Şêx û Şeytan

Wiha dikin riwayet, dibên dema ku Quran
Nazil bû pê hidayet, çê bû yeqîn û îman

Dema ku îslamê ku li Mekke yê xuya bû
Şeytan ji wî meqamê, tevzî veda xwe rabû

Rabû hewar û gazî, qîr û seda gir û go:
Îdî ku serfirazî ji bo mera nema lo!

Werin çika çewa kin, gelî koma şeytana
Bi çi rewş û awa kin, bi çi fend û pîlana

Wilo li hev êwirîn, hatin li wî civatê
Bi hevdû ra şêwirîn, ku çer bikin xebatê

Belê nedîn tu çarê, li wî derdê bê derman
ku fîxan û fîzarê, ji wan da erd û ezman

Pişta xwe dane Mekkê, çûn nav Tirk û Ecema
Li dû her lêp û dekkê, ketin dev devê çema

Ketin şex û newala, li her dolab û hîlê
Pirsîn ewan çepala, ku çarekê bînin lê

Heta ku rokî dîsa, bi wî armancê civîn
Li her fendên îblîsa, her pîlanî axivîn

Piştî wî şêwra giran, çare dîtin lê axir
Ku-b´dev bivin musulman, bi dil şeytan û kaf

Bivin şêx û tarîqê, bixapînin dilsafa
Kera werînin zîqê, dest bavijin xurafa

Ku kerkerên mirîda li pey xwe col û birrkin
Bên cezbe û cirîda sofî, xelîfe virrkin

Tekke, dîwana çêkin, xurafe û menaqîb
Nav û nîşana lê kin, keramet û ecaîb

Tovê nifaq û kînê li nav bidin reşandin
Wan dûr bikin ji jînê, ji hev bidin pejandin

Belavbikin tifaqê, ji hev qett û birr bikin
Ku agirê nifaqê wilo li wan gurr bikin

Wilo li wan geş bikin, ku em evî agirî
Li xwe navên xweş bikin, Neqşebendî û Qadirî

Pîr û ebdal û sultan, qutb û xews û ewlîya
Bi zahirî musulman, bi batinî eşqîya

Bi wan nav û nîşanan, wan çîrok û xurafan
Bixapînin nezanan, ji rê derxin dil safan

Biryar ku dan şeytana wilo li wî pîlanê
Çûne nava Şamana, Hindîstan û Îranê

Ketin nava Tûrana, bûne dostê wan gura
Mêla xwe pirr dan wana, bûne wek bav û bira

Bi wergirtê Rûhanî, kurk û cube û şaşa
Lêp û dekên şeytanî, hêle hêl û şabaşa

Dane def û erwana xwe l’govendê hejandin
Xurafe û efsana li her alî reşandin

Hatin Şam û Iraqê, ji Tehran û Bexdadê
Çandin tovê nifaqê, fesadî yû înadê

Bûne şêxin terîqê, ketin nava mirîdan
ku’j wan bû zîqe zîqê keran dane cirîdan

Heta ku’l Kurdistanê jara xwe dan rijandin
Ji Bexda û Tehranê, caşik lê dane şandin

Di gel gurên Selcoqa , Osmanî yên bê namûs
Qindilqa (*) û Simqaqa lê hatin, bûne kabûs

Diz û pizzên Ereba, yê Ecemê dîn û genî
Ku’b terîq û mezheba kirin wek rîs ê jennî

Ku lê dane lotikan wan qeşmer û çilvirra
Wekî gur û qotikan ketin nav col û birra

Mîztin ku’b dêlên xweda, çar ali lê rişandin
Lîztin ku’d hêlên me da, mara jarî rijandin

Wilo ku’b navê dînê bê îman û dîn kirin
Mehrûm kirin ji jînê dîwane û dîn kirin

li her alî bela bûn, wekî tovê pirparê
Sofî li dû, li ba bûn, mirîd hatin hewarê

Kurdistan a delalî paymal kirin wilo wan
Mar û reqên yek alî, dûpişk û şêx û şeytan

Tirk û Ereb û Ecem, Selcoqî yû Ebbasî
Ku lê bûn qît û kelem, kirin cerd û pêxasî

Ji wan ku dîn û dunya, birin bi wî awayê
Ewan hêştin li binga, hemî gelên dunyayê

Tifaq ku li wan bela bû, şeytan bi wan ku şa bûn
Xwelî’l serê mela bû, dîn û îman tev rabûn

Dinê Zerdeşt ê Medî û Muhemmed ê Erebî
Ku wan çilqên bê fedî, rakir bi wî celebî

Şêx û mela û axa, beg û sofî û mirîd
Xwelî ku’l serê şaxa, yê ku bi şeref bûn şehîd

Yan ku’l welat bûn xazî, şorişker û şorişvan
Wek Şêx Seîd û Qazî Rihma xwedê l’ser wan

Dawî lê hat bi kurtî, çîroka şêx û şeytan
Ku dîn dane bi pirtî, „Bijî Kurd û Kurdistan“

(*) Qindilqa: Dibêjin ku navê şeytanê êtîma ne. Simqoqo jî navê şeytanê keçelane

Abdurrahman Durre

Social

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.