Veguhertina Meriv bi Almasan

Veguhertina Meriv bi Almasan

Šîrketek Swîsî, xwaliya ku ji šewitandina cendekên merivan dimîne, dike Almas.

Piraniya merivan pištî mirinê tên vešartin lê hin jê di agirê da tên šewitandin, hinik tên mûmyayî kirin yan jî tên cemidandin û wan diqerisînin.

Lê niha koziya ku ji šewitandina merivan dimîne bi riya tebdîlek kîmyewî ya taybet dikare veguhere forma Almasa birqonekî.

Kompaniya Algordanza ku li Rojhilata Swiss'ê ye, xweliya cendeka merivan vediguherîne kevirên biqîmet.

Di labaratuwara vê šîrketê da derdora 15 mašînên taybet hene ku 24 seet di rojê da dixebitin û ji aliyê kargerên ku berçevkên wan yên pilastîkî jibo parastina çavan heye, tên bikaranîn.

Kargerên šîrketa Algordanza li pišt xetek zer û reš ku jibo rêzgirtin ji miriyan hatiye xêzkirin dixebitin û temašavan nikarin wan xetan derbas bikin.

Cenazeya merivan derdora 2.5 heta 3 kîlo kozî jê dimîne lê ji bo çêkirina Almasê 500 grem xweliya merivan têrê dike.

Di prosesa veguhertina koziya merivan bi Almas, despêkê da divê Potasyom û Kalsiyoma ku 85% xweliya merivan jê pêktê, ji Karbonê were veqetandin û cihêkirin.

Pašê divê ev Karbon di bin pestoya pir pir mezin û germahiya 1700 dereceya Santîgrad da bimîne ku di vê prosesê da Karbon veguhere Sorba reš, Alotropa Karbon yan heman pêkhateya ciyawaz ya Karbonê.

Di merheleya din da, jibo veguhertina Sorba reš bi Almas ku mehkemtrîn û qehîmtrîn Alotropa Karbonê ye, divê di bin fišar û germahiya zêdetir da were xwedîkirin.

Dema pêwîst jibo vê prosesa balkêš, 6 heta 8 hefte ye ku bi tu awayî bi prosesa pir pir dirêj ya veguhertina xwezayî ya Almasê ku çend hezar salan dom dike, naye berhevkirin.

Dema ev proses bi dawî dibe, hela pêwîstiya Almasa Xav bi tiraš û birqonekîkirinê heye.
Piraniya van almasan bi forma kevirên ku dišibin dilê merivan tên birrîn û meriv dikare jê gustîl û gerdenbendan çêbike.

Her Almasek, ciyawaz û taybet e û rengê wê ji šîn heta kêmzêde-spiyê diguhere.

Berpirsê vê šîrketê dibêjin ku rengê almasan nîšanderê kesayetiya merivên mirî ne.

Îsbatkirina vê yekê ku her almasek ji xweliya kesek taybet çêbuye, ne mumkin e çimku di vê prosesê da DNA'ya merivan tê šewitandin.

Lê îza kîmyewiya xweliya cenazeyê miriyan tam di ketina wan ya nav labûratuwarê da tê kifškirin û qeydkirina wê dibe sedema šopandina pir hêsan ya taybetmendiyên wê.

Buhaya qedandina vê prosesê grêdayî kêša kevirê ( ji 1/4 Qîratê bigre heta Qîratekê) ji 500 heta 4000 Franka Swiss'ê( 4400 heta 16700 Dolar) ferq dike.

Edoyê KozîAlmas( Mirin ji Edo ra Almasa Sipî ye nek Zêrê Zer.....)

http://www.boredpanda.com/memorial-diamond-cremation-ashes-algordanza/

Social

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Nivîsar

Ji kerema xwe hinek bifkirin

Michael Faraday(1821), elektrîsîteyê ixtira kir û Edison(1880)jî Lampê

Ku šêx bi Ronahîya wê here ser Minber û kursîya wez'ê....