Tirêna Sîberyayê

Helbestvan Alí Calderón / Mêksîko (Mexico)

Her roj
Tirêna Sîberyayê
Deh hezar kîlo metir dibire
Ji Moskovayê ta Vladîvostokê.
Em nişteciyê wî bajarî ne
Her roj em rêkê dibirin
Lê hevdîtina me
Ji şevên Sîberyayê yên sar
Sartir e
Ta niha ti kes nîne
Ku tirênekê
Ji min re peyda bike
Da ku ew min bigihîje te.

Wergerandin: Hussein Habasch (Husên M. Hebeş)

Social