Hevpeyvîna Edo Makûyî bi Ebdulqadir Bîngol li ser Jîyana Seîdê Kurdî( Nûrsî

Hevpeyvîn bi mamoste Ebdulqadir Bîngol ra liser jiyana Bedîûzzeman Seîdê Kurdî di malpera Kurdpressê da
Helbestvan, werger û nivîskarê hêja mamoste Ebdulqadir Bîngol, kurdê bajarê Cizîra Botan eku helbestên pir hêja û bihêz vehonandiye. Mamoste liser helbestên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û helbestvanên binavûdengên kilasîk, şiroveyên pir biqîmet nivîsandiye. Ebdulqadir Bîngol pirtûkekê bi navê Pêkenokên Kurdî ku kêfa merivan tîne cî jî bi hostetî nivîsandiye û li tûrikê zêrînê wêjeya Kurmancî zêde kiriye. Liser biwêjên devera Cizîra Botan û gotinên pêşiyan jî xebateke hêja kiriye.
Pirtûka pir meşhûra Risaleya Nûr ya Bedîulzeman Seîdê Kurdî jî wergerandiye ser Kurmancî û niha jî mijûlî wergerandina kitêba Seyda ya bi navê Lema ye û heta nîvî, wê jîqedandiye. Helbestên mamoste Bîngol bi rastî jî di rêza helbestên helbestvanên me yên kilasîk in û hela serda ji wan jî xweştir in çimku piraniya peyvên nava helbestên wî xwerû kurdî ne û tê da pirpir kêm ji peyvên biyanî istifade kiriye.
Mamoste liser xwarinên devera Cizîra Botan, helbesteke pir balkêş çêkiriye ku hêjayê pesindayînê ye. Bi dîtina min û gelek kesên din, mamoste hêjayî wergirtina xelateke kurdî û Kurdistanî ye, çimku bi rastî serê xwe bi Kurdiyê ra êiandiye û xebateke jidilocan daye meşandin û hê jî wê bi gelek riyên modern wek Fêsbûk û ınternetê didomîne. Xeta wî jî Netewî * Olî ye nek tenê Olî.
Seîdê Nûrsî kê ye? çend pirtûkên wî hene* naverokên wan û armanca wî ji nivîsandina wan çi bûye?

1-Bedîuzamen Mele Seîdê Kurdî (Nûrsî) di sala 1876-yê de li gundê Nursê yê ser bi nahiyeya Îsparita Hîzanê ya Bedlîsê hatiye dinê. Navê babê wî Mîrza ye, navê diya wî Nûrê ye.
2- 130 pirtûkên Seyda Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî hene. Di nav wan de çar jê mezin in.
a- Sozler (Rîsaleya Peyvan)
b- Mektûbat (Rîsaleya Nameyan),
c- Lem’alar (Rîsaleya Lem’eyan),
d- Şûalar (Rîsaleya Şûeyan). Kitêbên Seyda bi giştî li ser îmanê ne û li ser qewîkirina îmanê ne. Herweha li ser exlaqê Îslamê ye.

3- Armanca Seyda ya ji nivisandina van kitêban îman e. Wek tê zanîn di sedsala ku Seyda tê de ji dayik bûyî û ya pey re de felsefeyên kufrê xort bûne. Ramanên posîvîtîzm û komûnîzmê ku esasên wan li ser înkara dîn in û li ser înkara Ulûhiyetê ne din av alema Îslamê de pirr belav bibûn. Ji ber wê çendê seydayê gewre hemû xebatên xwe li ser Îmanê û li ser Îsbata heqîqetên îmanê teksîf kiriye.

Ciyên ku ew lê xwendine* mamoste û şagirtên wî kî bûne û jibo domandina rîya mamosteyê xwe çi kirine* yan jî li dijî rastiya jiyana wî?( Fethullah Gûlen)

4- Seyda li Kurdistana Bakûr, li bajar û bajarokên wekî Îsparît, Hîzan, Arwas û Bazîdê li cem şêx û zanyarên cur be cur xwendiye. Seydayên wî: 1- Mela Muhemed Emîn Efendî ê gundê Taxê, 2-Şêx Seyîd Nûr Muhemmed-Hîzan, 3- Şêx Muhemmed Celalî-Bazîdî. Şagirtên wî hem li nava welat hem li derveyî welêt bi hesaba milyonan in.
Çawa dibe ku Bedîuzzeman diçe Sovyetê û li wûr çi diqewime?

5- Di şerê Cîhanê yê Yekemîn de, dema Ûris welatê Serhedê yê bakûrê Kurdistanê dagir kir de Seyda Bedîuzeman digel şagirtên xwe wek hêza xwebexş, bidil û wek quweta milîs tevlî berxwedanê bûn. Bes di şer de birîndar bû û kete destê hêzên Ûris. Paşê Ûris ew û havalên wî birin Kostormayê. Qasî du sal û nîvî li wir, li kampa esîran ma. Paşê ji aloziya Şoreşa Lenîn sûd wergirt , ji kampê reviya û li ser Ewropeyê re hate Stenbolê.
Bi dîtina we mebesta Ustad ji vê gotina xwe ya li Munazeratê : Mirin roja newroza me ye* çi bûye?

6- Mebest ji gotina Seyda ya “Mirin Newroza Me ye.”
- Wek çawa di Newrozê de sirûşt xwe nû dike, tebîet piştî mirina xwe ya zivistanê ji nû ve jîndar dibe, însan jî dê piştî mirina xwe wê ji nû ve vejî. Ji ber vê çendê pêwendiyek din av bera mirin-vejîn-Newrozê de ye
- Wek tê zanîn girîngiya Newroz û cejna Newrozê di nav Kurdan de zêdeye. Dibe ku Seyda bi hestên Kurdayetiyê û welatperweriyê ev gotin bi kar anîbe.
- Seyda di Newrozê de (du roj pey da) wefat kiriye. Dibe ku wek kerametekê dema wefata xwe diyar kiribe.
Navê Bedîuzzeman li ku* kê û çima didin wî?

* Navê Bedîuzeman:
7- Di serî de seydayê wî Mela Fethulahê Sêrtî alimên dînî yên dema wî de ev navê Bedîuzeman lêkirine. Sedema wê jî ew bû ku hêj negihîştî çaxê bilûxê di her warê zanyariyê de gihîştibû lutkeyê. Ew bixwe derbarê vê çendê de holê dibêje
“Birayê me yê meraqwer Re’fet Beg, der barê wezîfe û berhemên Bedîuzemanê Hemedanî yê ku di sedsala 3. (koçî) de jiyayî de agahiyê ji min dixwaze. Ez tenê vê dizanim ku ew kesayetî xwediyê jîrekiyeke nuwaze û hafizeyeke xurt bûye. Beriya niho pênc û pênc salan Mela Fethulahê Sêrtî yê ku yek ji seydayênî min bûye, Seîdê Berê (*) ew şibandiye wî û ew nav (navê Bedîuzeman) lêkiriye.

Gelo raste ku ew liser matematîkê jî kitêb nivîsandiye?

8- Kitêba Cebîrê
Derbarê zanyariya cebîrê (beşeke matematîkê) de rîsaleyek nivîsandibû, lê li Wanê şewatek çêdibe, ew rîsale jî tê de dişewite.

Berteka Melle Seîd li hember gotina nava rojnameyekê wê demê ya ku gotibûne: yan divê em hemû Quranan ji nav mislimanan hilînin yan jî mislimanan ji Quranê sar bikin çi bûye?

9- Di wê dema ku li Wanê bû de carcara wî û parêzgerê vî bajarî rojname dixwendin. Rojekê parêzger di rojnameyê de nûçeyeke balkêş dibîne, hema nîşanî Ustad dike. Nûçe ev e: Wezîrê mustemlekatê yê Îngilîz di Meclisa Meb’ûsan de axaftinekê dike û tê de behsa Qur’anê û musilmanan dike:
“-Hetanî ev Qur’an di destê musilmanan de ye, em nikarin bibin serdestê wan. Em çi bikin divê em bikin; pêwiste em vê Qur’anê ji destê wan derxînin, yan jî pêwist e em musilmanan jê sar bikin.”
Ev gotina vî gawirî bandoreke ecêp li seyda dike, holê dibêje: “Ez ê ji dinyayê re îsbat bikim û nîşanî wan bidim ku Qur’an di hukmê Rojeke manewî ya welê e ye ku natefe û nayêt tefandin.”

Çima diçe Stembolê û li wûr destbi çi karî dike?

10- Zanîngeha Medresetuzehra
Ji bo ku li Kurdistanê ( Wanê) bi navê Medresetu’z Zehra zanîngeheke bide vekirin diçe Stenbolê.
Di dema Împaratoriya Osmanî de biryar hatibu dayin ku zanîngeheke mezin a Îslamî li Kosovayê were avakirin. Bes ji ber ku paşê di şerê Balkanê de Kosova tê dagirkirin, li ser serlêdana Ustad ew nozde hezar zêrên ku ji wê zanîngehê re hatibû terxankirin ji bo zanîngeha Medresetuzehra tê dayîn. Ustad ji ber wê ji Stenbol tê tê Wanê. Li Ertemêtê ya li ber gola Wanê temelê wê tê danîn. Lê paşê Şerê Cîhanê yê Yekem derdikeve, ev hewildana Seyda di avê de diçe.

Bersiva pir balkêş û hekîmaneya Seîdê Kurdî ya ku lihember pirsa Miftî yan rektorê zanîngeha El*Ezherê dabû çi bandorek liser jiyan û paşeroja wî dike?

11- Hikûmeta Osmanî avisê Ewrûpe ye.
Şêx Bahîd ê rektorê zanîngeha El-Ezhera Misrê di sala 1910-ê de, li Stenbolê ji bo ku zanyarî û besîreta Seyda zanibe vê pirsê jê dike:
“Der barê vê azadiya Osmanî û medeniyeta Ewrûpeyê de çi dibêjî?” Seyda holê bersivê dide:
-Osmanî avisê bi dewleteke Ewrûpeyê ye, wê rojekê bizê û Ewrûpe jî avisê bi Îslamiyetê ye, wê rojekê bizê.”
Seyda bi besîret û dûrbîniya xwe nîşanî hemû dinyayê daye ku ew alimê herî gewre yê esra xwe bûye.

Ustad di Xutbeya Şamê da çi gotiye ku ewqas deng vedaye?

12- Girîngiya Xutbeya Şamê
Seyda di 1911-ê de li mizgefta Emewî ya Şamê de xutbeyekê dixwîne. Ku di wê mizgeftê de deh hezar mirov û sed zanyarên dînî hebûne. Ûstad di wê xutbeya xwe de nexweşiyên madî û manewî yên ku alema Îslamê ketibûne tê de, sedema esareta alema Îslamê û çareya rizgarbûnê bi awayekî belîx aniye ziman. Paşê jî ev xutbe wek “Xutbeya Şamê” hatiye çapkirin.

Gelo raste ku kitêba Munazerata wî jiber gera wî ya Kurdistanê û berhema xeberdana Seîdê Kurdî û serokeşîrên Kurda ye?

13- Mûnazarat:
Mûnazarat pirhejmara mûnazereyê (gengeşî) ye. Seyda di nav eşîretên Kurdan geriya ye. Bersiva pirsên wan daye. Eşîretên Kurda der barê pergala Meşrûtiyetê (demokrasîya wê demê) de pirs ji Seyda kirine, Seyda jî pêwistiya vê pergalê, feydeyên wê û ya ku ev pergal ne dijberê Îslamê ye ji wan re şîrove kiriye.

Şerê cîhanê yê yekemîn û şerê Balkanê çi bamdorek liser wî dike?

14- Di tarîxa Şerê Balkanê de tişteke balkêş ya der barê Seyda de ku mirov binivîse tune ye.

Dîtina Seîdê Nûrsî liser İslamiyet* insaniyet * milliyet *feqîrtî* cehalet û dujminiyê çi bûye?

“Sê dijminên me hene: Nezanî, xizanî û hevrikî (îxtîlaf.) Em ê bi çeka sen’et, marîfet û îtîfaqê bi van hersê dijminan re cîhadê bikin.”
Seyda ev gotina he ji Kurdan re gotiye.

Di Serhildana Anatoliyê fetwaya Ustad çi bû û çi bandorek li serhildanê kir û çima Mustefa Kemal wî vedixwene Meclîsa Enqerê?

15- Serîhildana Anatoliyayê:
Di şerê Cîhanê yê Yekem de Anatoliya û hemû dewleta Osmanî hate dagirkirin. Dewleta Osmanî her çiqas gelek şaşiyên wê hebûne jî lê belê ji ber ku pirtirînê xaka Îslamê dikir yek, ji hêla zanyarên Îslamê ve meqbûl dihate dîtin. Ûstad jî yek ji wan bû ku alema Îslamê (pan-Îslamîzm) yek be. Dema Îngilîz hat Stenbol dagir kir, bandoreke neyînî deyna ser Ûstad. Ji ber wê çendê Ustad bi tundî pêşber vê dagirkeriyê derket. Fetwayek derxist ku li ber rabûna vê dagirgeriyê merc e. Heta di vê mijarê de kitêbek a bi navê Xutûwatê Sitte jî amade dike û bi dizîkî belav dike. Dema haya Îngilîz ji hewildana Ustad çêdibe, bi xiyabî biryara îdama wî didin jî lê paşê ji wan re tê gotin ku Ustad Kurd e, eger zerarek were serê wî heta ebedê wê Kurd bibin neyarê Îngilîzan. Ji ber vê çendê dest ji îdama wî tê berdan. Piştî hikûmeta Enqerê tê avakirin, haya M.Kemal Atatûrk heye ka Ustake çi kesayetiyeke gewre ye, wî vedixûnê bo Enqerê. Dema Ustad diçe Meclisê , rewşa wan a dij-Îslamê dibîne, gengeşiyeke mezin di nav bera wî û M.Kemal de derdike. Ûstad piştî vê gengeşiyê Enqerê diterikîne û tê Wanê.

Çima Ustad jî di Serhildana Şêx Seîd da tê girtin û çi tînin serê wî?

16- Serîhildana Şêx Seîd:
Piştî serîhildana Şêx Seîd û şikestina tevgera wî Ustad jî digirin û wî mişextî Rojavayê Abatoliyayê dikin. Her çiqas wê demê Ustad tevlî şoreşê nebûbe û di şikefteke çiyayî de jiyana xwe didomand jî lê hikûmate wê demê ji nifûz û qediirbilindiya wî ya di nav gel de tirsiya û wek gelek haval û hempîşeyên wî ew jî mişxt kirine. Da gelê Kurd ji zanyarekî mîna wî bêpar be.

Meger Ustad di kitêba Risaleya Nûr û Rêbera Ciwanan da çi nivîsîbûn ku jiber wan tê girtin û dikeve zîndanê?

17- Rehbera Xortan:
Ustad ji ber kitêba xwe ya Rehbera Xortan hatiye dadgehkirin û lê ji ber wê kitêbê neketiye zîndanê.

Çima CHP nedihîşt ustad vegere Kurdistanê yan jî here mizgeftê?

18- Ustad û Neçûna Mizgeftê:
Ustad piştî bo Rojavayê Anatoliyayê hat mişextkirin êdî hetanî wefata wî çavnêrîya dewletê li ser kêm nebû, her demê îstîxbarata Tirkan ew dişopand. Mixabin yên ehlê îstîxbaratê carînan xwe dixistin rola (cihê) xwendegarên wî de û hal û hereketên wî dişopandin. Ji ber wê çendê Ustad biz anîn jî carînan nediçû mizgeftê.
19- Çima Nedihiştin vegere Kurdistanê:
Wek me beriya niho jî gotibû, hikûmet ji Ûstad ditirsiya ku wê ew tevgereke netewî bide dest pê kirin, ji ber wê çendê destûr nedanê ku vegere welatê xwe Kurdiistanê.

Melle Seîd bi gîştî çend car û çend sal dikeve hebsê?

20- Zîndankirina Ustad:
Ustad di sala 1935-ê de qasî salekê li Eskîşehîrê, di sala 1943-ê de dîsa nêzî salekê li Denizlîyê, di sala 1948-ê deli Afyonê bi qasî 20 mehan di girtîgehê de maye. Lê mirov dikare holê bêje, ji 1925-ê heta sala 1960-ê hemû jiyana wî di bin zîndan û çavdêriyê û mişextiyê de derbas bûye.
21- Sedema wefata wî: (nivîseka wê heye ez ê bişînim)

Dem* sedem û cîyê wefata wî û ciyê veşartina wî ku bû û niha li ku ye* çima tirba wî kolan û terma wî veguheztin?

22- Gora wî:
Seyda di Adara sala 1960-ê li bajarê Kurdistanê Rihayê wefat dike û li heman bajarî tê veşartin. Bes piştî wefata wî du mehan li Tirkiyeyê leşker dest datînin ser rêveberiyê û îqtîdarê dixin destê xwe de. Heyameke zulm û zorê dest pê dike. Generalên wê demê diçin birayê Ustad ê li Konyayê mamoste bû digrin û bi darê zorê daxwaznameyekê pê didin îmze kirin ku qaşo ew dixwaze cenazeyê birayê wî ji Rihayê were veguheztin bo dereke dî.
Şevekê diçin gora wî ya bimbarik vedikin û termê wî dibin derekî veşarî. Heta van salên dawî jî derheqê cihê gora wî ya dudoyê de deverên curbecur dihate gotin, heta hinan angaşt dikir ku cenazeyê wî birine avêtine Behra Sipî de. La niho welê tê bawerkirin ku gora wî navçeyeke bajarê Ispartayê ye.

Kîjan alî xwe Nûrcî dihesibînin *çiqas fikr û ramanên Ustad temsîl dikin û dîtina we liser semîmiyeta wan çî ye?

23- Kîjan xwe Nûrcî dihesibînin:
Piştî wefata Ustad îstîxbarata Tirkî cemaetâ Rîsaleyê Nûrê kirin parçe parçe, tirt û belav kirin. Gelek ji wan niho ji hev hez nakin. Her yek ji wan ekolan xwe Nûrcî dibînin, heta yê heqîqî Nûrcî xwe tenê dibînin. Di nav wan de 1- Tevgera Fethulah Gûlen (ku ew Tirkparêz in, her çiqas bêjin ew Nûrcî ne jî lê welê tê texmînkirin ku ew da ku navê Ustad winda bikin derketine pêş) ,2- Tevgera Rojnameya Yenî Asyayê 3- Okuyucu. Ji bil van ev qederê 30-40 salan e ku Kurdên di nav vê cemaetê de haya wan jê çêbûye ku ew çiqas neyarên Kurdan in, ji ber wê çendê xwe ji nav wan vekişandine û ekoleke bi navê “Zehra” damezrandine. Lê heyf û mixabin paşê ev jî bûne du beş, “Zehra” û “Med Zehra”. Cemaeta Zehrayê kovareke bi navê Nû-Biharê ya sêmehane derdixîne û navenda wê li Stenbolê ye.

Sedema wergerandina Mektûbata Ustad ji aliyê we va ser Kurmanciyê çî bû?

24- Sedema wergerandina Mektûbatê
Rîsaleyê Nûr berhemeke bêhempa ya vê sedsala borî û ya vê sedsalê ye. Bo gelek zimanê dinyayê hatiye wergerandin. Madem welê ye, madem nivîskarê wê jî Kurd e, ya baş ew bû ku serê pêşî bo Kurdî hatiba wergerandin. Bes ji ber ku ronakbîrên Kurdan di vî mijarê de xizmeta ku ji wan dihat xwestin nekirin, min xwe da ber vî barî. Bi vê hewildana xwe min xwest ku hem xizmetê ji dîn re bikim, hem ji zimanê Kurdî re… Niho min rahiştiye kitêba wî ya bi navê Lem’eyan (Lemala)jî ez werdigerînim bo Kurdî. Min heta nîvî qedandiye…

Di dawiyê da jî gelo tiştek heye ku me pirs nekiribe û hûn bixwazin lê zêde bikin?

25- Wek dawî:
Cemaeta Rîsaleya Nûrê cemaeteke herî mezin a di hember pergala Kemaliyê bû. Hetanî Ustad sax bû ev welê dewam kir. Lê piştî wefata wî heyf û mixabin gelekên wan riya xwe şaşkirin. Îstîxbarat kete nava wan de. Nijadperestî di nav wan de belav bû. Hetanî çi navên Kurd û Kurdistanê yên di nav Rîsaleyên Nûrê de hene derxistin. Li vê çendê jî mesekinîn xwestin Ustad bikin Tirk. Lê kirin nekirin nekarîn bikin Tirk, ji ber hesta Tirkîtiyê û nefreta wan a ji Kurdan nekarîn bêjin Kurd e jî îca rabûn lêgeriyan ku bikin Seyîd, da bêjin aha ev e, beriya niho hezar çarsed salan ereb bû. Lewra wan digot hema bila ne Kurd be, çi Milet be bila ew be. Ji ber ku gelê Kurd di çavê wan ên nijadperest de ne ti Milet bû. Van salên dawî Prf. Ahmet Akgûndûzê nijadperest ji hêza kûr a dewletê jî alîkarî girt û çû Iraqê şecereyeke sexte ya seyîdbûnê da peyda kir. Piştî peyda (!) kir, civîneke çapemeniyê li dar xist û li ber çavê wan giregirên cemaeta Nûrciyan (!) îsbat (!) kir û got: “Mizgîniya min li we be Ustad ne Kurd e, ereb e, seyîd e, eve şecereya wî” Mixabin ew reîsên Nûrciyan ên wek …… jê re negotin “Kuro! Eve Ustad di Rîsaleyan de, di dadgehê dewletê de bi sedan caran gotiye ew Kurd e, kurê Kurdan e, ji Kurdistanê ye, tu çawa radibî, wî ji nijada wî wî dûr dixî. Piştî wê jî Ustad çendîn caran behsa xwe kiriye, gotiye ew ne seyîd e, tu çawa Seyda derewîn derdixî?” Lê ne mumkin bû ku holê bigotana, ji ber ku hemû jî nijadperest in. Ji cemaeta Zehra û Med Zehrayê pê ve yên dî hemû neyarên Kurdan e, nijadperest in, Tirkparêz in.
Dilbikulê Cizîrî

Hevpeyvîn: Edo Makûyî

Eger hûn bixwazin bi çavê serê xwe bibînin ka rayedarên dewletê yên wê demê di wexta nêzîkbûna wefata Seydayê mezin ûstad Bedîûzzeman Mele Seîdê Kurdî de çi anine serê wî, vê parçeyê bixwînin. Ji xwe malûmê we ye ko piştî wefata wî çi anîne serê laşê wî yê pîroz…

A.Kadîr Bîngol

Bayram Yûksel Vedibêje:
Şeva 19’yê Adar’a 1960’ê, saet dudo yan jî dudo û nîv bû. Min û kak Zûbeyrî bihevra li ber serê Seyda nobet digirt. Kak Zûbeyrî milên wî diferikand, min jî lingê wî… Seydayê me li min nihêrî û got: “Em ê herin…” Gava ku min gotê: “Seyda em ê herin kûderê?” got: “Riha, Amed…”
Dîsa got: “Em ê herin…” min gotê: “Bi kû ve Seyda?”, got: “Em ê herin Rihayê.” Li ser vê çendê kak Zûbeyrî got: “Ji ber ku agirê wî gelik zêde ye, lew holê dibêje.”
Seyda gotina “em ê herin” li ser hev dubare dikir. Gotina Amedê carekê ji devê wî derket, her tim digtot: “Riha…”
Kak Tahirî û birayê me Hûsnî (Hûsnî Bayrêmê Safranboluyî yê telebe û ajokerê Bedîûzzeman) hatin nobetê. Ez û kak Zûbeyr em çûn bo xwarina paşîvê. Seyda cardîn bo birayê me Hûsnî holê got: “Xwe amade bikin, emê herin Rihayê.” Hûsnî jî holê gotê “arizeya lastîkan (lastîkên erebeyê) heye.” Seyda holê bersiva wî dabû: “Em ê herin Rihayê, tirimbêleke din jî dibe. Dused banknot jî be ez ê bidim. Hetta ez dikarim cubeyê xwe jî bifiroşim.
Birayê me Hûsnî hat, rewş ji me re ragihand. Tavilê me dest bi amadekirina tirimbêlê kir.
Me tirimbêl amade kir, Seyda jî xwe amade kir. Kak Zûbeyrî jî hêj di şev da holê digot: “Xwezika Bayram jî bihatiba… Dê gelik arîkariya wî bigihîje me, em tena serê xwe wê gelik zor be.” Ji ber ku Seyda dema diçû Enqere û Stenbolê tu kes bi xwe re nedibir, bes Kak Zûbeyrî û birayê me Hûsnî diçûn.
Kak Zûbeyrî jî holê digot: “Seyda da ku bala xelkê nekişêne gelik kesan bi xwe re nedibir.”
Seyda xwe amade kir, dema ji derî derbikeve Kak Zûbeyr bi wasiteya Kak Tahîrî ji Seyda da pirsiyar kirin: “Ezbenî, ma Bayram jî dê were?” Kak Tahîrî bi temenê xwe ve mezin bû. Kak Zûbeyrî ji ber edeba xwe di rewşên holê dijwar de tiştên bi vî rengî bi Kak Tahirî dida pirsiyarkirin. Seyda jî got: “Dê were”. Ji xwe min jî xwe amade kiribû.
Me cihê Seyda danî pişta tirimbêlê û ew di ser de dirêj kir. Ez û Kak Zûbeyrî di cihê ajokerî rûniştin.
20’ê Adar’a 1960’î, saet tam neh bû. Li ser cadeyê, li ber deriyê Seyda polês sekinîbûn. Înonû êrîşî Menderesî kiribû. Wê demê di radyoyê de weke danezana hukûmetê: “Tê tewsiye kirin ku Seîd Nûrsî li Emîrdag yan jî li Ispartayê rûne” xwendibûn. Polêsan bêhtir ditirsiyan ko ew ê here Enqere yan jî Stenbolê.
Dema ko em ji garajê derketibûn baranê lêdikir. Herî zêde em ji parêzgerê (waliyê) Konyayê (Cemîl Keleşoglu) ditirsiyan. Lewre wê demê her roj di manşêtên rojnameyan de gotinên wî yên “ez ê koka nûrciyan ji erdê rakim” derdiketin. Dema em gihîştin Egrîdîrê baranê gelik xweş kir. Dema em di ber karakola polêsan de derbas bûn, polêsan ji ber baranê xwe xistibûn hundir de, em nedîtin.
Hêjan em negihîştin Şarkîkaraagacê me plakeya tirimbêla xwe herî kir. Li wê derê jî kesî nedît. Gava em gihîştin baxê Merama Konyayê, Seyda dîsa nexweş ket. Qet nedikariya biaxafta. Dema em ketin Konyayê de me ji dikanekê hin zeytîn û pênîr stand. Me dê di fitara êvarê de bixaraba. Pereyê wê jî Seyda da. Seyda got: “Lawên min, ez gelik nexweş im, ji dêl min ve hûn bixwin. Em ketibû xema ko parêzgerê Konyayê me ji wê derê bi şûn de birêke, lewre em ji xirabiya wî ditirsiyan.
Bi arîkariyê Xwedê bêyî ko kes me bibîne di kêleka Mizgehfa Mewlana de em ketin ser rêya Edeneyê û me ajot. Em di Karapinarê de derbas bûn. Hêj em ne gihîştîn Eregliyê, Seyda devê xwe anî ber guhê min û Kak Zûbeyrî û holê got:
“Lawên min, qet meraq nekin, Rîsaleê Nûr pişta bêdînan û masonan şikênandiye. Rîsaleê Nûr dê her tim bi ser keve. Hûn meraq nekin. Vana ez nasnekirim (qedrê min nezanîn)… Vana ez nasnekirm (qedrê min nezanîn)… Vana xwestin ku min tevlî siyasetê bikin.
Wexta nimêja evarê (mexribê) em gihîştin Ulukişlayê. Sibê katjimêr 7.30’ê de em gihîştin Dîlokê (Entabê). Dema em ji Nîzîpê derbas bûn rê ji ber berfê xera bûbû, herî û teqan bû. Gelik tirimbêl mabûn di nava rê de. Lê belê em, ne lastîka me qetiya, ne jî tirimbêla me xerabû. Em adeta wek bayê diçûn.Kak Zûbeyr û Birayê me Hûsnî ji ber ku di Rihayê de gelik mabûn riya wê gelik dizanibûn. Em saet yazdehê de gihîştin Rihayê.
Em rastûrast çûyîn Mizgefta Kadioglu’yê. Lewre Kak Abdullah Yegîn li wê derê bû. Em gihîştin nêzî mizgeftê. Kak Zûbeyrî ji bo ko gazî bike Kak Abdullahî beziya. Seyda got: “Zû em biçin, dema min tune ye.”

Bedîûzzeman Xatirê Xwe Dixwaze

Bedîûzzeman êdî li Ruhayê bû. Gihîştibû cihê xwe yê dawiyê.
Bedîûzzeman gihîştibû rojên xwe yên xilasiyê. Rojêk şûn de wê bigihîştiya mekanê xwe yê dawiyê.
Gunduzalp û telebeyên li cem wî evya zanibûn. Berpirsiyariya vê çendê li ser milê wan bû.
Abdullah Yegîn vedibêje:
Rojek ya duşenbê bû, nîvro bû. Dema ko min destnimêj digirt, min dît vaye yek dibeze tê, bi telaş dibêje “Seyda hat, Seyda hat!” Min lingê xwe dişûşt min dit kak Zûbeyr ji derî de kete hundir, gazî min kir û got: “Seyda hat, zû were!”
Min bi lez lingê xwe şûşt. Em bi hev re beziyan. Sebrî Kuçuk gotibû “Otêla herî baş Otêl Palas e”. Em li taksiyê siwar bûn û me berê xwe da wê alîyî. Di taksiyê de dema min rewşa Seyda, zeîfiya wî û bêhaliya wî dît ez perîşan bûm. Girîna min jê re hat.
Seyda gelik nerehet bû. Nedikariya li ser lingê xwe raweste. Em ketin bin milê wî de em çûyîn Otêla Îpek Palasê. Di wê demê de polêsan pirsa Seyda kirin ko ew kî ye. Me jî bersiv da.
Sibeha sêşembê ango piştî wê roja ko em hatibûn, Seyda hinkê rehet bûbû, heçkû baş bûbe. Dema ez hatim ba wî holê got: “Qet meraq neke! Kufir miri ye. Ji vê gavê û pê ve nikarin tiştekê bikin.”
Roja sêşembê xelkê fewce fewc hatin serdana Seyda. Bedîûzzeman her kes qebûl dikir û bi wan re eleqedar dibû. Zûbeyr Gunduzalp li ber deriyê Bedîûzzeman sekinîbû û bir bibir xelk berdidan hundir. Bayram Yuksel jî di hundir de arîkariya xelkê dikir ko da yên hatîn mal ve karibin destê Seyda maçî bikin.
Di heman rojê de polêsên siyasî hatin û gotin: “Ajovan li kû ye? Xwe amade bikin, hûn ê herin.
Telebeyên Bedîûzzeman jî bersiva wan da: “Seydayê me nexweş e, nikare here”.
Piştî ku ewne çûn, vê carê deh-yanzdeh polêsên ko cilê fermî li ser wan bûn hatin û heman gotin dubare kirin:
“Dê, xwe amade bikin, tavilê hûn ê herin Ispartayê.!”
Bedîûzzeman hinkê sekinî û bersiva wan da: “Ecêp! Ez ji boyî mirinê hatime vir, ne ji bo çûyînê!”
Wezîrê karê Hundir Namik Gedîk dema bihîst ku bedîûzzeman li Rihayê ye, di cih de kete telaşê, ferman li ser fermanê şand.
Gelê Rihayê dema fermana wezîrî seh kir coşiyan. Pênc-şeş heezar mirovên ko li derûdora otêlê kom bûbûn ser hev têlgiraf şandin bo Enqereyê.
Bi hezaran têl gihîştin Menderes û Namik Gedîk.
Hêzên ewlekariyê ji ber ku ketibûn tengezariyê Zûbeyr Gunduzalp û Hunsû Bayram birin emnîyetê.
Polês: “Hûn ê herin!”
Gunduzalp: “Nexweşiya wî helik dijwar e. Ne qabil e bikare cardîn zehmetiya rê ya 24 saetan rabigre.”
Polês: “Çawa hatibe vir, dê welê here jî! Bizzat ji wekîl fermana mîsoger heye”
Gunduzalp: “Em qet nikarin mudaxeleyî wî bikin.”
Polêsan: “Em girêdayî amirên xwe ne, hema lazim e du saetan de hûn vê derê biterikînîn.”
Gunduzalp: “Ez jî girêdayî Seydayê xwe me, ez nikarim vêya bibêjimê!”
Zubeyr Gunduzalp Mehmût Hasirciyê Rihayî bi xwe re bir çûn meqamê Mûdîrê Ewlekariyê. Mehmût Hasircî Mûdîr baş nas dikir.
Di navbera wan de ev gotinên han derbas bûn:
Mûdîrê Ewlekariyê: “Hûn ê Seydayê xwe bibin. Eger hûn nebin, em ê bi darê zorê bişînîn. Ji Seydayê xwe re bibêjin.”
Gunduzalp: “Em nikarin tiştekî bibêjin Seydayê xwe.”
Mûdîr: “Qey hûn camid in?”
Gunduzalp: “Belê em camid in. Seydayê me ji kû alîyî ve pehîna xwe li me bixe em bi wî alîyî ve digindirin. Seydayê me çi bibêje em wê dikin.”
Mûdîrê Ewlekariyê xeberên nexweş dibêje Gunduzalp. Gunduzalp ji ber van xeberan gelik eciz bibe jî, lê didanê xwe çirisand û sebir kir û tu hereketên maddî nekir.
Gunduzalp, hin Telebeyên Nûrê yen Rihayî hişyar kir û xistin tevgerê.
Bayram Yûksel vedibêje:
Di vê navberê de Mehmet Hatîpogluyê Serokê Parêzgera PD (DP) dema seh kir ku dê Seyda ji Rihayê derxin bi lezûbez hat ba Mûdîrê Ewlekariyê û bi vî rengî lê kire qêr:
“Ev çi qewimiye? Eger hûn cenabê Bedîûzzeman ji vêrê derxin, hûn ê di hemberî xwe de min bibînin. Tu kes nikare zerarê bide wî û wî ji vir derbixe jî. Bedîûzzeman mêhvanê me ye.”
“Ezbenî, ji jor de, ji wezaretê ferman heye. Dibêjin “çawa hatiye wê derhal welê vegere, here jî.”
“Dê çawa vegere yahû! Mêrik nexweşekî giran e, nikare xwe bileqîne. Zatekî gelik muhterem e, nehewceyî vê zoriyê ye.”
“Ezbenî, fermana ko ji Enqereyê hatiye gelkî dijwar e û misoger e, dehal divê vegere.” Dema wîya ev got, Hatîpoglu gelkî hêrs bû û demanceya xwe danî ser maseyê.
Ev helwesta bibiryar ya Hatîpoglu ew der hinkê sakîn kir.
Di vê navberê de bijîşkê ko hatibû Bedîûzzeman mûayene bike ji wan re holê got: “Hewe bi çi caseretê evê hanê hetanî vêrê aniye? 40 derece agirê wî heye”
Piştî ku bijîşk ji wir çû Amirê Ewlekariyê hat, holê got: “Ferman mîsoger e, teqez divê hûn vegerin Ispartayê.” Bedîûzzeman gava hayê wî jê çêbû bi zehmetî bi ser xwe ve hat û holê peyivî:
“Ez vê gavê deqîqeyên dawî yên jiyana xwe derbas dikim. Ezê herim, dibe ko li vir bimirim. Hûn mecbûrin ko ava min amade bikin. Ji amirên xwe re bibêjin…”
Vana gotinên dawî yên Bedîûzzeman bûn.
Amirê ewlekariyê piştî ku zanî rewş cidî ye, mecbûr ma ji otêlê derket.
Agirê bedîûzzeman dîsa bilind bû û nexweşiya wî dijwar bû.
Telebeyên wî bi dorê li ber serê wî nobet digirtin.
Serê pêşî Bayram Yuksel ko ew du roj bûn nerûniştibû erdê jî piştî nimêjê mexribê destûr xwest û du saetan nivist.
Paşê dora Gunduzalpî bû. Ew jî ew hefteyek bû ranezabû.
Piştî nimêja eşayê hinkê xwe pal da.
Hunsû Bayram ko ji bêxewiyê lingê wî direcifîn xwest hinkê razê
Dora nobetê ya Bayram Yuksel bû.
Û şev saet 2.00-2:30
Seyda hê beriya bibe şev ji ber herareta xwe qeşa xwestibû, jê re anîn.
Beyram Yûksel jê re got ko “ev e qeşa hatiye”; lê Seyda bi serê xwe îşaretî wî kir ko ew naxwaze.
Yuksel jê re got: “Seyda ez çayê çêbikim?” Dîsa bi heman awayî bersiv da.
Bayram Yuksel lêvê wî ko ziwa bûbûn şil dikir. Seyda stûyê Bayramî girt û nêzî xwe kir. Wê jê re tiştek gotiba, bes êdî taqet nemabû. Bayram dema dît Seyda sakîn bûye nixamt.
Ji bo ku Seyda ji ronahiya lambeyê nerehet nebe lambe bi mendilê pêça. Paşê li ber lingê wî rawestiya û li benda hişyarbûna wî ma:
“Ax, min nedizanî ko Seyda çûye alema ebedî. Ma qey (tiştê bi vî rengî) li ser min derbas bûbûn… Min nizanibû ko Seyda wefat kiriye, min digot qey nivistiye. Paşîv jî derbas bû. Kak Abdullah, Kak Zûbeyr û birayê me Hunsû hatibûn. Ez çûbûm ko cizûka xwe bixwînim. Gazî min kirin.
Kak Zûbeyrî li ber serê Seyda rawestiyabû, em her çar li wêrê kom bûbûn. Em zêdê zêde xemgîn bûn. Kak Zûbeyrî holê got: “Carcaran halên bi vî rengî li ser Seyda da tên, wê derbas bibe” laşê wî germ bû.
Bûbû sibeh. Gazî Waiz Emer Efendî kirin.
Emer Efendî çawa Seyda dît got: “Înna lîllah we înna îleyhî racîûn. Birano, Seyda wefat kiriye…”

Ji tirkî: Abdulkadîr Bîngol

Bîrdoziya Jiyana Xwendekarê Dilsoz û Gernas ê Bedîûzzeman Zûbeyîr Gunduzalp. Rûpel: 249-256
Bediüzzeman’ın Sadık ve Kahraman Talebesi Zübeyir Gündüzalp-Hayat Mefküresi, sayfa: 249-256

Hevpeyvîna Edo Makûyî bi Ebdulqadir Bîngol li ser Jîyana Seîdê Kurdî( Nûrsî)

Social

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Helbest

.EV BÊBEXTÎ ÊDÎ BESE...
Nema lime tiştek nema.
Em westîyen jiva hova.
Her tim hatin em xapandin.
War û canê me sitandin.
Em ketin çole em perîşan bûn.