ZERD Û ZOL

Bejna narîn û zerd û zol,
Havrîyên te min bûne pol,
Agir pêket dil min bû çol,

Axir eve insaf nîne,
Te qet haje dilim nîne.

Tû wek sîtavkê hati ço,
Te yêk havrî dî neda, bo?,
Stêr çawên min bûne co,

Axir eve wijdan nîne,
Teqet haje halim nîne.

Tû çû havrî bûne peşqel,
Peşqelekî gûrî vi kel,
Can û cesed mindan bedel.

Axir eve dadî nîne.
Te qet dil min pêve nîne,

Ey zerd û zola rû çira,
Axînê min bûne fera,
Bê halim rojê çend gera.

Axir xwedê qebûl naket,
Eve çi afat bû hat miket.

Xwezî ne tu, ne ev havrî,
Şans û tali’e ne zivirî,
Min bezir kir ev bawirî.

Çi cûra te aza nekem,
Te hewale xwedê dikem.

Hewalno wê zerd û zolê,
Dînkirim berdame çolê,
Tê negiheştim vê şolê.

Çi cûra wê efû nakem,
Va birîna pê çî saxkem.

Wê zerd û zola sehirbaz,
Yêk hawrîyêda hizar naz,
Bûme hêsir û belengaz.

Ahê mida ev rih nedet,
Wê min heland can û cesed.

Wê zerd û zola biski por,
Kezîyên zer, gûlîyên sor,
Aqil dizî, dil kire kor.

Dîsa jî neşêm lê bûrim,
Kesera we heya gorim.

2009

Social