Helbest

Anatolî - (Anadolu)

Anatolî, ku´b mana Rojhilat a Yûnanî
Ji Mermer ê, Derya Reş, Derya Sipî hetanî

Tixûb ê Kurdistan ê, Ermenistan ê heye
Ku pênsid û çil û heft hezar kîlo mêtre ye (547.000 km2)

Berya ku «Roma» lê hat, tê da Lîdya, Lîkya bûn
Mîsya, Qarya, Fîrîkya, Îswarya, Kîlîkya bûn

Qapadûkya, Bîtenya, Xalatya, Yaflaxûnya
Yamfîlya, Lîkaûnya, Pont û Pîsadya, Yûnya

Hemî ku ew Arî bûn wekî gel ê «Tirakî»
Aly ê bakûr parî bûn, Samî, Arî tevakî

Memê Alan im niha

Xûn ji çavên min dibarin, dil kul û jan im wiha
Jendîyê çavên xumar im bengî yê wan im niha

Serxweşê wê lêv mudamê têm «Ezel» da camekî
Ta Ebed mestê wî camê, şît û heyranim wiha

Şeker û qend û nebatê lêvê şîrîn jê ve çûm
Kanîya ava heyatê, Xizrê dewran im niha

Pirr di çala bin çenê da «Yûsif ê Ken´an î» çûn
Ne´b tenê ez mame tê da, çav li karwanim wiha

Xûn jê da dibarin

Wek bulbulê dil derd û kulê, sîne fîgar in
Daynin ku li kîjan gulê, xwîn jê de dibar in

Pêl û lem û mewc ên kul û derdan bi xuroÆ in
Derya ku bicoÆ in li me tofanê neyar in

Bayê gemîya bextê me dijwar û muxalif
Lenger qetîya, karê me feryad û fîzar in

Ezman digirî halê me, Ewran li me reÆ girt
Þemdan vemirî, mûm temirî, Æev reÆ û tar in

Çerxa feleka zalim û bê bext û munafiq
Werkir kelek a bextê me, serdev ku li xwar in

Sihrê Beyanî

Hinarê rûyê dildarê, ji xwîna dil ve xûnî ne
Fizarê jê ku da warê welat, sebr û tebat nî ne

Ji wê xwînê nukulsor e kewa gozel, birindar e
Li zinnar ê herî jor e, „bijî azadî“ ku´d xwîn e

Kewa azadî ya kurd e, ji zinnar ê serefrazî
Bi balava divê firde, ku lê ala me bikşî ne

Ku banga serxwebûnê ye, qibînq wê kewa gozel
Nukulsorê ji xwînê ye, perr û bask neqş ê Manî ne

Li Dilistanê

Navê wî çi bû, çawa bê zanîn, mirovek radikeve,
Mîna li pey xeyalên rengîn be bi biryar û bawerî,
Piçek jê dûr, darek, şaxekî wê wekî ku bi dest be
Di dest de pelek an jî, hûn dikarin bêjin bajenek,
Baweşîn dike ku ma mêş û kelmêş lê danehênin.

Ew kes çi kes bû, kes bê nav nabin, helbet nabin!

Sihrê Beyanî

Hinarê rûyê dildarê, ji xwîna dil ve xûnî ne
Fizarê jê ku da warê welat, sebr û tebat nî ne

Ji wê xwînê nukulsor e kewa gozel, birindar e
Li zinnar ê herî jor e, „bijî azadî“ ku´d xwîn e

Kewa azadî ya kurd e, ji zinnar ê serefrazî
Bi balava divê firde, ku lê ala me bikşî ne

Ku banga serxwebûnê ye, qibînq wê kewa gozel
Nukulsorê ji xwînê ye, perr û bask neqş ê Manî ne

Were bê bexto

Kuro lawiko hîne bi min hîne
Bihar e were em xwe bavêjin Kurdistana rengîne
Dêna xwe bidê xemiliye bi mêrg û çîmen û gul û sosin û çav kanîne
Malşewito îsal çarsal e derbekî li min xistî, derdê min giran e hundurê min birîn e
Eva sê mehê min temam bû li ser doxtora digerim çarekê ji birîna min ra nabînin
Ji min ra dibêjin dermanê birîna te Şêxo ê dîn e
Îro çilê min temam bû li koşê nexweşxana radizêm, bê bexto bese dek û dolaba li serê min negerîne

ÇIRA BER KORA! BILÛR A BER GA!

Ji kor re pênex çira û fener,
Jêr xêrnakê, ne kar û ne zerer,
Ku yek hebê pêre bidê xeber,
Jêre wekî hev, qerwaş û dîlber.

Ew ga ê reş sitrih tûj wekî şûr,
Ew, fêmnakê, ne saz û ne bilûr,
Dixwazê xelasbê ji ber imbûr,
Ku hebê gîha, ew her dagrê ûr.

Ez dixawzim, tev kurd û Kurdîstan,
Ez na xwazim, ku bibim Encûman.
A herî baş netew û nîjadî,
Jimer nabê, bê Olî û mîladî.

Sayfalar

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.