Dawîya dawî ''Hydrogen'a Metalîk'' hate Çêkirin

Dawîya dawî ''Hydrogen'a Metalîk'' hate Çêkirin

Zanist, bi qasî 5,015,587.5 Bar'an(4.95 million atmospheres of pressure or 500 Gigapascal), Bar danî ser milê Kovara Zanistîya Barê( Vî giranbarî ne Bar be kî dikarî hilgirî)……
1 atmosphere: 1.01325 bar: 101.325 kilopascals
Fîzîkzanên zanîngeha Harvard, îddia kirin ku bi danîna 4.95 milyon Atmosphere fişar li ser Hydrogen'a şilek(avîn), karîne Hydrogen'ek Metalîk berhem bînin ku heya niha li ser Goga Erdê tine bûye.
Fîzîkzanan pêşbînî kirine ku Hydrogen'a Metalîk, cureyek Superconductor'a(derbasderê herî bihêz ya elektrîsîteyê ku li himber herikîna karebayê tu bergirîyê nake) rastîn e ku bi tesbîtkirina wê dikarin ji depokirina enerjîyê bigire heya Rocketan, şoreşek bêmînak pêk bînin.
Li gor rapora meha September'ê, ya li ser 2 meqaleyên zanistîyên cihê ku li ser berhemanîna Hydrogen'a Metallic hatibûn dayîn, pêşbînîya 80 salan berîya niha îdî mumkin bûbû. Koma zanîngeha Harvard, dawîya dawî karîbû berhemanîna haleta ne-mayînde û jihevveqetînerê maddeyek, birêve bibe.
Fîzîkzan, Isaac Silvera ku 45 salan li ser vê mijara zanistî xebitîye, tevî Ranga Dias, xebatên xwe di kovara zanistîya Science da, da weşandin.
Jibo berhemhatina Hydrogen'a Metallic, koma Silvera bi rîya 2 almasên taybet ku dikarin barên pir pir giran tehemmul bikin, fişar xistin ser gaza Hydrogen'ê û paşê jî bi daxistina dereceya germahîyê heyya -252 dereceya Selesyûsan, wê veguherandin haleta şilekî. Paşê hêdî-hêdî pestoya ser Hydrojena Req, bi rîya pêçandina pêçeke poladîn ber bi alîyê almasê veguhezandin. A li wûr bû ku guherîn xûya bû.

Di fişara 2 milyon Atmosphere'ê da(yan 200 Gigapascal)Hydrogen, şeffaf û zelal dimîne. Ew di 4 milyon atmosphere'ê da ku mezintir e ji fişara navenda Goga Erdê, reş dibe. Paşê derdora 4.95 milyon atmosphere'ê da Hydrogen bi qasî 90% destbi şewqvedana xwe ya hindirîn dike. Ev tê wê wateyê ku Hydrogen veguherîye forma Metalê, haletek ji Hydrogen ku berê tu carî li ser gerstêrka me nehatîye dîtin. Silvera vê navê lê kirîye: '' Kapa Miqeddesa Fîzîka Herî Givaştî''
Ya rast, ev ne şahkareke biçûk e. Veguherandina Gaza Hydrogen bi haleta Metal, fenomenek bi navê Veguhertina Wigner-Huntigton e ku yekem car di sala 1935'an da hatîye pêşbînîkirin. Azmayişên berê jibo piratîzekirina fenomena han, biserneket çimku almas di jêr fişara pir pir zêdeya han da, dişkest, dibe ku eyb ji almasan bûbe yan jî Hydrogen bixwe di nav tevna kirîstalîya Almasan da belav bûbe û bi vê yekê herd almas ji hev bela bûbin. Jibo çareserkirina van pirsgirêkan, koma Silvera ji Teknîka Suwaxkirina Yonî ya ku bixwe jî tevlî redaksîyonê dibe, karî eybên nanoscale(kêmasîyên herî çûçanok) ji nav bibe û bendek ne-belavker (diffusion barrie) bi rîya suwaxkirina almasan bi layeyek ji Alumînayê, pêkbîne.

Sade Lê Bihêz
Hydrogen, yekem unsura cedvela peryodîk(Periodic Table), atoma herî bingehîn e ku tenê xwedîyê Proton û Electron'ek e. Potansîyeleke nebînayî ya pir pir mezin di forma metalîka wê da heye. Loma fîzîkzanan pêşbînî dikin ku Hydrogena Metalîk, superconductoreke rastîn be. Ev yek dibe sedema bêhejmar taybetmendîyên wê di warên bêhejmar da.
Wek mînak eger hûn ji Hydrogena Metalîk, wayêran çêbikin, hingî dê di veguhestina enerjîyê da, tu telefat pêkneyên çimku ew li hember herikîna enerjîyê, tu bergirîyê nake. Aniha em jiber germbûna wayêran di dema veguhestina enerjîyê da, telefatek mezin ji enerjîyê didin. Bi dîtina Dias, ew dikare bibe sedema çêbûna depoya magnetîk ya herî-kareba-derbasder(superconducting),di cihên wisa ku cereyanên berxwedêr di pêçokên(coil) superconductorî da dimînin.Ev yek dikare jibo xweyîkirina hevkêşeya alav û amûrên ku di şebekeya karebayê da tên bikaranîn, bikêr be, bi taybet di bikaranîna jêderên ku veguherbar(renewable) in, yên wek jêderên tavîn û bayî ku pê elektrîsîte berhem tên da. Çimku tê payîn ew di germahîya odê yan jordatir da dikare bixebite, Hydrogena Metalîk dikare şûna magnetên ku aniha li makîneyên MRI tên bikaranîn jî, were îstifadekirin.
Bikarhanînek din ya Hydrogena Metalîk jî ku Dias wê wek'' herî romantîk'' bilêv dike dê jibo şemendefirên herî bilez yên megnetîk ku di xelaya borîyek taybet da nuqum dibin, werin bikaranîn. Ev yek dikare şoreşek mezin di sîstema veguhestina pir pir bilez (di-xelayê-da-nuqumbûyî) ya bi navê Hyperloop, pêkbîne. Ya din jî bikarhanîna Rocket'ê ye. Haleta Metalîka Hydrogenê wisa lê dike ku veguhere forma Hydrogena bi''enerjîya ajoker û palderê rocketan ya herî bihêz''. Hydrogena Metalîk dikare 4 caran ji ardû û şewatoka ku bi rîya mûlûkûla Hydrogen û Oxygena şilek, tê bidestxistin, bihêztir be. Eger Hydrogena Metalîk, germ bibe, dê veguhere forma Mûlûkûla Hydrogenê û bi vê yekê enerjîyek pir pir mezin û kêrhatî, jê azad bibe. Bi dîtina Dias'' Ewê şoreşeke rocketî be'' çimku dihêle em gerstêrkên din keşf bikin, rocketên xwe tenê di merheleyek da bavêjin vedorê û pê bar û pêwîstîyên zêdetir bibin Fezayê.

Wek tê zanîn, aniha tenê ev Hydrogena Metalîk e ku li ser Goga Erdê heye û li labaratuwara Silvera, di navbera 2 almasan da li jêr pestoyek pir pir mezin tê xweyîkirin. Kom hê jî dixwaze bizane, eger fişara liser Hydrogena Metalîk, were hildan, hingî dê Hydrogena Metalîk karibe mayînde û neguher(stable) bimîne. Dibe ku ew winda bibe jî çimku mezinahîya wê 5 caran ji têleke porê mirovan jî, biçûktir e (bi qotra 10 micrometer) werhesil heya hînga werin em jibo vê keşfa nuwaze, cejin bigrin û li benda rojek ku Hydrogena Metalîk cîhana me bi temamî diguherîne bin.
Jêder: https://futurism.com/scientists-have-finally-created-metallic-hydrogen/
Wergêr: Edo Makûyî, Payîza 2017'an

Social

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.