Hevpeyvîna Edo Makûyî bi Ciwan Haco ra

Hevpeyvîna taybet a Kurdpress'ê bi hunermendê binav û dengê Kurdan, Ciwan Haco ra:

Di despêkê da ez ji aliyê xwe û malpera ajansa nûçeyan ya navnetewî ya Kurdpressê va spasiya we dikim ku hûn amade bûn bi me ra hevpeyvînê bikin. Mala we ava û her hebin.

Kekê Ciwan, ji kerema xwe hinek ji me ra behsa xwe, ciyê ku hûn lê hatine dinê, zaroktî, cihaltiya xwe bikin, gelo jiyana we çawa derbas bû?

Ciwan Haco, dikene û destbi xeberdanê dike: Erê, ez di sala 1957'an di gundê Tirbespiya serbi Qamişloyê li Kurdistana Sûriyeyê da hatime dinyayê û zaroktiya min pir baş derbas bû. Zaroktiyeke xweş bi lîstina bi zarokan ra, bi lîstina goga pê û bîranînên pir xweş. Di gundê me da jibilî Kurdan, Asûrî jî hebûn, nifûsa gund nîvî Kurd û nîvî Asûrî bû û me jiyaneke xweş bi hev ra derbas dikir û bîranînên xweş ji bihevrejiyana me û wan ra, ji me ra mane yadîgar. Gundê me, gunedkî biçûk û xweş bû. Zaroktiya min jî wek zaroktiya her zarokeke Kurd derbas bû. Piştî wê ez di sala 1979'an da piştî qedandina Bekaliryosa xwe çûme Almaniyayê û min li wir destbi xwendina mûzîkê kir lê min wê neqedand û min destbi xebata xwe ya di warê mûzîkê kir û di derdora sala 1981'an da bû ku min bi awayeke fermî destbi karê xwe yê mûzîkê kir.

Ji kengê va tu bi mûzîkê va hatî girêdan û te çawa sînorên mûzîka Kurdî ya kilasîk û folkulor şikandin û te berê xwe da sebk û şêwazên modern?

Helbet tu fikr û bernameyeke min di vî warî da tune bûn. Gava ez di gundê Tirbespiyê da bûm, min stranên Kurdî yên Elewiyan yên radiyoya Amedê guhdarî dikirin û min wan distiran, min li saza xwe dixist û helbestên ku Dîlbera xûşka min dihûnandin, distiran. Dema ku ez çûme Almanyayê, ez bi 3 mûzîkzanên Almanî ra bûm nas û ew pir alî min kirin. Tu fikreke min ya çêkirina şêwazeke nû tune bû lê ji nîşka va min xwe di nava vê sebk û şêwaza nû da dîtin. Helbet jiyana xerîbiyê û rewşa welata biyanî û nû, bandora xwe liser merivan dêdide. Mûzîka Rojavayî, bandora xwe liser min danî û min destbi guhdarîkirina mûzîka Pop, Caz û Raka Ewrûpî û Amerîkî kirin. Min nedixwest mûzîkeke Kurdî ya Pop, Caz yan jî Rak çêbikira lê min dît ku tişteke nêzîkî wan û tevlihev jê çêbuye. Min di stranên xwe da ji amûrên mûzîkê yên mîna Gîtar, Diramz û Basgîtarê, istifade kirin lê di despêkê da rexneyên pir tund û tûj arasteyê min kirin, ew jî jiber çêkirina vê şêwaza mûzîkê, şevên mûzîk û stranên nû yên Kurdî ku ji aliyê min va dihatin pêşkêşkirin. Kurdan jê hez nedikirin û ji wan ra pir ecêb û sosret bû. Ew digotin ku tu mûzîka Kurdî xira dikî. Ne ku ev yek jê ra nû bû loma. Lê paşê dilê ciwanan kete wan stranan û hêdîhêdî jê hezkirin. Tiştê sereke eve ku serêser da divê kêfa hunermend bixwe ji stran û ahengên wî ra were û jê razî be. Ez ku ji karê xwe razî bûm, helbet wê demê yanê di 20 saliya xwe da çimku fikra minî wê demê wisa bû ku bi dîtina min rast jî bû. Lê eger ez nika rabim û bêjim ez ji wê şêwazê hez dikim, dibe ku ne rast be û şaş be jî. Werhesil piştî derbasbûna çend salan, şukur ji xudê ra ku Kurdan jê hez kirin. Kurd jî di warên cihê da pêşda dikevin. Bi pêşketina teknolojiyê ra, ciwanên Kurd jî di mûzîka Kurdî da jê istifade kirin. Tu sînor û hudûdên mûzîkê tune ne û meriv nikare mûzîkê di sînorên netewî da sînordar bike. Mûzîk tişteke navnetewî û bêsînor e. Di dawiyê da berhem û şêwazeke balkêş derket holê ku ez bixwe jî jê razî me.

Gelek kesan dibêjin ku xebatên te yên vê dawiyê zêdetir navnetewî ne, nek tenê Kurdî, bi taybet alboma we ya bi navê OFF. Gelo tu vê yekê qebûl dikî û dîtina te liser vê yekê çi ye?

Belê, raste, dema ku min destbi çêkirina alboma OFF kirin, ez di vê fikrê da bûm ku cîranên me yanê Ereb, Tirk û Faris jî guhê xwe bidinê da nek tenê Kurdan. Çawa ku em guhê xwe didine mûzîka wan, bila ew jî li stran û ahengên me guhdarî bikin. Paşê me got: bila Ewrûpî jî guhê xwe bidinê da. Wisa bû ku em gihîştin vê metod û şêwaza baş û balkêşa tevlihev û têkel.

Hûn li Îranê, piranî bi strana Dilketmê tên naskirin, ji kerema xwe hinek derbarê atmosfera vê stranê û alboma wê ji me ra xeber bidin?

Belê, wisa ye, strana Dilketmê bi taybet di nav Kurdan da pir deng veda û berhemek baş jê derket. Helbet zêdetir di nava ciwanên Kurdan da. Min jî 10 salan beriya niha, xwe ciwan hesab dikir û bawer nakim ku aniha bikaribim dîsa tişteke wek wê çêbikim. Niha jî nizanim ka ezê di rojên bê da çi çêbikim. Bi dîtina min xuliqandina her tiştî vedigere ser rewş û hesta merivan û halê ku ew tê da ne. Hingî jî hal û rewşa min wisa bû. Paşê me alboma Vegerê ku kilasîk bû çêkirin ku tenê amûra Sazê tê da hatibû bikaranîn çimku min hez dikir bi wan ahengên kevn, ez vegerim bîranînên zaroktiya xwe, hevalên xwe, Qamişlo û gundê me Tirbespiyê. Ez li gor hal û rewşa ku tê da me, CD'yan derdixim. Ez nizanim ka dê vir şûnda jî çi şêwaz û metodekê nû pêkwere.

Eger em her çar şaxên sereke yên zimanê Kurdî yanê Kurmancî, Soranî, Hewramî û Zazakiyê di warê mûzîkê da bidin ber hev, gelo çima mûzîka Kurmancî di asteke pêşketî û baştir da ye ji şaxên din. Em dibînin ku mûzîka Soranî û Hewramî, yan piranî folkulor in yan jî di asta herî jor da dibin POP. Lê di mûzîka Kurmancî da em gelek hunermendên mezin yên ku Rak û Cazê yan jî şêwazên modern yên Rojavayî pir baş nas dikin û di albomên xwe da ji wan sûdê digirin dibînin, bi dîtina we sedema vê yekê çi ye?

Çi bêjim, hemû şêwazên mûzîkê yên zaraweyên Kurdî ji Kurmancî bigirin heta Soranî, Hewramî û Zazakiyê, balkêş, şêrîn û xweşik in û giş Kurdî ne. Her yek ji wan taybetmendiyeke wan ya balkêş heye. Bi dîtina min, mûzîk divê ji şêwazên cihêreng pêkwere. Mînak, em di mûzîka Tirkî da cihêtiyeke balkêş dibînin çimku tê da şêwazên wek kilasîk, Pop, Caz û Rak hene. Mûzîka Kurdî jî divê wisa be û tenê bi ahengên kilasîk sînordar nebe. Divê berhemên nû çêbibin. Kurd jî gerek guhê xwe bidine mûzîkên cîranên xwe çimku em jî beşek ji vê dinyayê ne. Em dibînin ku mûzîka Kurdî bi hemû qedexe û înkarên cihê û bi îmkanên xwe yên pir sînordar jî kariye di dinyayê da ciyeke baş ji xwe ra peyda bike û bigihîje asteke pir baş. Her çiqas ku berê zimanê Kurdî û stranên Kurdî qedexe bûn û zilm û zordariyeke mezin liser 40 milyon Kurdên bê sûc û bê guneh dihate kirin û zimanekî evqas kevnare ku bi sedan sale di Rojhilata Navîn da tê xeberdan, dihat qedexe û înkarkirin jî lê dîsa jî bi komkujî, înkar û zilm û zordariyan nekarîn zimanê Kurdî jiholê rakin. Berewajî armanc û xwesteka neyarên zimanê Kurdî, mûzîka Kurdî karî di nava cîranên xwe û dinyayê da ciheke taybet ji xwe ra peyda bike. Ez pir kêfxweş im ku cîranên me yên Ereb, Tirk û Faris jî guhê xwe didne mûzîka Kurdiyê. Hinek caran ku ez diçim Stenbolê, ez dibînim hin Tirk jî tên û kêfwxeşiya xwe tînin zimên û dibêjin: em ji şêwaz û stayla we ya mûzîka Kurdî pir hez dikin. Ev yek pir başe û min kêfxweş dike. Bi dîtina min hemû hunermendên Kurd bi taybet jî jinên hunermend yên Kurd ku dengê wan xweş û balkêş e, xizmeteke mezin bi mûzîka Kurdî kirine. Her kes bi qasê xwe xebitiye û ez spasiya wan gişa dikim ku bi qasê karîna xwe hewl dane. Mala wan ava û her hebin.

Ji bilî we xwe, hûn ji berhemên kîjan stranbêjên Kurmanc, hez dikin. Dîtina we liser Xêro Ebas, Nizamedîn Arinc û Reşo çi ye?

Ez ji hemû şêwaz û staylên mûzîka Kurdî hez dikim û guhê xwe jî didime wan gişa. Her CD'yeke nû ku derdikeve dişopînim. Ez ahengên berê û yên nû didm ber çavan û wan analîz dikim. Keda hemûka di mûzîka Kurdî da heye. Navên hunermendên baş pir zêde ne û rêz û ihtirama min ji wan ra heye. Mînak ez behsa hunermendê Ermenî, Karapêtê Xaço bikim ku bi rastî xizmeteke pir mezin ji mûzîka Kurdî ra kiriye, bi dîtina min dengê wî jî pir xweş û balkêşe. Helbet mûzîka Kurdî pir mezintir û berfirehtir ji vê ye ku em bi hildana tenê çend navan bixwazin behsa wê bikin.

Ji stranbêjên Soran yên Kurdistana Iraq û Kurdistana Îranê, hûn ji kîjanî zêdetir hez dikin?

Ez ji piraniya hunermendên ciwan yên dema niha ku berhemên balkêş çêkirine, hez dikim û jidilocan guhê xwe didime aheng û starnên wan.

Gelek kes li Îranê hene ku ji şêwaza we ya mûzîkê pir hez dikin û kêfa wan ji kesayetiya we ra tê. Gelo bernameyeke we ya taybet jibo pêkanîna konserta Kurdî li Îranê da heye. Gelo we dest bi amadekariyekê kiriye yan na?

Helbet ku hatina min ya bi Kurdistana Îranê û lidarxistina konsert li Mehabad, Kirmanşah, Sine û Têhranê jî xewn û xeyaleke kevn e. Lê heta niha tu kes di vî warî da pêşniyareke wiha nedaye min û ez nizanim ka dewleta Îranê jî dê destûrê bide min yan na, çimku ez pir zêde liser rewşa Îranê agahdar nînim û fikir nakim ku hatina min ya Îranê jî evqas hêsan be. Lêbelê lidarxistina konserta mûzîka Kurdî li Kurdistana Îranê jibo min şerefeke pir mezin e. Lê hê tu kes ji min daxwaza vê yekê nekiriye. Ez hêvîdarim ku firsendeke wiha ji min ra bikeve dêst. Her wiha ku min di bajarên Kurdistana Turkiyeyê yên wek Batman û Amedê da konsert lidarxistine, hema wisa jî hez dikim werim nava gelê xwe yê li Kurdistana Îranê da jî konsertan lidarbixim û jê ra xizmetê bikim.

Çend pirsên siyasî jî em ji we bikin. Bi berçavgirtina rewşa niha ya Sûriye û Kurdistana Sûriyeyê, gelo hûn texmîn dikin rojek were ku hûn karibin vegerin warê xwe yê bav û kalan yanê Tirbespiyê?

Ez çawa naxwazim, ev xewn, xeyal û mirazeke min a ji mêj va ye ku ez timotim liser wê difkirim. Ez jî wek çil-pêncî milyon Kurdên din, daxwaza mafên wekhev yên ku dane Ereb, Tirk û Farisan, dikim ne kêmtir û ne jî zêdetir. Ez hêvîdarim ku rewşeke wiha pêkwere û ez karibim vegerim welatê xwe. Me dît ku di sedsala derbasbuyî da zilm û zordariyeke mezin li gelê me Kurdan hate kirin lê ev yek nebû sedema jiholêrabûna Kurdan. Hêvîdarim ku mafê Kurdan jî wek gelên din yên dinyayê bidin wan. Vaye em dibînin ku Kurd, şer û pevçûnan naxwazin û êrîşî ser tu kesî nakin lê girûpa terorîsta DAİŞ'ê li Kobanî, Şingal û Herêma Kurdistanê êrîşî Kurdan dikin, komkujiyan pêktînin û Kurdan neçar dikin ku axa xwe biparêzin. Kurdan tu car şerxwaz nebûne û li pey rijandina xwîna kesekî jî nebûne. Îro em dibînin ku li Kurdistana Iraqê, Kurd bi parlaman, hukmet û serokê xwe Barzanî wek dewletek tevdigerin û li dijî DAİŞ'ê serketinên mezin bidestxistine. Li Kurdistana Sûriyeyê jî vaye piraniya navçeyên Kurdnişînên ketine destê Kurdan û em li Kobaniyê jî parastineke bêhempa dibînin. Her du Kurdistana Iraq û Sûriyeyê dikarin hukmet ava bikin. Ez hêvîdarim ku Kurd bibin yek û li dijî DAİŞ'ê şer bikin û hukmeta wir têxin destê xwe.

Pêwendiya we bi partiyên Kurd ra çawa ye? bi PKK, PYD û hwd........

Rêz û hurmeta min ji hemû partiyên Kurdan ra heye û pêwendiya min bi hemûka ra jî heye lê ez endam yan jî alîgirê taybet yê tu partiyeke Kurdan nînim, ez Kurd im, ez hunermendê gel û miletê xwe me û tenê jibo partiyeke taybet naxebitim. Ez jibo hemû Kurdan kar dikim. Meseleya me netewî ye û divê liser wê esasê jî were çareserkirin. Partiyên Kurdan jî divê bi hev ra yek bibin çimku di Rojhilata Navîn da guhertinên mezin û bingehîn pêktên. Em jî divê li gor wan guhertinan tevbigerin.

Bi dîtina we çima partiyên Kurdan, hunermendan neçar dikin ku di çerçeveya hizba wan da bixebitin û fişar dixine ser hunermendê-a ku naxwaze here bin sîwana tu partiyekê û hela serda wan di ber çavên xelkê da jî reş dikin, wek tiştê ku hanîn serê Şivan Perwer. Dîtina we liser vê yekê çi ye?

Bi dîtina min, ev karekî baş nîne û nabe ku partiyên Kurdan wisa tevbigerin û divê xwe ji vê yekê dûr bigirin. Hunermend nabe ku taybet bi partiyeke Kurdî be, divê ew di xizmeta xelkê xwe da be. Bi dîtina min, tenê li hunermendeke taybet ra zilm û zor nehatiye kirin belke li hemû hunermendan, zilm hatiye kirin. Hunermend divê azad, Kurd û Kurdistanî be û jibo hemû partiyên Kurdî bixebite. Rastî eve ku piştî 40-50 salan îdî partî namînin, ew dê herin û tenê dê milet bimînin. Dê Mehabad bimîne, dê Qamişlo, Silêmaniye, Amed, Dîcle û Firat, Agirî, Cûdî, Stranên me, debên me, siloganên me û neteweperweriya me bimînin. Hunermend gerek ji miletê xwe, axa xwe û azadiya gelê xwe hez bike ne ku ji partiyeke taybet.

Cegerxwîn, Qedrî Can, Dîlbera Haco û bi gîştî jin di berhemên we da rola çi dilîzin?

Belê, hemû kesayetiyên han, liser min tesîr kirine û hê jî bandorê li min dikin. Di despêkê da min bi helbestên Dîlbera xûşka xwe paşê helbestên Cegerxwîn û piştî wî jî yên Qedrî Can, stran û aheng derxistin. Min ji berhemên wan pir istifade kirin. Kurapê min, Goran Haco jî ku aniha li Osloyê dijî pir alî min kir. Hemû kesên navbirî alî min kirine û ez pirpir spasiya wan dikim.

Dîtina we liser pêşeroja mûzîka Kurmanciyê da çi ye. Gelo tu kesekî-ê nas dikî ku karibe şêwaza te bi başî bidomîne?

Sedîsed dê hin kes hebin ku berhemên pir baş biafirînin. Çawa ku em ji pêşiyên xwe baştir xebitîn her wiha jî dê kesên wisa werin ku şêwaz û berhemên pir ji yên me baştir bixuliqînin.

Dibêjin ku Mamoste Hejar, di dema koçberî û awarebûnê da çuye gundê we û buye mêvanê kalkê te, gelo ev yek tê bîra te?

Belê raste, helbestvanê binav û dengê me Kurdan, mamoste Hejar hatiye gundê me Tirbespiyê lê tiştek naye bîra min û nizanim ka ez hingî hebûm yan nebûm. Bav û apê min behsa wî ji me ra dikirin. Min helbesteke wî ya balkêş ya bi navê Derdê Dûrî xwendiye ku pir kêfa min pê ra tê. Ez rêz û hurmeteke taybet ji mamoste Hejar ra qayîlim.

Di dawiyê da jî eger gotin, şîret û daxwazeke we ji alîgir û hezkiyên we, hebe, kerem bikin û bînin zimên?

Ez spasiya Kurdpress'ê dikim ku ev derfet dan min ku ez dîtinên xwe bînim zimên. Ez spasiya alîgirên xwe jî dikim û hêvîdarim ku firsendek bikeve destê min ku bikarim li Kurdistana Îranê li Mehabad, Sine, Kirmanşah û Têhranê, di xizmeta wan da bibim.

Hevpeyvîn: Edo Makûyî

Social

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Nivîsar

Ji kerema xwe hinek bifkirin

Michael Faraday(1821), elektrîsîteyê ixtira kir û Edison(1880)jî Lampê

Ku šêx bi Ronahîya wê here ser Minber û kursîya wez'ê....