Hevpeyvîna Edo Makûyî bi Firat Cewerî ra

Firat Cewerî: ”Her kes dikarin karên biçûk bikin, huner di wê de ye ku mirov karên mezin bike”

Firat Cewerî bi eslê xwe ji Dêrika Çiyayê Mazî ye. Di destpêka salên heftêyan de koçî Nisêbînê kir û di sala 1980 de jî terka welêt kir û li Swêdê bi cih bû. Wî di eynî salê de kitêbeke xwe da çapê. Ji wê salê û bi vir de ew di nav tevger û çalakiyên edebiyata kurdî de ye. Wî di adara 1992an de dest bi weşandina kovara Nûdemê kir û deh salan bêyî navbir derxist. Piştî bi demekê kovareke xwerû werger bi navê NÛDEM WERGER derxist û weşanxaneya Nûdemê ava kir. Firat Cewerî bi xwe heta niha 15 kitêb nivîsandine û 15 jî wergerandine kurdî. Çîrok û kitêbên F. Cewerî wergeriyane swêdî, almanî, erebî, tirkî û farisî. Herweha çîrokên wî di antolojiyên swêdî, almanî, erebî û tirkî de jî cih girtine û bûne fîlm. Cewerî bi çar romanên xwe; Payiza dereng, Ez ê yekî bikujim, Lehî û Maria melekek bû wek romannivîsekî girîng bal kişandiye ser xwe. Firat Ceweriyê ku hê jî li Swêdê dijî, bi salan di Komîteya Karger ya PENa Swêdê de serokatiya Komîteya Nivîskarên Sirgûnê kiriye.

Bi minasebeta 35 saliya nivîskariya Firat Cewerî, me li ser rêwîtiya wî ya edebiyatê sohbetek kir. Kerem bikin, hûn û Firat Cewerî…

فرات جوری کیست و شخصیت مذهبی دوران کودکی وی چه تأثیری در آموزش زبان کردی داشته است؟

Çawa bû ku we dest bi nivîsandinê kir? Çi yan jî kê bûn sedem ku hûn ber bi nivîskariyê va herin?

Firat Cewerî: Destpêkirina min ya nivîskariyê ne tiştekî plankirî bû, hew min dît ku qelem di destê min de ye û ez dinivîsînim. Nivîskarî, huner, an jî çalakiya afirandinê bi giştî ne mîna pîşeyên din in. Keçek an jî xortekî xwendevan di pêvajoya xwendina xwe de dikare ji xwe re mijarekê hilbijêre; bibe parêzer, doktor, mihendîz an jî tiştekî din. Lê ya hunerê ne wilo ye. Huner dayîneke Xwedê ye, dibe ku bi her kesî re tunebe. Herçî ez im ez pir zû ketim cîhana nivîskariyê. Ev jî ne ku hinan ev aliyê min dîtin, ez teşwîq kirim, an jî alîkariya min kirin da ku ez têkevim ser vê riyê. Min pir zû dest bi xwendina edebiyatê kiribû. Min hê di salên xwe ên zarotiyê de mewlûda Batêyî xwendibû û beşekî mezin jê ji ber kiribû. Dûre, di salên xwe ên xortaniyê de min dest bi xwendina klasîkên fransiz û rûsan kir. Gava min di dawiya salên heftêyan de dîwana Cegerxwîn peyda kir, êdî min xwe jî di cîhana edebiyatê de dît… Hew min dît ku ez dinivîsînim û nivîs e ya ku maneyekê dide jiyana min. Ew roj ev roj e, ez di cîhana nivîsandinê de me. Heke ne nivîskarî, wekî din çi kar bûya niha min ê dev jê berdabûya. Lê nivîskarî mîna nexweşiyekê ye, vîrusek e, di hemû laşê mirov de digere û heta mirinê dev ji mirov bernade. Ez bawer dikim jiyana min ya maye jî wê bi edebiyatê bubuhure…

چطور شد که دست به نویسندگی زدید؟ مشوّق یا الگویتان چه کسی بوده و با چه انگیزه ای شروع به نوشتن نمودید؟

Kovara Hawar- Ehmedê Xanî û Celadet Bedirxan bandoreke çawa liser we danîn û çima we dest bi jinûçapkirina Hawar bi alfabeyên Latînî û Aramiyê kir?

F. Cewerî: Ez bi xwe bi derengî bi kovara Hawarê hesiyam, bawer dikim 1982 an 83 bû. Min heta hingî du-sê kitêb weşandibûn bêyî ku ez zanibim di dîroka edebiyata kurdî de kovareke mîna Hawarê derketiye. Ez hingî ji helbestê derbasî çîrokê bûbûm. Bêyî ez bi kurdî çîrokan bixwînim, min dest bi nivîsandina çîrokên hunerî kiribû. Ji ber ku min bi kurdî çîrok nedîtibûn, min bawer dikir ku di kurdî de ez çîroknivîsê pêşî me. Lê gava ez bi tesadufî çav li Hawarê ketim û ketim nav rûpelên wê, min dît ku berî me her tişt hayine kirin, lê ji ber sebebên diyar negihiştine me. Ev kovara me ya bedew, bi çapeke biçûk ji aliyê rehmetiyê Hemreş Reşo ve hatibû amadekirin. Lê ne hemû hejmar bûn, gelek hejmarên destpêkê, ên bi alfabeya erebî jê kêm bûn. Ew ji min re bû derdek. Ez li dû geriyam. Min dixwest ez hemû hejmarên vê kovara ku di dîroka edebiyata me de xwediya cihekî pir girîng e peyda bikim. Min ji kê pirsî gotin tune. Di sala 1987an de min ji Swêdê berê xwe da Şamê, Banyasê û Qamişloyê da ku ez xwe bigihînim hevkarên kovarê ên wê demê û herweha xwe bigihînim xanima xwediyê kovarê Rewşen Xanimê. Min dîsa li wir jî hemû hejmar peyda nekirin. Dawiya maye jî min ji ba Mehmed Uzun û Mahmud Lewendî peyda kirin û bi tîpguhêziya Emîn Narozî ya ji alfabeya erebî bo latînîyê hemû hejmarên kovarê mîna du cildan weşand. Ev kovara ku stûna edebiyata me ya modern e, hatibû jibîrkirin, nivşê niha jê bêpar bûn. Bêguman hem di warê madî, hem jî manewî de ez pir pê westiyam, lê encama wê hem ez dilşa û bextewar kirim, hem jî hezkirên ziman û edebiyata kurdî… Ya herî girîng jî rûpelekî girîng ji edebiyata kurdî ya modern ji toza dîrokê rizgar bû û gihişt nivşê nû. Gava nivşê nû rahêje kitêbên nivşê min, ew ê zanibin ku berî me nivşekî girîng hebûye. Wê ev yeka ha baweriya wan ya bi wan xurttit bike û ew ê ji ber paşeroja xwe, yanî ji ber paşxana xwe serbilind bin. Gava mirov ji ber pêşiyên xwe serbilind be, mirov ê karên baştir û bikêrhatîtir jî bike, qet nebe mirov ê teşwîqî kirina karên baştir bibe…

Firat Cewerî مجله هاوار، احمد خانی و جلادت بدرخان چه تأثیری بر شما گذاشت و چرا دست به چاپ مجدد هاواربا الفبای لاتینی و آرامی زدید؟

Fikra weşandina Nûdemê çawa hate bîra we? Gelo kesek yan jî tiştek taybet bûn sedema çapbûna Nûdem û Nûdem Wegerê?

F. Cewerî: Ji ber ku min dinivîsand û ez bi her awayî di cîhana edebiyatê de bûm, bala min gelekî li ser ser kovarên edebî bû jî. Ez aboneyên piraniya kovarên edebî ên tirkî û swêdî bûm. Gava min bala xwe dida weşanên kurdan, min didît hemû siyasî ne û ji bo wan edebiyat jî mîna alaveke siyasî bû. Herweha ew bi hev re di polemîkên siyasî de bûn û heta gelek caran ji rexneyan wêdetir wan neyartiya hev dikirin. Yê min jî, ji ber ku min zû ji cîhana siyaseta partîtiyê xatir xwestibû û xwe bi hemû hêza xwe dabû edebiyatê, ez ji fikra neyartiyê û bi taybetî jî neyartiya kurdan bi dûr ketibûm. Loma, min dixwest ez edebiyatê jî ji wê xirecira siyasî bi dûr bixim û bi riya edebiyatê hewayeke dostaniyê ava bikim. Ya din min dixwest ez bêhnfirehî û dûrbîniya Celadet Bedir-Xan jî bingeh bigirim û hinekî bêhna Hawarê tevlî ya Nûdemê bikim. Bi riya Nûdemê ji aliyekî min xwest em nifşê berê bi nifşê niha bidin naskirin û ew qutbûna dîrokî ya ku di edebiyata kurdî de rû dabû bicebirînin, ji aliyê din ve jî em bingehê edebiyata xwe ya modern qewîntir bikin û bala kurdan bikişînin ser zarê wan… Xwezî min bigota hinekan ez teşwîq kirim, mil dan min û got vî karî bike. Xwezî min bigota ji malbatê, an jî ji siyaseta kurdan hinan got vî karî bike, em li pişta te ne. Mixabin, heta berevajiyê wê bû. Ji berdêla ku ew piştgiriya karekî weha bikin, heta ji wan hat, wan xwest ew rê li ber bigirin. Lê berî ku ez dest pê bikim, haya min ji van zehmetiyan û ji vê tevger û psîkolojiya ku kurd tê de bûn hebû. Loma, berê min ne li rojê, lê li pêşerojê bû. Min jî xwe qure dikir û digot, her kes dikarin karên biçûk bikin, huner di wê de ye ku mirov karên mezin bike. Min baweriya xwe bi wê anîbû ku ez di destpêka kirina karekî mezin de me. Loma, ji bo ku ev kar bi ser biketa diviyabû ez hem bêhnfireh bûma, hem bêalî, hem dûrî xirecên siyasî, hem jî ji siyaseta rojane bi mesafe bûma. Di destpêkê de min pir zehmetî dîtin. Lê gava çend sal bi ser weşana wê ket û kurdan dîtin ku wa ye ez soza xwe bi cih tînim û di riya xwe de bi inyad dimeşim, êdî xwe nêzîkî min kirin û dest pê kirin pesnê min dan. Bêguman piştgitiya wan hêviyeke mezin da min. Kurd wilo ne, gava baweriya xwe bi tiştekî anîn êdî nema dev jê berdidin. Wan piştî demekê baweriyeke weha bi min anîn ku êdî min dest bi çi bikira wan digotin ku ez ê bi ser bixim. Ew bawerî li ba min jî peyda bûbû. Loma, hema min di warê edebî de valahiyek li cihekî bidîta min tavilê dixwest ez dagirim.

Loma, piştî kovara Nûdemê, min dît ku hewcedariya edebiyata me bi wergerê heye. Werger ziman û edebiyata xwemalî bêtir dikemilîne û dike şirîkê ziman û edebiyata dinyayê. Hingî hem min bi xwe dest pê kir û ji edebiyata dinyayê wergerand, hem jî min xwest ez kovareke xwerû wergerê derxim. Ew jî bû Nûdem Werger. Nûdem Werger jî wek zaroka Nûdemê bû, bi îlhama wê derket û wê bi evîn û hezkirina wê bihata xwedîkirin. Mixabin, Nûdem piştî weşana deh sala, Nûdem Werger jî piştî weşana salekê ketin nav kerwanên şehîdan…

چطور به فکر انتشار مجله نودم افتادید؟ آیا شخص و یا چیز خاصی باعث چاپ نودم گردید؟

Bi dîtina we wergerandina berhemên biyanî ser Kurmanciyê dikare bandoreke çawa liser wêje û edebiyata Kurdî dayne?

F. Cewerî: Edebiyat ne wek siyasetê ye, edebiyat demokratîk e. Ya din alavên edebiyatê mirov in, hisên mirovan jî mişterek in; mirov li ku dera dinyê dibin bila bibin, ji kîjan kulturê dibin bila bibin, hisên wan mişterek in. Evîn li her derê evîn e, xapandina evînê li her derê wek xencereke ko ye, êş li her derê êş e… Loma, berhemeke ku bi zimanekî din hatibe nivîsandin û dema ku ew berhem werdigere zimanê me tavilê dibe malê edebiyata me jî. Bi riya wergerê zimanê kurdî ji kirasê xwe ê teng difilite, dikemile û bi riya ziman û awayên nivîsandinê ên nivîskarên hoste ên dinyayê zimanê kurdî bilind dibe û dibe şirîkê ziman ê edebiyata dinyayê.

به نظر شما ترجمه آثار ادبی ملّت ها و زبان های دیگر چه تأثیری برادبیات کردی خواهد داشت؟

Gelo sîstema îmha û înkara dewleta Turkiyeyê bûye sedem ku hûn di karê xweyî nivîskariyê da bi irade û vîneke xurtir tevbigerin û çawa?

F. Cewerî: Herçiqas ez dibêjim ez ne mirovekî siyasî me jî, lê di destpêka min ya bi nivîsandina kurdî de serîhildanek hebû, serîhildana li dijî siyasetî înkarî û tunekirinê… Min li hemberî siyaseteke înkarê serî hildida, wê siyasetê digot zimanek bi navê zimanê kurdî tuneye, hebe jî bi tenê ji çend gotinan pêk tê. Gava min jî bala xwe dida edebiyata kurdî ya devkî ya ewçend dewlemend û ez li edebiyata kurdî ya klasîk î pir dewlemend hay bûm, min jî xwest ez jî bidim dû şopa pêşiyên xwe û bi nivîsandina xwe ya kurdî wek şeqamekê li rûyê înkarkeran bidim. Destpêk herçiqas wek serîhildaneke siyasî be jî, di pêvajoya edebiyatê de êdî estetîk derket pêş. Yanî êdî piştî demekê hewcedariya ku ez bi desthilatdaran bidim naskirin ku zimanê kurdî heye û va ye em dikarin bi zimanê kurdî edebiyatê binivîsînîn, nema, êdî ez dageriyam cîhana xwe ya hundirîn û bi dû avakirina cîhanine nû ketim, estetîk bêtir derket pêş û ez niha bi zimanê xwe li dû avakirina cîhanine nû me. Ez xwe di wan cîhanên nû de ewletir dibînim û ew maneyeke din didin jiyana min. Yanî edebiyata ku wek nexweşiyekê bi min re dest pê kiribû, bi demê re ji min re bû derman; bû dermanê her tiştî. Maneke din da jiyana min ya xav, ji min re gelek caran bû wek gopalê hêviyê, min xwe da ser û ez meşiyam.

آیا سیستم انکار ترکیه درقبال زبان کردی، تأثیری بر مصمم تر شدن شما در عرصه نوشتن رمان و کار ادبی داشته است؟

Tu kesayetiyên romanên xwe çawa dixuliqînî û çima romanên te da hin tişt û bûyer naqedin û nivîşkan dimînin? Mînak di romana: Ezê yekî bikujim.

F. Cewerî: Ez karakterên xwe ji jiyana rastî hildibijêrim. Lê ez gelek kesan di yekî de, an jî di yekê de dicivînim. Piraniya caran jî ez kesên ku demekê kedeke mezin dane, bedel dane, lê demek hatiye ku hatine ji bîr kirin dikim mijara romanên xwe. Ez dixwazim wan mirovan derxim, wan bi rûkala dinyayê bixim û bi wan bûyereke herêmî bi kirasekî edebî têxim ser riyeke gerdûnî. Gava ez vê dikim, ji ber ku jiyan her berdewam e, ez jî zû dawiyê li jiyana wan naynim û bi danîna nixteya dawî cih li xeyalên xwendevanan teng nakim…

Li gora hin dînan, bihişt û dojeh hene, yanî gava mirov ji vê dinyayê koç bike, dawî li jiyana mirov nayê, berdewam e, mirov li gora kirinên xwe an diçin dojehê an jî diçin bihiştê. Li gora hin dînên din, mirov qalik diguhere, li gora qencî û xerabiya ku mirov kiriye, dikeve postê heywanekî. Li gora felsefeya materyalîzmê jî dîsa mirov di hundîrê xweguhertinekê de ye, mirov madeyek e, heye, lê diguhere. Bi raya min jî, berdewameyek di jiyanê de heye. Loma, yek jê ji bo wê berdewamiya jiyanê, ez nixteya dawî danaynim, ya din jî, gava ez di berhemeke edebî de nixteya dawî deynim, ez cih li xeyala xwendevanan teng dikim, ez nahêlim ku ew bi xwe li ser berhemê, li ser cîhana berhemê û li ser karakterên wê xeyalan bikin. Gava ez kêreke bi xwîn di destê karakterekî de bihêlim û dawiyê li romanê bînim, ez firsetê didim ku xwendevan bi xwe lê bifikire, gelo Temo kî kuşt? Piştî ewqas bûyerên ku bi serê Lehiyê de hatine, gava ew nivîskar wilo bêruh li ser maseyekê dihêle, bi şidet derî veke û di daristanekê de bi tirsa kîroşkeke vecinîqî baz bide, ez dihêlim ku xwendevan bifikirin, ew bi xwe jê re riyekê bibînin. Bêguman ez bi vê riyê her tim ji xwe re jî deriyekî vekirî dihêlim, ez dihêlim ku bi bêhna fireh lê vegerim û karakterên xwe li cihê mane têxim tevgerê; ez têxim tevgerê jî ez dîsa dawiyê lê neynim. Loma, gelek caran xwendevan bi xwe li min digerin û dibêjin ka te dewama filan romanê an jî bêvan romanê çawa kir.

شخصیت، رمان های خود را چطور خلق کرده و چرا رمان هایتان را ناتمام و در هاله ای از ابهام نگه می دارید؟ مثلأ در رمان های: من یکی را خواهم کشت و سیل؟

Hûn rola ziman di edebiyatê da çawa dibînin_

F. Cewerî: Ji bo kurdan rola ziman û edebiyata kurdî wek lêdana dil e, heke nemîne dil lênade, lê nede wê têkeve ber sikartê û paşê bimire. Ev 35 sal in ku min şev û rojên xwe kirine yek û ez di vê riyê de dimeşim. Ev 35 sal in ez carina bêdeng, carina jî bi barebar ji kurdan re, bi taybetî jî ji siyasetvanên kurd re, an jî ji siyasetvanên ku li ser navên kurdan siyasetê dikin re dibêjim, eman, eman, ziman. Lê ew bi qasî ku pêwîst e guh nadin zimên. An bi rastî ji bo kurdan bi rola zimên nizanin, an jî zanin lê ne xema wan e, xema wan ew e ku ew li ser kursiyeke desthilatdariyê rûnên, behsa gel bikin, lê li gel guhdarî nekin û daxwazên gel bi cih neynin.Ji xwe neyarên kurdan ya xwe dikin, divê kurd jî di warê zimên de, fikrên wan ên siyasî çi dibin bila bibin, destên xwe dirêjî hev bikin û doza zimanê xwe bikin, doz bikin ku ziman ji binê vê zilmê rizgar bibe, têkeve dibistanan, îtibara wî lê vegere, ji hewşa malê derkeve û li bazarê bi qîmet bibe…

آثاری که از زبان های دیگر ترجمه نموده اید را بر چه اساسی انتخاب نموده اید؟

Gelo hûn ji xwendevanên edebiyata Kurmancî- berpirs û rêveberên rêxistina kurdî di warê grîngîdayîn bi zimanê Kurdî da razî ne?

F. Cewerî: Xwezî min bigota ez razî me, lê mixabin, ne razî me. Bi taybetî ez ji dezgehên kurdan ên kulturî ne razî me. Niha li bakur zêdeyî sed belediye di destên kurdan de ne, serokên belediyan bi rayên kurdan hatine hilbijartin û ew li ser navên kurdan siyasetê dikin. Ka di wan belediyan de di warê ziman û edebiyatê de çi kar tên kirin, ka di van deh panzdeh salên desthiltadariyê de di warê ziman û edebiyata kurdî de gavên çawa hatine avêtin? Van belediyeyên kurdan dikarîbûn bi gavên biçûk karên mezin bikirana. Her belediyeyekê dikarîbû li bajarê xwe kitêbxaneyek vekira, her kitêbxanê ji her kitêbeke kurdî pênc lib bikirîna. Bi vê helwestê wê ji her kitêbeke ku bi kurdî derdiket 500 lib bihatana firotin. Bi vê yekê wê her bajarek bibûya xwediyê kitêbxaneyekê, ji her weşanxaneyekê 500 kitêb bihatana firotin, wê her nivîskar kêfxweş bibûya ku 500 lib ji kitêbeke wî/wê li kitêbxaneyên Kurdistanê belav dibin, wê bi hezaran keç û xortên nûgihiştî bi riya wan kitêbxaneyan belaş xwe bigihandina kitêbên kurdî û wê bi vê riyê ziman û edebiyata kurdî zindî bimaya. Bifikirin, vêca heke ji her kitêbxaneyekê 10 lib bikirayana ev dibû 1000 kitêb. Ma butçeya belediyan têr nake? Bi ya min têr dike, lê nakin, çima nakin, ez nizanim, tu dikarî vê ji wan bipirsî. Ha, em bêjin ev nakin, ka desthilatdariya başûr di vî warî de çi dike? Ka siyaseta wan ya kulturê çi ye? Ka ew çiqasî li ziman û edebiyata kurdî difikirin û dixwazin pirekê di navbera perçe û zaravayên kurdî de çêbikin? Mixabin, ew jî tiştekî nakin. Çi tiştên ku dibin jî bi keda şexsî dibin. Weşanxaneyên bakur bi keda xwe tibabek berhem ji zaravayê soranî wergerandin kurmanciyê. Ka çend berhemên kurmancî wergeriyan soranî û li başûr belav bûn? Heke li başûr ez desthilat bûma û li bakur belediye di destên min de bûna, min zanîbû bê min ê îro çi bikira:) Ji xwe ew jî li xwe danaynin û ji ên wek me pêşniyar û şîretan naxwazin…

آیا از خوانندگان ادبیات کردی، مسؤولان و مدیران سازمانهای کردی راضی هستید؟

Gelo berhemên Kurdî gihîştine asteke wisa ku bibin namzedê wergirtina xelatên wek Nobelê yan hê gelek maye ku bigihîjin wê astê?

F. Cewerî: Digel rewşa ku hê jî zimanê kurdî tê de ye û digel vê bazara kesad jî îro bi kurdî berhemên ku di pîvana edebiyata dinyayê de ne têne nivîsandin. Gava rewşa kurdan hinekî din were guhertin, lobiyên edebiyata kurdî ava bibin, desthilata kurdan qîmetê bide edebiyata xwe û wek tiştekî bi qîmet pêşkêşî bazara dinyayê bike, bêguman wê di Akademiya Swêdê de jî bibe mijara sereke…

Hevpeyvîna Edo Makûyî bi Firat Cewerî

Social