Analemma, Bilindtirîn Birca Gerdûnê bi Bilindahîya 50,000 km'an

Bilindtirîn Birca Gerdûnê bi bilindahîya 50,000 km'an

Ofîsa Aršîtekçêrên Cloud, terha Bilindtirîn Birca Gerdûnê ya bêxîm ku li esmanê daliqyayî ye, daye û dixwaze li 2025'an da wê çêbike.

Birca 50,000 kîlometreyîya nuwaze dê ji kevirek esmanî ku di fasileya 50,000 km'eyîya Goga Erdê da, li dora vedora Erdê digere, bi têl û wayerên pir pir taybet û bihêz werin daliqandin.

Hinika vê projeya nuwaze wek laqirdîyek ecêb dibînin lê aršîtekçêrên New Yorkê pir pir pê bawer in.

Karebaya Birca Analemma dê bi rîya panelên Tavîn ji Tîrêjên Rojê were dabînkirin û ava wê jî ji Hewrên esmanê were berhemanîn.

Qatên jêrê yên Analemma'yê dê bibin Tîcarî û yên herî jor jî jibo ništecihên normal werin danîn.

Fasileya Birca Analemma ji erdê 32,000 metre ye.

Sîstema damezrandina Birca Analemma, Pergala Parastina Orbîtalîya Gerdûnî yan heman UOSS' e.

Birca Analemma dê di her 24 seetan da, 8 navçeyên bakûr û bašûra layeya Hemisphere'ê bipîve.

Jiber ku navenda serekeya Birca Analemma'ê New York e, ewê ništecîyên bircê, xêncî New York, karibin navçeyên Atlanta, Havana û Panamayê jî bibînin.

Dereceya Germahîya hin derên Birca Analemma'yê dê bigihîje 45 derece jêr sifrê.

Jiber fišara pir pir zêde ya bilindahîya han, pencerên bircê pir pir taybet in.

Wergêr: Edo Makûyî

https://www.google.com/amp/www.dailymail.co.uk/sciencetech/article-43546...

Social

Çîrok

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…

Helbest

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…