Strana Kejê

Berhevoka Stranên Kurmancî

Berhevkirina Thomas. Bois
Tîpguhastin: Cankurd

Saliyê Naso dibêjit:
Wey lê. Kejê, te kir, te kir, lê lê te kir, te kir,
Wey lê, Kejê, mal xirabê, te ûlekî bi dilê xwe kir,
Te destê min ji Mîrê Paloyê vekir.

Xatûn Kejê dibêjit:
Erê, saliyê lawo!, min kir, min kir,
Min destê te ji Mîrê Paloyê vekir,
Dê hêla bi çengelkê sor Kejê bigire birevîne,
û bibe mala Mihemed Axa li Diyarbekir.
Gava Kejê wa gotiye,
Saliyê Naso bi çengelkê Xatûn Kejê girt û siwar kiriye,
Bi ev û rojê ajotiye.

Saliyê Naso dibêjit:
Erê, Kejê tu here li nav Hirîma,
Kejê, li nav Zariya.
û ezê herim koçkêka xirabê.
Axayê giran digel min çiye?
Xatûn Kejê bi cihê Hirîman û Zariya ve çûye.
Saliyê Naso derê koçkê sekiniye,
Silavekî bi xêr li Mihemed Axa wê kiriye.

Mihemed Axa dibêjit:
Erê Saliyê Naso tu bi xêr hatî,
l'ser serî ye,
Belê ka bo min bêje ûlê Axayê giran digel min çiye?.

Saliyê Naso dibêjit:
Erê, Mihemed Axa, ûlekî mezin qewimiye.
Her du kurê di Mîrê Paloyê min kutiye.
Min Xatûn Kejê ji canê xwe re revandiye,
Min wê qesda Xwedê û qesda mala te kiriye.

Mihemed Axa dibêjit:
Erê, Saliyê Naso, weyê, sed car weyê;
Befr û baran lê kir digel vê bayê.
Mîrê Paloyê beraz e, û zilm e, li dinyayê.
Em feqîr û jar; Mîrê Paloyê derheq nayê.

Social

Yorumlar

Cankurd kullanıcısının resmi

Strana Kejê

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.