Ziman...!

Ji bo ku tune nebim,
Ketim devê Dengbêjan.
Bûm çîrok,
Ji nava lêvên dapîran herikîm.
Di riknê guhên neviyan de,
Bûm bingeha baweriyê.
Di şevên lal de,
Bûm lorî.
Di binê xêliyên sor de,
Bûm hêsir û lorîk,
Barîm li ser hevsarê kumêtan.
Bûm henek û laqirdî,
Li şevbihêrk û civatan.
Di bêdengiyê de bûm hêvî.
Bûm awaza dayikan
Û min zarokên xwe,
Di dergûşan de aş kirin.
Li çiya û zozanan,
Li gel dengê şivan û berxivanan,
Bûm awaza bilûrê.
Bûm melodiyên cûr bi cûr,
Ketin ser lêvên bêrîvanan.
Di girtîgehan de,
Zarokên min hatin lêdan,
Porê keçên min,
Neynûkên lawên min hatin kişandin.
Li sêdaran hatim daliqandin.
Lê ez tune nebûm...
Îro stran im,
Îro helbest im,
Îro pirtûk im,
Îro kovar im,
Way ez heme!
Ez zimanê dayika xwe me ...
Xakî Bîngol

Social