Li Dilistanê

Navê wî çi bû, çawa bê zanîn, mirovek radikeve,
Mîna li pey xeyalên rengîn be bi biryar û bawerî,
Piçek jê dûr, darek, şaxekî wê wekî ku bi dest be
Di dest de pelek an jî, hûn dikarin bêjin bajenek,
Baweşîn dike ku ma mêş û kelmêş lê danehênin.

Ew kes çi kes bû, kes bê nav nabin, helbet nabin!

Jiyana wî çawa bû, çima ew xak jê re dibe nivîn,
Çima ew dar wî dipê, lê dinêre û dide ber bajenê
Û belkî lorînan jî dixe guhan bi dengekî bişewat,
Dibe ku bi destê axa ku di navbera her duyan de,
Razên xwe jî, ji hevdu re gotibin û bin ax kiribin.

Dar û cangor li dilistanê li ser hev hê çi dirêsin?

Kes hene ku ne bê nav, bê nam û nasnav jî nabin
Li jorî dara baweşîner, kaniyek dikele bê navber
Mînanî ku sirên darbûn û mirovbûnê aşîkar bike
Bi dilsoziyên çûnûnevegerînê yên ku li dilistanê,
Mirin wek siyê li dû, wek serabê ji dûr şopger in.

Serê azad, bejna darîn, ava bijan soz kirine yek!

Li ber ava kaniyê dareke din hebû, riprût û bêpel,
Li bin darê kevirek, li ber kêvir jî komek ax hebû
Ew wekî ku pelên xwe bi ser wê de birûçikîne bû,
Li kevirê balgî, guliyekî xurmetarî hatibû girêdan
Ew jî di demeke din de, di rêça rêçan de ketibûye.

Ew dil bi dilsozan û dilistan bi dilan tên bêjeyan!

Çi roj, çi şev; çi şadî, çi bedî; çi li ber û çi li der;
Ew çendemîn kes in ku wek yek cîhan bê gor in!
Ne bejn û balên wan, çek û cilên şervanî yên han
Bes tiştek heye di kûrahiya dilan de, li ber çavan:
Dibêjin heval, cangor li dorê, me bê doz nehêlin!

30.03.2014, Berfîn Dibarin Li Reşiyan
-ji helbestên duzimanî-

_____________
Gönül Diyarında

İsmi neydi, nasıl bilinebilir, bir ölü adam yatıyor,
Büyük ve renkli hayallerin peşinden koşar gibice,
Kendinden emin, inançlı ve kararlı okunmaktadır.
Biraz uzakta bir ağaç, bir dalı tıpkı bir ele benzer,
Elden yaprak dizimi, bir yelpaze de diyebilirsiniz;
Sallar yelpazeyi boyunca, sinek konmasın diyedir.

Bu adam neciydi, insan adsız olmaz, elbet olmaz!

Yaşam nasıldı ona, neden yatak oluyordu o toprak,
O ağaç, niçin onu kolluyor, koruyor ve bekliyordu
Ve belki ağıt da okuyordu kulağına yanık bir sesle
Veya her ikisinin arasında yer alan toprağın diliyle
Sırlarını birbirine söyleyerek saklamışlardı oralara.

Ne türkü yakabilir gönül ülkesinin ağaç ve fedaîsi?

Kimisi ne adsız, ne namsız ve ne de unvansız olur,
Yelpazeli ağacın yukarısında, şen bir pınar kaynar
Sanki ağaç ve insan olmanın sırlarını zikreder gibi,
Gider de geri dönmez gönül erinin gönül diyarında
Ölüm gölge gibi peşini, serap gibi de uzaktan izler.

Sözleşmişlerdi özgür baş, selvi ağaç ve acılı pınar!

Pınarın akağında bir ağaç daha vardı ki çırılçıplaktı,
Onun altında bir taş ve taşın önünde bir yığın toprak
Sanki ağaç bunun için yoldurmuştu tüm yapraklarını
Ki koyu hurma rengi bir belik saç bağlanmıştı taşına,
O da bir başka zamanda, aynı koşuda düşmüş olmalı.

O gönül ki yalnız gönül yurdu tutkusuyla söze konar!

Ne gün ne gece, ne sevi ne üzgü ve ne yakın ne ırak;
Onlar ki birer dünya gibi olup, mezarsız gidenlerdir!
Ne endamları, ne silahları ne de askerce kuşanmaları
Yalnız bir şey var gönülden gönüle ki somut ve yalın:
Söylenir düşenlerden, devrimsiz alıkoymayın bizleri!

30.03.2014, Kardelen Yağar Karın Alacasına
-iki dilli şiirlerden-

Social

Çîrok

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…

Helbest

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…