Di sedsala 21'an da, Zêdetir ji 21,000 peyvên Zanistî, xwe jî bi Kurdî (her sedsalek, 1000 peyv)

Zanist 1

1-Ji kešfkirina Gaza vejîner heya mirina bi gîyûtînê...

Antoine Lavoisier, kašifê sereke yê gaza Oxygen'a li hewayê bû ku di sala 1794'an di temenê 50 salîya xwe da, bi tohmet û gumana xîyanetkirin li dijî dewleta Firansayê, teslîmê gîyûtînê bû.

Edoyê Xayîn

2-Fauja Singh, di temenê 89 salîya xwe da, jiber nexwešîyek ku wî pirî caran xembar dikir( xemokî), dest bi spora revînê kir.

Ew di 102 salîya xwe da, karî wek kaltirîn revokê cîhanê, bešdarî kêbirkêya Maraton'ê ya ku li Hong Kongê lidar ket, bibe.

Kalê dil kir, Hong Kong, qul kir....

Edoyê RevYok

3-Jibo dîtina Kindirên ku Teorîya Kindir, pêšbînî kirîye, pêwîstî bi Lezdereke( Accelerator) bi qasî kehkešana Rîya Kadizê Heye!

Edoyê LezDer, LezKer, LezGer, LezOk û LezGîn

4-Gaza Hydrogen, li ser Erdê bêrenge lê di atmosfera gerstêrka Mišterîyê( Jupiter) da, ew vediguhere maddeyeke din ku tu kes nizane çî ye!

Tê pêšbînîkirin ku sedema germahîya pir zêde ya atmosfera Mišterîyê jî jiber lekkeyên sor yên li ser wê ne.

Edoyê LekkeDarê SorSorîk

5-Ez ji dil bawer im ku qe tu kes ji Mekanîka Kuwantom, fehm nake.

Richard Feynman, Fîzîkzanê Amerîkî( 1918-1988)

Edoyê KîjanAtom

6-Merivên mezin, liser teorîyan xeberdidin, yên orte liser bûyeran û yên biçûk jî li pey xelkê......!

Fyodor Dostoyevsky

Edoyê Vinnê

7-Ji Bileztirîn estêrkên ku meriv heya niha dîtîye, yek jê, ya di wêneyê da nîšankirî ye ku:

Fasileya wê ji me, 164 hezar sala Ronahîyê ye,

Û

Eger hûn li ser rûbera wê bisekinin, hingî hûnê bi leza 2 milyon kîlometer di sanîyeyekê (km/s) di fezayê da, hereket bikin.

Edoyê LezGêjOk

8-Yekem Romana Kurdan, " Šivanê Kurda" bi dengê Edo Makûyî:

Olana dengê Šivanê Kurda di navbera 3 çîyayên Elegez, Bînalûd û Agirîyê da:

9-Lêkoler spray'ek çêdikin ku di cêva merivan da cî dibe û di demeke pir kurt da bi pekandina wê ya li ser birînên xedar, ew pak dikin.

Mekanîzma spray'ê li ser esasa berhemanîna sellûlên bingehîn û termîma( xwexwetîmarkirin) wan birînên xedar e.

Edoyê BirînKûr

10-Gelo we dijmin hene?

Pir baš e

Ev yek nîšan dide ku,

Rojekê, di jîyana xwe da

We Karekî pir girîn, pir bi bašî, qedandîye.

Winston Churchill

Edoyê BêDost

11-Ev stêrkê ku hûn li wêneyê dibînin, bileztirîn stêrke ku ji kehkešana Rîya Kadizê direve.

Stêrka "US708" vaye bi leza 1200 km/s ji kehkešana me dûr dibe û jê direve.

Edoyê RevOk

12-Kešfa pêwendîya navbera cirm û enerjîyê ya ku ji alîyê Albert Einstein hate îsbatkirin û bikarhanîna wê di çêkirina bombeya Atomî, dišibe wê ku em kešfa Newton ya cazibe û hêza kaša Erdê bi ketina balafiran va girêbidine hevodin û wî wek sûçdar bibînin.

Edoyê BombelêKetî

13-Tav bi lezeke pir kêm li dora menzûmeya xwe digere û ev yek dibe sedem ku em wê wek dayîre yan gilovereke gulmutîk bibînin.

Eger leza zivirîna Tavê pir pir zêde ba hingî menê wê gunikî bidîta.

Edoyê Gulmutîkê Giloverê Hêdî

14-Eger bîyanîyên pêšketî, bikaribin teorîya nisbîyeta taybet( Einstein) neqz bikin, hingî werin em wisa bidin ber çavan ku ew rabihorîya me biguherin, wek mînak di 10 hezar salan berîya dema me ya niha da, hêrišî me bikin lê bê guman ew nabe çimku ew jî li hember leza ronahîyê teslîm in û çok danîne.

Edoyê ÇokTeslîm

15-Eger hûn li ser Seth yan rûbara Tavê bisekinin hingî hûnê fasileya navbera Makû Heya Xuresanê di 14 deqeyan da, bimešin.

Edoyê OrtaMakêXuresan

16-Di eslê xwe da, madde vala ye!

Ya ku dibe sedem em wan camid bibînin, ew e ku elektronên wan tištên camid û yên bedena me, hevodin dahf didin( berdidine hev) loma jî ev camid-dîtin, wek xeyal û tevehummeke vala ye.

Michio Kaku

Edoyê XeyalPûç

17-Eger cîhan, rûpela rojnameyek be:

Amerîka, beša sîyasîya rojnamê ye

Ewrûpa, beša Huner û Sporê ye

Afrîqa, beša pêwîstîyên rojane

Çîn, beša aborîya wê

Rojhilata Navîn jî beša Bûyerên xembar, tirajedîk û kujera wê

Edoyê RojNaMeGer

18-Eger Dirêjahîya Pêlên Ronahî yên ku ji kehkešanên pir ji me dûr, tên wergirtin, 3% berfirehtir werin xûyan, naxwe gerdûn aniha 3% mezintire ji dema pekyana Ronahî ji wan kehkešanan!

Pîvana veguhestina ber bi Sor, nîšanderê mezinahîya vebûn û berfirehbûna gerdûnê ye.

Edoyê BerFireh

19-Eger nefreta we, bikare bibe elektrîsîte, ewê karibe hemû cîhanê vêxîne û ronî bike....

Nikola Tesla( 1856-1943)

20-Ligor teorîyeke zanistî û bi mihasibeya mezinahîya vebûn û berfirehbûna( inbisat) Cîhanê, tê texmînkirin ku cîhan dê 21 milyard salên din, ji holê rabe û hingî dê enerjîya tarî ya gûšîyên kehkešanan, hêlmêl bibe û wê hetahetayê vemire û ji holê rabe.

Edoyê Taromar û HêlMêl

21-Foton, zerreyên pir pir nisbî( ligor û li ser esasa tištên din) ne û mumkine ku temenê wan tenê bi qasî kêlîyek bin, lê heman dema pir pir kurt, dibe ku ji bo me bi qasî çend milyard salan yan çend sed milyon caran ji temenê Cîhanê jî, zêdetir were Zanîn!

Edoyê EmirDirêj lê KurtZan

22-Tu pirsgirêk, ji heman seth û rîya ku çêbûye, naye çareserkirin, gerek em fêr bibin ku dîtina xwe ya li ser cîhanê biguherînin.

Edoyê GuhertOk

23-Qotra Kehkišana Rîya Kadizê, 100 heya 120 hezar sala Ronahî ye û Menzûmeya Tavî di nuqteyeke wê kehkešanê da ye ku eger ji kêleka wê va li Erdê were mêze kirin, hingî dê 30 hezar salan berîya wê were dîtin.

Edoyê Kesnedîtî

Edo Makûyî

Social