Were bê bexto

Kuro lawiko hîne bi min hîne
Bihar e were em xwe bavêjin Kurdistana rengîne
Dêna xwe bidê xemiliye bi mêrg û çîmen û gul û sosin û çav kanîne
Malşewito îsal çarsal e derbekî li min xistî, derdê min giran e hundurê min birîn e
Eva sê mehê min temam bû li ser doxtora digerim çarekê ji birîna min ra nabînin
Ji min ra dibêjin dermanê birîna te Şêxo ê dîn e
Îro çilê min temam bû li koşê nexweşxana radizêm, bê bexto bese dek û dolaba li serê min negerîne
Ji xwe re rêya nebîne
Tu dizanê çavê min li rêya te ye, de nesekine lez ke were lo min bibîne

De lo kuro lawiko navê min Nûr e malşewitiyo navê min Nûr e
Bejna min bilind e, çavê min reş in, porrê min dirêj e, sûretê min ê sor û sipî wekî roja li asîmanê hefta bi şewq û şu’le û nûr e
Îsal çar salê me teman bû, te yê derbekî li bedena min xistî ez nizanim derba xencerê an jî derba şûr e
Na na welle teyê derbekî li serê dilê min daye, derdê min giran e birîna min kûr e
Mal şewitiyo eva çilê min teman bû li koşê nexweşxana radîzêm, heyla bala xwe bidinê bê bextê min dek û dolaba li serê min digerîne ji xwe re rê ya dibîne, dibêje keçikê ez nikarim bêm rê ya min dûr e.

M.Nureddin Yekta

Social

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.