Ku Hêvî Bikeve Xewnê

Can mizgîniyê digirin dema ku bihar li xezayê
Ku hebe behsa danûstanekê, biha bi coş dikelin
Dinivîsîne jêhatin û lêçûnan, ebra xwe ji me re.

Dema ku roj ewran dide ber xwe,
.....................................li şîna avrêlê dibişîre.

Ji kulîlkan de li fekiyan û havîn li kemilandinê
Ku hebe karê sepetekê, nirxa xwe bi deyn diçe
Dikole vexwaziyê li havîneke din, saz ji me re.

Dema ku heyv tê pêçandin li şevereşiyê,
....................ewr dibirisin li qemeriyên şevan.

Saleke din dikeve ser, ku payîz diborin bi salan
Ku hebe hesabek temenî, roj vedigerin bikovan
Xera dike rewş û rengê, dara bêberhem ji me re.

Dema ku bêrî ber bi rojê ve tên dêrandin,
..............stêr bi qerisînê li xweliyê radiwestin.

Çiyayên me bi şar û cilên spî dibin li zivistanan
Raperîna xwe heye yên pesaran, sarereş dinêrin
Bi bamişt in berf û boranên wan, xizanî ji me re.

Dema ku roj û heyv bên cem hev,
.........emrên dinyayî ber bi menzîlê ve dibezin.

Ku hêvî bikeve xewnê, demsal teng tên li jiyanê
Di jiyanekê de çar ger hene, li salan tên rêzkirin
Digerin bi demên bêdemsal, ku bi eynik ji me re.

10.11.2015, A.Karabax
-ji helbestên duzimanî-

__________________________________

................UMUT GİRİNCE DÜŞE...............

Can alır müjdesini, bahar yürüyünce doğaya
Bir pazarın bahsi mi vardır, fiyatı coşa kanar
Yazar girdisini çıktısını, darası geçer elimize.

Bulutları süpürdüğünde gün,
.............................nisan mavisine gülümser.

Çiçekten al meyveye, yaz durunca pişirmeye
Bir sepetin nesi mi vardır, değeri borca yanar
Kazar alacağını bir başka yaza, sözü telimize.

Ay dolandığında karanlığa,
.....................bulut ışır gecenin esmerliğine.

Bir yıl daha konar başına, güz varınca yaşına
Bir ömrün hesabı mı vardır, güne hazin döner
Bozar havası, ağacı yapraksız kalır hanemize.

Özlem güneşe savrulduğunda,
.............................yıldızı külüne donadurur.

Ak şal örter yüzlerini kış gelince dağlarımıza
İsyanı mı vardır yamaçların, karaşın bakarlar
Tozar karı, boranı, yoksulluk düşer payımıza.

Ayla güneş buluştuğunda,
................dünya üzeri ömür menzile koşar.

Ömür sığmaz mevsimlere, umut girince düşe
Bir yaşamın dört devri mi vardır, yıla akarlar
Gezer mevsim dışı yıllarıyla, çıkar aynamıza.

10.11.2015, A.Karabağ
-iki dilli şiirlerden-

Social

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.