Helbest

EV BÊBEXTÎ ÊDÎ BESE...

.EV BÊBEXTÎ ÊDÎ BESE...
Nema lime tiştek nema.
Em westîyen jiva hova.
Her tim hatin em xapandin.
War û canê me sitandin.
Em ketin çole em perîşan bûn.
Ev bêbextî êdî bese...
..Tim di lîzin va lîstike.
..Wek gûrê har wek cahşike.
..Tim fermane ji bone me.
..Tevde ye kin liser lîstike.
..Ev bêbextî êdî bese.
Em tevde bêjin yek gotinê.
Bi dengekî bi carekê.
Ya mafê me ya bi zorbûnê.

XEMGÎNIM BO ÇÎ

XEMGÎNIM BO ÇÎ ?

Em tev xortê ciwan û hêja ne,
Xwîna me tevî a Kurdîstane ,
Em ji bonî welat can fedane,
Ev dem bûrî me pir şehîd dan e.

Gişî welat pir şêrîn û xweş e,
Gul vebûn çîçek bi rengê geş e,
Gelek bi kêf û dîlan dimeşe,
Gel dibêjin, Kerkuk û Laleş e.

Govend û meş heye, gelo çîye?
Li Hevler û Silêmanî şahîye,
Name û pênus tev bi Kurdî ye,
Sedem û armanc tev giştpirsîye.

KEÇÊ BESE HEY MAL XERAB...

Ewrê payîzê limin tofan.
Dil limin derizî .
Ez tim bê hâl.
Tu xayîn ket jibon dolar.
Keçê çime hey mal xerab.
..Ez bindestê qern û sale.
..Welat limin kirin wîran.
..Tu pepûkî heylê nezan.
..Te ez firoştim bi pere û dolar.
...Keçê çime hey malik xerab.
Min emrêk da jibon vê kedà.
Te belav kir ne hermetê.
Te fedî nekir ji bav dayîkê.
Em firoştin ji çi sebebê.
Keçê çime hey malik wîran.

BERE BIMRIM DIBIN RENGÊ TE...

BERE BIMRIM DIBIN RENGÊ TE...
Nabê hedan şev û roj de.
Li milekî zor û zordest.
Li milê dî tev xîyanet.
Ez êsîrim nav çar sînor.
Bere bimrim dibin rengê te.
..Êş û elem tevde girtim.
..Nale nalê li payîzê.
..Birîn kûre bê dermane.
..Yar bêbexte xayîn derket.
..Bere bimrim dibin rengê te.
Hêvîya min tenê Xwada.
Bavo rabe bêne çare.
Tu deng bide ser cîhan de.
Tevde rabê zilm û ferman.

Bê îmanê

Delal qurba dema min te dibînim ez li jor im tu li jêr î were lê lê were lê lê
Şewq û şemala te da der û dora, wekî hîva çardeşevî derkeve ji bin ewrê reş û tarî were lê lê were lê lê
Tîna eşqa te ez şewitandim ez kirim wekî xwelî û wekî arî were lê lê were lê lê
Min dît kela min rabû dikim derêm ber derî, bikim qêrîn hewar û zarîn were lê lê were lê lê

Çar çiya!

Çar çiya weke bira bûn
Bi hev re radibûn
Bi hev re rûdiniştin
Bi hev re dipeyivîn
Bi hev re dikeniyan
Bi hev re distiran
Bi hev re dêşiyan
Bi yek deng digotin: Kurdistan.

Çar çiya weke dijminan bûn
Dilên xwe ji hevdu bi dûr dixistin
Mirûz tehl dikirirn
Hêrs dibûn
Dixeyidîn
Hiş wenda dikirin
Şerê hevdu dikirin
Hevdu dikuştin
Bi hev re
Bi yek mirin digotin: Goristan.

Helbesta 1

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn
Herdem dewême amîn, ya Erheme_rahimîn

قالبی هستم در زمین و روی من به سمت آسمان
شب و روز دعا می‌کنم و ملائک آمین می گویند
دعایم را مستجاب کن، خداوند جهانیان
یا ملواری (مروارید/معشوق جعفرقلی)را به من برسان، یاجانم را بستان
هرلحظه می‌گویم آمین، یاارحم‌ الراحمین

kurtejiyana Ce’ferqulî Zengilî

Ce’ferqulî Zengilî (z. 1799 - m. 1894), helbestvanê navdar ê kurdên Xorasanê ye. Ce’ferqulî di sala 1799'an de li Goganê, gundekî Qûçanê, hatiye dunyê. Jiyane xwe tevayî li vê herêmê derbas kiriye. Ce’ferqulî Zengilî bi kurdî, tirkomanî û farsî gelekî helbest nivîsandine. Kurdên Xorasanê ji vî helbestvanê gelekî hez dikin. Jê dîwaneke bi navê "şêrên kurdî" hatîye çapkirin û li nav kurdên Xorasanê belav bûye.

Sayfalar

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Helbest

.EV BÊBEXTÎ ÊDÎ BESE...
Nema lime tiştek nema.
Em westîyen jiva hova.
Her tim hatin em xapandin.
War û canê me sitandin.
Em ketin çole em perîşan bûn.