Rindika bêwîjdan

RINDIKA BÊWIJDAN

ez
pestgotinên bêxewiya xwe
ji xatirxwastina dilê te re
qal dikim
di erdnîgara sînorên bahozan de
li navnîşana bajarê te
digerim
di şopa bejnziraviya te de
rêwiyê çolistanên xewle me
keştiya giyanê gerok
di hesretkêşiya deryayên te de
serûbin bû
li bendewariya kolanên xerîb
zeviyên bedena xûzbûyî
hişk û ziwa bûn
di bin xuşexuşa baranên sewdaya te de
min sîwan venekir
bi berfa zivistanê
min keserên xewna şevên xwe
pêçan
hezkirina te
ez ji kêf û zewq û seltenata cîhanê
dûrkirim
te
giyanê şadiya min
spart êşkênceya zaliman
temenê min
di tirsa windakirina te de
hat hûnandin
were rindika bêwijdanê
bayê nalînên min
bibihîze
bi hîqehîqa kenê xwe
jana hestiyê parsûyên min
rawestîne
girîyê min
bi qefesa singê xwe
aşt bike
ji şadiya xwe
dilopeke dilşad bide min
bi xunava ramûsanên nazdar
agirpijên hinav
vemirîne
birîna xençera tûj
bi tîrêjên roniya heyva çardehşevî
bikewîne
di êş û jana eşqa min de
gerdûn qelişî
erd lerizî
derya keliya
û stêrk vemirîn
de were rindê
êdî bese
were
were

Xizan Şîlan
2011-03-26
Stockholm

Social

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.