Şeş rastîyên jêveneger yên jîyanê

Dema ku em mezintir, kaltir û pîrtir dibin, dêmek em aqiltir dibin û hêdî hêdî pêdihesin ku:
Buhaya Saeta me ya destan, çi 300 dolarî be, çi 30 dolarî, ferq nake û her du jî demekê nîşan didin.
Girîng nîne ku buhaya çente û cizdanka me ya pereyan, 300 dolaran be yan 30 dolaran çimku erzîşa pereya nav wan hema yek e û wek hev in.
Mala ku em tê da rûdinên, çi 300 metre be çi 3000 metre, dîsa tu bandorê li tenêbûna me nake.
Erebeya me çi Hondaya 8000 dolarî be çi Mersedesa 80,000 dolarî, her du jî me digihîne meqsedekê.
Emê têderbixin ku bextewerîya me û cîhana me ya maddî, girêdayî hev nînin.
Naxwe ez hêwîdarim ku hûn jî bigihîjin vê encamê ku dema jina we, hevalê we yan xwîşk û birayê we hene û hûn bi wan ra xeber didin, bi hev ra dikenin, istiran û kilaman dibêjin û li ser her tiştî bi wan ra gotûbêjan dikin û lezzetê jê dibînin, naxwe kêf kêfa we ye û bextewerîya rastîn, hema ev bixwe ye û hew.
Şeş rastîyên jêveneger ya jîyanê:
1-Zarokên xwe fêrî dewlemendbûnê nekin belke dersa bextewerîyê bidin wan ku dema mezin bûn, erzîşa tiştan bizanin nek buha û qîmeta wan.
2-Nanê xwe wek dermanan bixwen wekîdin hûnê neçar bibin ku dermanên xwe wek xwerekan bixwen.
3-Yên ku ji we hez dikin yê tu carî terka we nekin Çimku heke sedan sedemên wan jî hebin ku divê terka we bikin, ewê sedemek jibo pevramayînê ra peyda bikin.
4-Di navbera merivbûn û merivmayînê da gelek ferq û cudahî heye. Kêm kes hene ku ferqa wan zanibin.
5-Dema ku hûn tên dinyayê, ji we hez dikin û dema ku hûn dimirin jî, hejî we dikin. Îdî hezkirina we ya navbera wan her du deman jî, maye ser rêveberîya we bixwe.
6-Eger hûn dixwazin bi lez gavan bavêjin, tenê bimeşin! Lê eger dixwazin bikevine rîyên dûr, bi hev ra herin.
Şeş duxtorên herî baş:
1-Ronahîya Rojê
2-Bêhnvedan
3-Werdîş
4-Xwerekên baş û perhêz ji hin xwerekên nebaş û bizirar
5-Xwebawerî yan bawerî bi karîn û hêzên xwe
6-Heval û hogirên hêja
Şîretên han di hemû merheleyên jîyana xwe da bikarbînin û ji jîyaneke saxlem, lezzetê bibin....Her çiqas em kaltir û pîrtir dibin, Tiştên ku divê jibo wan em sebr bikin kêmtir dibin.

Edoyê CotGuhêTekDev

Social