Serdema qeşa, Jûjî û Merivahî

Di serdema qeşayê da, piranîya ajelan qerisîn û mirin.
Jûjî, dijwarîya rewşa han fehm kirin
Ew biryar dan ku
Li hev bicivin û bi vî awayî hevodin biparêzin......!!
Dema ku li cem hev bûn, germtir dibûn
Lê dirrik û sirîngên wan
Wan birîndar dikirin
Loma jî biryar dan ku ji hev dûr bimînin
Lê jiber vê dûrsekinîna wanî ji hevodin, diqerisîn û dimirin.
Naxwe neçar bûn yan qirrbûna xwe bipejirînin yan jî sirrîngên hevalên xwe tehemmul bikin.
Têderxistin ku divê vegerin û cardin li hev bicivin.
Ew fêr bûn divê bi birînên biçûk ku ji bihevrajîyana wan ya bi hevalên pir pir nêz ra pêktê, qayîl bibin çimku kela dilhinavê wan hevalên nêzîk, pir pir girîngtir e ji êşa birînên biçûk.
A wiha bû ku ew ji mirinê filitîn û zindî man.
Baştirîn pêwendî ne ew e ku em bi kesên bê eyb û bê qusûr ra tevbigerin
Belke divê em fêr bibin ku bi kêmasîyên kesên din ra li hev bikin û pesna qencîyên wan bidin.
Dema ku em tenê dimînin, em li pey hevalan digerin
Dema me ew dît, îja em li kêmasîyên wan digerin
Dema ku me wan ji dest da, em li pey bîranînên wan dikevin.

Jean-Paul Sartre

Edoyê BiSirîngê PirDirrik

Social

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Nivîsar

Ji kerema xwe hinek bifkirin

Michael Faraday(1821), elektrîsîteyê ixtira kir û Edison(1880)jî Lampê

Ku šêx bi Ronahîya wê here ser Minber û kursîya wez'ê....

Helbest

Min dil danîn bi çavên dilê xwe li meşa dilan
………………bi guman li dora xwe dinêrîn
Wek evdal bûn, peyam li min, pelik di dest de bûn