Baştirîn Destkeftên Zanistî Yên Cîhanê Di Sala 2016’an Da

Baştirîn Destkeftên Zanistî Yên Cîhanê Di Sala 2016’an Da

1-Di cîhanê da jibo cara yekem bû ku Zanîyarên muesseya zanistîya California(Caltech) û muessiseya zanistîya Massachusetts (MIT), pêlên kaşker, rasterast dîtin. Ev pêl ji hûrpêlên nav feza û demê pêktên ku ew jî jiber lihevketin û yekbûna du reşçalên 29 û 39 caran ji Tavê mezintir, pêkhatine.

Pêlên Kaşker ji alîyê Albert Einstien va di Teorîya Nisbîyeta Giştî di sala 1915’an da hatibû pêşbînîkirin. Lêkoleran bi resedkirina sîgnalên wergirtî têderxistin ku du reşçal di demeke pir pir biçûktir ji sanîyeyekê da bi leza nêzîkê nîvê leza Ronahîyê li hev qelibîne û beşek ji cirma wan li gor hevkêşeya Cirm- Enerjî ya Einstien veguherîye forma Enerjîyê.

2- Hafizeya Sûpermen a şeffaf
Lêkolerên zanîngeha Southampton’a Îngîlterayê, kîlereke datayan ya 5-alî çêkirin ku dikare 14 milyard datayan di xwe da xwedî bike. Di vê teknolojîya nuwaze da, data li ser dîskeke ji şûşeyan çêbûyî bi rîya leyzereke pir pir bilez û bi alîkarîya palsên ronahî yên kurt û bihêz, dê werin nivîsîn. Dosye jî dê di 3 layeyên ku ji xalên Nanoyê pêkhatine, bi fasileya 5 mîkrometer ji hevodin, werin nivîsîn.

3- Cedwela Peryodîka Nû Jibo Sala 217’an

Zanîyarên Japonî, Amerîkî û Rûsî, 4 unsurên mesnûyî(ne-xwezayî û bi rîya sentezan çêbûyî) yên nû keşf kirine ku di rêza heftan a cedwela tenawubî da cih digrin. Nihonium, Moscovium, Tennessine û Oganesson wek elementên 113, 115, 117 û 118 yên cedwela peryodîk hatin îlankirin. 94 elemntên despêka cedwela peryodîk jixwe di xwezayê da hene lê elementên pir pir giran bi jimareyên Atomî yên 95 heya 118’an, di labaratuwaran yan di reaktorên dendikî(Navokî) da hatine çêkirin.

4- Berhemanîna Cureyên Nû Ji Heyatê

Lêkolerên muessiseya Craig Venter, Sellûleke mesnûyî ya ku xwexwe zêde dibe çêkirine ku tenê ji jenên pêwîst jibo heyatê pêkhatine. Ev destkeftek pir pir mezin e çimku ev biçûktirîn Jenoma ku di labaratuwarê da candarek bi rîya wê dikare were perwerde kirin e. JCVI-syn3.0 ji 531,560 cot sitûn û 473 Jen ku giş jibo jîyanê pêwîst in, pêkhatîye.

5- Pêkanîna Xebatên Merîx Li Ser Erdê

Komek 6 kesî ji zanîyarên seranserê cîhanê di meha August da, xebatên ku divê paşê li Merîx bihatana kirin, li Hawaii wan şebîhsazî (Ceribandin, pêkanîna û taqîkarîyek ku tam dişibe rastîyê,) kirin. Zanîyar tenê bi cilên fezayî dikarîn derkevin derva. Ceribandina han, wek destkeftek pir mezin hate zanîn.

6- Keşfa Jimareyeke Despêkê Ya Nû Ku Rekora Berê şikand

Matematîkzanên zanîngeha navendî ya Missouri, Jimareyeke Despêkê ya nû keşf kirin. Jimareya Despêka M74207281 ku wek Jimareya Despêka Mersenne (Mersenne odd numbers) tê naskirin bi carkirina jimareya 2 bi qasî 74 milyon û 207 hezar û 281 caran li jimareya 2 bixwe û kêmkirina jimareya 1 jê, tê bidestxistin. Ev jimare ji 22 milyon û 338 hezar û 618 reqeman pêkhatîye û hema bêje 5 milyon reqeman ji jimareya despêka berê mezintir e. Jimareya Despêk, ji jimareyên ku tenê bi xwe yan bi jimareya 1’ê tên parvekirin ra tên gotin.

7- Rekora Temendirêjtirîn Heywan

Koseyek bi navê Somniosus Microcephalus ku li Greenland dijî, di nava bimovikan da, wek temendirêjtirîn heywan hat nasîn. Ev Kose dikarin 400 salan bijîn.

8- Şikandina Rekora Gerdûnê Bi destê Koma Hubble’ê(Hubble Space Telescope)

Stêrknasan bi bikaranîna wênegirên 3-alî yên Hubble’ê ku wêneyên wan di 20 salan da hatibûn qeydkirin, têderxistin ku herî kêm 2 Tirilyon Kehkeşan di gerdûna ku dîtbar e da, hene. Ev hejmar hema bêje 10 caran zêdetir e ji texmîna berê.

9- Keşfa Sedema Nexweşîya Tawûna Kujer Ya Sala 1665’an Ya Londonê Bi Rîya DNN’yan

Di sala 1665’an da Tawûneke kujer li Londonê bû sedema mirina 25% nifûsa Londonê. Zanîyaran, bi rîya testa DNN’yan ya ku li muesseseya Max Planck’a Almanyayê ya ku li ser diranên 20 qurbanîyên wê nexweşîya mezin, hatibûn kirin, Sedema nexweşîya han peyda kirin. Derket holê ku sedema wê nexweşîyê, bakterîya Yersinia pestis e.

Jêder:
http://gizmodo.com/the-biggest-scientific-discoveries-of-2016-1789989596
https://futurism.com/memory-that-lasts-forever-new-quartz-coin-can-store...
https://www.nasa.gov/feature/goddard/2016/hubble-reveals-observable-univ...
https://en.wikipedia.org/wiki/Largest_known_prime_number
http://www.sciencemag.org/news/sifter/four-new-elements-officially-added...
http://edition.cnn.com/2016/09/09/health/great-plague-of-london-dna-skel...
http://gizmodo.com/a-400-year-old-shark-may-hold-the-cure-to-aging-17851...

Wergêr: Edo Japonî

Social

Çîrok

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Helbest

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn