MA NE BESE LO Û LÊ...

Dema çêbû ev Cîhan.
Derketine gelek qewm.
Em jî wek xelk ú alem.
Ava bún gelek Dewlet.
Em tim her mane bindest.
Ma bese lo û lê. ......!
..Ser bi ser fermane me.
..Xwarin war û milkê me.
..Kúştin bav û kâlê me.
..Xera kirin gûnd me.
..Qetil kirin zarokê me.
..Ma ne bese lê ú lo.
Çêbû 33'ê ferman.
Em belav bûn li Cîhan.
Der xistin xayîn û zeban.
Lime xistin bi topan.
Ser me kirin tim ferman.
Ma ne bese lê û lo.
..Em berî wa tim hene.
..Gotin hûn qedexene.
..Nav lime wa danî.
..Gotin hûn hovê çîye.
..Dîrok me tim ava kir.
..Ma ne bese lê û lo.
Emin Lerî û Lorî.
Kawa bav û kâlê me.
Îskender ji xwere birîn.
Pêxember winda kirin.
Kûştin Zerdüşt û loran.
Ma ne bese lê û lo.
..Ubeydullah û şêx Mahmûd.
..Seyîd Riza û Qadî.
..Şêx Ebdûlselam û şêx seîd.
..Mesûd Mistefa Barzani.
..Tevde em zanin çi bû.
..Ma ne bese lê û lo. .
Bese ev zilm û hov.
Ev koletî û bindestî.
Ev wîran û xayîn tî.
Ev ferman û zelzele.
Bê Dewlet û serxwebûn.
Ma ne bese lê û lo. ..
..Mamoste Nîviskar Sîyasetmedar PDK-T NİSÊBÎN'E WÎRAN'İM

Social

Çîrok

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…

Helbest

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…