tu fitneyî jî çênebûye. (15)

Wî digot: "Lêbelê ez tabiê Pêxember im, ez nikarim ji nû ve hinek tiştan (qanûnan) deynim. (16)

Ewî zatî pirr hindik, bi tenê 142 Hedîs rîwayet kiriye. Ji ber ku ditirsiya û digot "dibe ku ez tiştek şaş bêjim".

Hinek gotinên Hz. Ebû Bekir:
1- Hz. Pêxember bi wehyê dihat parastin, lê yê min şeytanekî min heye û qet terka min nake.
2- Di karên xwe yên bi xêr da lez bikin, lewra ecelekî pirr bi lez li pey we tê!
3- Ew gotinên ku ji bo Xwedê nayn gotin, tu xêr di wan da tuneye!
4- Ew kesên ku ji lomê xelkê ditirsin û heqiyê nabêjin, di wan da tu xêr tuneye!
5- Sirrê emelî însan, sebr e!
6- Ji xêrî îmanê, ji tendurûstiyê çêtir tu nîmet tuneye!
7- Beriya ku hun ji hesab (bers) nehatin pirsîn, hun bi xwe ji xwe hesab bipirsin! (17)

--------------------------------------------------------------------
1- Tewbe/40
2- Ibn Hisâm, es-Sire, II, 485
3- En-Nisa/69
4- Et-Tewbe/40
5- Alî Îmran/144
6- Ibn Hisâm, es-Sire, IV, 335; Taberî, Târih, III, 197,198
7- Taberî, Târih, III, 207
8- Ibn Kesir, el-Bidâye we'n Nihâye, V, 249
9- Taberî, III, 220
10- Ibn Teymiye, Minhâc'üs-Sünne, III, 230
11- Ibn Hisâm, es-Sire, IV, 340-341; Taberî, Târih, III, 203
12- Ibnü'l Esir, el-Kâmil fi't-Târih, II, 419-420
13- Tabakat-i Ibn Sa'd, VI, 130 vd.; Ibnu'l-Esir, II, 115 vd
14- Buhâri, Salât, 80: Müslim, Mesâcid, 38: Ibn Mâce, Mukaddime, II
15- Buhâri, Fedâilü'l-Ashâbi'n-Nebî, 3
16- Taberî, IV, 1845; Ibn Sa'd, III, 183
17- Ebû Nuaym, Hilye, l

M.Nûreddîn Yekta
01.04.2001

Social

Çîrok

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Helbest

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn