Rovanê Evînê

Rovanê evînê me ez
Bê hatina te
Kulîlkên nimêjê di Olxana
Xweda de diçelmisin
û porên firişteyan dibin xwelî.

Bê hatina te
Pûtên dilê min dişikin
û keyandina hezkirinê têde
Dilerize û diherife.

Bê hatina te
Nalîn bi nalîn gupikên evînê
Di bin kurtikê min de dibihurin
û findak bê sîber û luplupên mûman dimînin.

Bê hatina te
Quncikên evîndaran
Xemgîn
Rût
Zuha
Hişk
û vala dimînin.

Bê hatina te
Ez bi gavên
Serxweş
Bê hiş
Dadikevim qatên jêrîn
Dûr û kûr
Dibim mêvanê
Xwedayê mirinê!

Husên M. Hebeş
(Hussein Habasch)

Social

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.