DUBEYTÎ Û BABA TAHIRÊ URYAN

DUBEYTÎ Û BABA TAHIRÊ URYAN

“Dubeytî” bi tevayî ji çarînan pêk hatiye. 4 xezel jî tê de hene. Şemaya qafîyê ya dubeytîyan bi tevayî : aaxa’ye.

a_________arezûyê
a_________lalerûyê
x_________çiyan
a_________nayê

Şiklên sazgerên van helbestan gelekî ne eşkere ne. Ji ber ku her çarîn serbixwe ye û rûbaî bi qalibên mefûlü (- - . ) yan jî bi mefûlün ( - - - ) despê dikin em karin bibêjin ev çarîn nêzîkî “Rûbaî”ye. Em dibêjin nêzik e ji ber ku di rûbaîyan de bêtir fikrên felsefî û kûr hene. Çarînên Baba Tahir jî hinekî wisa ne; lê bi tevayî derd, xem, êş, kul û jana evînê ne. Eger ku em şemaya qafîyê aa, xa bistînin wê demê yekeya sazger dibe xane (malik). Li gorî van zexmkirina em karin bibêjin şiklên sazgerên van helbestan li gorî navê kîtabê “Dubeytî”ne. Di edebîyata Ereb û Tirkan de şiklên sazger yên ku ji du xaneyan pêk tên “Qita” ne û şemaya qafîya wê jî : “xa, xa” ye. Qiteyên ku digihên 10-15 xaneyan jî hene. Ji ber van sedeman “dubeytî” şikleke resen e.

Di “Dûbeytî” de Baba Tahir, bahsa evîna beşerî û evîna ilahî herdûkan kiriye. Di helbestên xwe de behsa hesreta yarê kiriye. Çiqasî bêrîya evîna xwe ya beşerî kiribe jî bêtir bi hesreta Allah e. Ji bo evînên xwe carnan mîna bilbilan dinale, carnan digrî, carnan jî dil û cîgera wî bixwîn e. Gelek caran sedema vî halê xwe dike sukra felekê. Geh di zindana evîna beşerî de ye geh xwe davêje Allah. Nikare bi dilê xwe yê şewitî. İradeya wî di destê yarê de ye. Ji ber van sedeman mirov karî bibêje, Baba Tahir, di rêya terbîya nefs de dimeşe. Ji axretê bahwer dike, xwe hazirî mirinê û gorê dike.

Baba Tahir di hin helbestên xwe de xwe perîşan, tenê, xerîb û kêm dibîne. Li gorî ku Baba Tahir, halê xwe disewirîne, wî hîna nefsê xwe tam terbîye nekiriye. Rêya terbiya nefs dirêj û zehmet e. Ku mebesta mirov Allah be, evîna beşerî pirek e. Baba Tahir, ji ber ku xwe xistiye bin fermana evîna beşerî xem û derd dev jê naqerin :

“Ji halê xwe ez bi xwe bêxeberim
Nizanim hazirim yan li seferim
Fixan ji destê te ey bêmiruwet
Vê zanim ku ‘umrekê derbederim”

Baba Tahir gelek caran ji dilê xwe gazinan dike. Dilê wî tolaz e, bi ya wî nake û wî dixe nav xeman. Ku mirov nefsê xwe terbîye neke mirov êsîrê dil e. Dil (qelp) bi wateya xwe ya Erebî : yê ku diqulipe, tê guhertin, li cihekî nasekine. Kengî dil (qelp) terbîye dibe, şa dibe, kamil dibe û dikeve halê “Fûad” lê Baba Tahir carna ji vî halî dûr xûya dike:

“Nizanim ku dilê min dînê kêye
Li ku digere û li mala kêye
Nizanim ku dilê ‘aware yî min
Dîlê mestane yî nêrgîza kêye”

Di helbestên xwe de Baba Tahir, yara xwenî beşerî zalim dibîne:

“Li kû û bi kêre me, tu dibînî min
Ji cewra te sotîne hestîyê min
Tu kê difikire zalim, bibêje
Ahê min tîrin û nalîn kevanin”

Evîna beşerî carna Baba Tahir dixe şîrkê. Herweha yara xwe dişibîne sanemê (pût). Mixabin mirov ku herdem ne şîyarbe, ji bo demeke hindik mirov kare evîna Îlahî ji bîr bike :

“Çi xweş e ev wusleta deng melekê
Sirf bi wusleta te arama dil tê
Ji derdê te ey sanema şêrînqam
Herdem li serîye destê hesretê”

Zexmkirina vê psîqolojîyê yek jê jî pirsîyarî ye. Mirovên pirsîyar, têkçûnê zû bi zû navêjin ser mirovên din. Li gorî İslamê jî mirov karî bibêje, li hemberî mûsîbetan pêwîst e mirov sebir bike û wê mûsîbetê ji xwe re bike sedema pêş ketinê. Ji ber ku mûsîbet serbixwe ne pîs in. Ji mirov re firsend e, ikrameke Îlahî ye. Ji ber tiştên ku mirov bi hineka din kiriye, Allah nîvê wê bi me ditamîne, pêwîste em li hemberî her mûsîbetê sedema xem û derdan di xwe de bigerin. Lê Baba Tahir li çend deveran felek bi hunerek edebî, bi Mecaza Mursel, ji xwe re kiriye sedem û xwe ji berpirsîye xelas kiriye :

“Felek te ez perîşan kirim axîr
Te ez dûr ji yara can kirim axîr
Te ez li nav texta tewlê rûnandim axîr
Û bi şeş û pênç te ez wêran kirim axîr”

Em zanin ku Allah barê herkesî li gorî wan dide. Barê ku tu nikarîbe rahijê Allah ji xwe li te bar nake. Baba Tahir binêrin bê çawa gazinan ji felekê dike. Adresa gazinîyê û gazinîya wî, bi xwe jî xelet e :
“Felek tu çima li min ezayê dikî
Tu gul nebî çima tu istirîyî
Tu ku ranajî ti barî ji ser min
Çima tu barî nû li min bar dikî”

Nakokîya di nav herdu evînên Baba Tahir de ev e ku ferqîyê naxe nav evîna beşerî û İlahî. Ku di evîna beşerî de nefsa xwe terbîye kiriba wê êş ji bo evîna Îlahî tenê kişandiba. Ew êş jî xûşû û teqwe ya Allah e. Hesreta Allah jî li vê dinyayê wilo tê çareserkirin. Şertê evîna Îlahî weke ku di Qur’anê de jî hatiye gotin : “Eger hûn ji Allah hez bikin, xwe tebayî min bikin, da ku Allah jî ji we hez bike û we efû bike” A.İmran-31. Em fêm dikin ku evîna Îlahî ne hezkirinek bi lêvan e, bi tevger û ehlaqê Hz. Muhammed tê cih. Pêwîste mumîn li ser vê evînê pir hendaze be. Dibe ku evînên beşerî mirov ji rê derxin. Nakokîya ku me zexm kiriye û ev hendezatî di helbestên Baba Tahir de wilo diyar bûye :

“Cardin bû şev da canê min bisojê
Ji serî heta piyê min bisojê
Ji bo xatirê yeke sebzerengî
Ditirsim ku îmana min bisojê”

Piştî van rexneyan mirov pêwîst e heqê Baba Tahir teslîm bike ku ji herdu evînan dîsa jî bêtir ji evîna Îlahî hez dike. Mirov dibe ku biguhere. Demekê ew bilbilbû niha ji hineka din re dibêje bilbil :

“Wer bilbil em binalin ji serê soj
Were eşqa seher ji min biamoj
Tu ji bo gula pêncrojan dinalî
Ez ji bo dilaraya xwe şev û roj”

Zane ku piştî xem û derdan dîsa çareya wî Allah’e :

“Îlahî biçim cem kê biçim cem kê
Ez ku bêdest û bê pa me biçim cem kê
Hemû min biqewrînin tême cem te
Ku ji te biqewirim biçim cem kê”

Bandora İslamê yek jê jî “Terbiya Nefs”e. Baba Tahir jî zane ku bêyî terbiya nefs mirov nikare bighêje Allah. Pêwîste ku dil ji sanemên dinyayê paqij bibe. Azadîya dil gelek caran bi “Ji xwe dûrxistina hewesên dinyayê” ava dibe. Gelek caran ku mirov tiştan neke jî mirov azad dibe :
“Tu ji min dûrî dilêm jî ji min dûr
Hemû hewesên dinyayê jî ji min dûr
Bi canê dilber ku herdu ‘alem de
Ji bil dilbera min, her tişt ji min dûr”

Baba Tahir, evîna xwe ya İlahî li her deverê dibîne. Zane ku ayetên (Nîşan) Allah li her deverê ne:

“Ku li çolê binêrim, te dibînim
Ku li behrê binêrim, te dibînim
Her cîhê ku dinêrim, gund, der û ber
Nişanek ji qamxweşa te dibînim”

Şertê evîna Îlahî weke ku me got itiata Hz. Muhammed’e. Helbestvanê me piştî demekê ev jî anîye cih :

“Ez im Tahir ku bi derd û cefayê
Xulamtiyê ji Muhemmed re dikim”

Helbestvanê me yê qlasîk, vê dinyayê fanî dibîne û şîretan ji bo axretê dike. Li gorî wî, pêwîst e ku xem û derdên mirov ne ji bo malê dinyayêbe; ji bo axretêbe :

“Sertaser malê dinyayê sotinî bî
Çav ji malê dinyayê girtinî bî
Xem û derdê te yên îro divê ku
Ji bo roja heşrê civandinî bî”

Di hinek çarînên xwe de, xwe bi temamî teslîmî Allah kiriye :

“Hem derdê min hem dermanê min ji dost
Hem wesla min hem hicrana min ji dost
Eger qesab çemrê min ji beden kê
Ti dem venaqete canê min ji dost”

Li gorî helbestvanê me evîndarê Îlahî pêwist e herdem bibela be û bedelekê bide. Di dubeytîya jêrê de bi hûnera telmîhê, ev fikrê xwe anîye ziman :

“Aşiq ew e ku herdem bi belabe
Mîna Eyûb bi kurman mumtelabe
Weku Hesen binoşê tasa jahrê
Mîna Huseyn şehîdê Kerbelabe”

Baba Tahir di kitaba xwe ya “Dubeytî” de gotiye :
“Ez ustadê zimanê Pehlewî me
Ji kitêba evînê re mester im.”

Sabah Kara jî dibêje, min ev kitap ji zaravayê Lorî vergerandiye. Gelo çi têkilî di nav Pehlewkî û Lorî de heye ? Ma Pehlewkî jî zaravayek Kurdî ye?

Çavkanî: Sabah Kara, Baba Tahirê Uryan, Dubeytî, , Nûbihar, Nîsan 1998, Stenbol

nîşe: Ev nivîs di kovara çîrûsk de berî niha hatiye weşandin.

Social