Helbest

Li Dilistanê

Navê wî çi bû, çawa bê zanîn, mirovek radikeve,
Mîna li pey xeyalên rengîn be bi biryar û bawerî,
Piçek jê dûr, darek, şaxekî wê wekî ku bi dest be
Di dest de pelek an jî, hûn dikarin bêjin bajenek,
Baweşîn dike ku ma mêş û kelmêş lê danehênin.

Ew kes çi kes bû, kes bê nav nabin, helbet nabin!

Sihrê Beyanî

Hinarê rûyê dildarê, ji xwîna dil ve xûnî ne
Fizarê jê ku da warê welat, sebr û tebat nî ne

Ji wê xwînê nukulsor e kewa gozel, birindar e
Li zinnar ê herî jor e, „bijî azadî“ ku´d xwîn e

Kewa azadî ya kurd e, ji zinnar ê serefrazî
Bi balava divê firde, ku lê ala me bikşî ne

Ku banga serxwebûnê ye, qibînq wê kewa gozel
Nukulsorê ji xwînê ye, perr û bask neqş ê Manî ne

Were bê bexto

Kuro lawiko hîne bi min hîne
Bihar e were em xwe bavêjin Kurdistana rengîne
Dêna xwe bidê xemiliye bi mêrg û çîmen û gul û sosin û çav kanîne
Malşewito îsal çarsal e derbekî li min xistî, derdê min giran e hundurê min birîn e
Eva sê mehê min temam bû li ser doxtora digerim çarekê ji birîna min ra nabînin
Ji min ra dibêjin dermanê birîna te Şêxo ê dîn e
Îro çilê min temam bû li koşê nexweşxana radizêm, bê bexto bese dek û dolaba li serê min negerîne

ÇIRA BER KORA! BILÛR A BER GA!

Ji kor re pênex çira û fener,
Jêr xêrnakê, ne kar û ne zerer,
Ku yek hebê pêre bidê xeber,
Jêre wekî hev, qerwaş û dîlber.

Ew ga ê reş sitrih tûj wekî şûr,
Ew, fêmnakê, ne saz û ne bilûr,
Dixwazê xelasbê ji ber imbûr,
Ku hebê gîha, ew her dagrê ûr.

Ez dixawzim, tev kurd û Kurdîstan,
Ez na xwazim, ku bibim Encûman.
A herî baş netew û nîjadî,
Jimer nabê, bê Olî û mîladî.

Sayfalar

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Helbest

.EV BÊBEXTÎ ÊDÎ BESE...
Nema lime tiştek nema.
Em westîyen jiva hova.
Her tim hatin em xapandin.
War û canê me sitandin.
Em ketin çole em perîşan bûn.