kurtejiyana Ce’ferqulî Zengilî

Ce’ferqulî Zengilî (z. 1799 - m. 1894), helbestvanê navdar ê kurdên Xorasanê ye. Ce’ferqulî di sala 1799'an de li Goganê, gundekî Qûçanê, hatiye dunyê. Jiyane xwe tevayî li vê herêmê derbas kiriye. Ce’ferqulî Zengilî bi kurdî, tirkomanî û farsî gelekî helbest nivîsandine. Kurdên Xorasanê ji vî helbestvanê gelekî hez dikin. Jê dîwaneke bi navê "şêrên kurdî" hatîye çapkirin û li nav kurdên Xorasanê belav bûye. Ce’ferqulî sala 1315’an ya Heyvî de koça dawiyê kir, her çend ku tu kesî mirina wî nedîtiye, lê li gorî lêkolînên nivîskar û zanayê Kurd ê Bakurê Xorasanê, Kelîmulah Tewehudî, renge Ce’ferqulî di derdora sala 1315’an de koça dawiyê kiribe û wî çaxî 95 sal temenê wî bûye.

Social