Kew û rûvî

Ji zozan ê Şûşar ê warê êl a zirrik a
Rûvîk î tê domar ê mûş ê nav a dirrik a

Nav Elman û Badik a Kurd meydan û Zengok ê
Dû keloşk û Qaşik a, sêx a te çok ê

Rû û sumbêl berdide wek sofî yû mirîdan
Tolebaz û gerr dide, tê çirtik û cirîdan

Esl ê xwe winda dike, ew lê dibe Gebozî
Dolab û fenda dike, lê ku-d´keve her poz î

Geh ew dibe Laçekî, geh Welîkî, Reşik î
Li xwe dike herçekî, biraxo yê xweşik î

Rokî-l´hişkanê kherr a kewek gozel dibîne
Ku-l´zinarek tê gerra, qibe-qibe dixwîne

Tê, bin sî ya wî latî, wî zinar û kevir î
Ku-j´deng ê wî rubatî, dev dimîne vekirî

Nigo-nigo telo-tel ew tê dovê-d´hejîne
Mêze dike ew guh bel, pê ra axîn dikşîne

Kew a gozel dibîne jê sil dibe ew kûvî
Dibê : ev çi axîne ji te tê mam ê rûvî!

Dibê: ku-l´te aşiq im, ez bi qurban a te bim!
Gerçî ku nelaîq im bend ê dîwan a te bim

Serî-l´der ê te tînim ku-l´dewran a felek ê
Ez carekî bibînim: xew a te çavbelek ê

Ku-b´wî derd û keder ê wî meraq û wî xem ê
Nemrim bi wî, keser ê wî hesret û elem ê

Çi-d´be ku wî miraz ê, carek nîşan ê min dî
Li wê qasek tu raz ê, ez mezekim bi rindî

Kew a gozel, dibêje: sextekar ê direwçîn
Fikr a te pirr qirêje, dil neyar ê, xilt û kîn

Bese! Ew qas dev panî, ew qas şalûzi neke
Ewa min xwe-l´xew danî, tu-j´dûrîva mêzeke

Serî dixe bin bask a nigek xwe hildikşin e
Kew a rindik, ew qask a ku lê xilmaş dimîne

Rûvî bi tel ji para, tê dev davêje kew ê
Ku-l´ser serê zinar a, bi dil safî ket xew ê

Kew a gozel a kovî, di dev wî da pirte-pirt
Dike, dibêje: Rûvî! Eva îdî te min kirt

Bêje: çika tu-j´kîjan, bav û qebîl û êl ê?
Bese wilo dêl hejan, ken a ji bin sunbêl ê

Ku-d´bê: e «Badikî me» dev dimîn e vekirî
Kew di firre «ez kîme» dibê: Rûvî diqehirrî

Dêl dikeve nav nig a, ka çi kar ke
Dibê: ku-d´dayka xwe ga! Kî eslê xwe înkar ke

Ker ê kurrê kera ye, ev caşik ê bê fedî
Para Hirç û Gur aye, sey ê ku ma bê xwedî

Poşman dibe ku îdî, poşmanî çare nîne
Evî halê min kî dî: dibê îbret hilîn e

Eger ku min bigota: dêm qebîla xwe zirrik a
Heme, hatim van hêla, nav van dar û dirrik a

Dê qul bikra dirana li te nav û kezeb ê
Ku fizar û fixana te jê biçya Helebê

Lê min ku got: Badikî, dev ê min ma vekirî
Îdî fayde nade kî! Ne poşmanî, ne girî

Rewşa wî tim wiha ye, kî esl ê xwe înkar ke
Kew ê gotî: wisa ye, kî ji-b´gurra neyar ke

Gere mîrov tu cara, ji gotin a dujmin a
Bawer neke-j´neyara, ne ji mêr a û ne-j´jin a

Bi wehşîtî kûvîtî, bi qelaşî, qeşmerî
Sextekarî, rûvîtî, ne xapîne tu merî

Rûvî dibêje: kew ê! bese bike virte-virt!
Tu-b´kertî ket î xew ê, min te-j´xwe ra nêçîr girt

Kî ku-b´kertî ket xew ê, dibe nêçîr a dujmin
Rûvî bakire kew ê, kot: ka? Bala xwe-b´de min

Tu dujmin ê gelê xwe, heyî kew a nukul sor
Ku datinin tel ê xwe, dujmin te lê didin jor

Tu-d kî hewar û gazî, qib-qib ku lê dixwînî
Bi cîlwe û bi nazî, ewan li xwe-d´civinî

Ku´l qibîn a te-d´cevîn, wan dil temîz û saf a
Bi wî âv ê dikevin, kozik û feqq û dâf a

Kew a gozel dibêje: tu fem nakî caş ê faş!
Ew çi fikr a qirêj e pîs û mirdarê qelaş

Bi xaînî canbazî em li wan a naqibin
Feryad û qîr û gazî dikin ku hêsîr dibin

Ew tên ji boy rizgarî, azadî, serfirazî
Ku-l´wan bi wî fîzarî dikin hewar û gazî

Ji bo ku ew me derxin ji qefesên dujmin a
Li domar ê me-d´çerxin, ew tên bi mêr û jin a

Ku em canê xwe feda wilo ji bo hev dikin
Ne wek miskîn û geda, xwe bê lept û lev dikin

Em ji hevra fidane, ne wek we hîlebaz a
Ku-l´hev bi fitl û ba, ne didin xwe tolebaz a

Ne wek kom a yobaza, em ku-j´hevra xaînin
Hurr û serbest û aza: „yan dimrin, yan dimînin“

Zanin: kul a dîlîtî kûr û dûr û giran e
Ajanî û mîtîtî karê caşên kera ne

Burc û kela û koşk an em li çîya digerin
Ne ku-j´bona keloşk an, li sergû ya em terin

Her tim ku serbilind in, qedirjor in em gelek
Ne rûvî ne, ne kund in, nukul sor in, perr belek

Hûn bê dav û doz in, bê îman û bawerî
Zirtol ê toz qiloz in, karê we tim qeşmerî

Ku yek ji we dikevin daf û feqq ên neyar a
Hûn ji dorê direvin, çirtin ji par a

Lê em wekî we nînin, qirra xwe-j´bo hev tînin
Ku-b´hewar û gazînin, qibo-qibo dixwînin

Kew ê wilo ku gotî, rûvî serî kir ber xwe
Qey? şerm dike ev lotî, bû çewkin û hat ser xwe

Bu mirrin a wî, rabû, çû, newitî pîse-pîs
Tevşo-mewşo li ba bû, sumbêl viştê, çav çirîs

Çu ev mirdarê genî, firda kewa zinar a
Bû qibîn a wi, kenî li zozan û li war a

Jê da qîr û hewar ê ket dev-dev ê Toros ê
Pê da ku hat Sencar ê çu Ûmran û Zagros ê

Kete şax û newal a, ber û birek û pal a
Çu Berzenc û Gilal a, çemê Zap û Dîyal a

Li her war û zozan ê Kurdistan ê gerîya
Elegez û Rewan ê kete newal û çîya

Fêz û firrda, lê çû-hat nig û nukul jê bû xwîn
Ku-l´zozan ê Erarat ket kozikê bû qibîn

Şorişkeran civandî ku-l´xwe,kewa şorişwan
Bi azadî qibandî: bijî Kurd û Kurdistan!

Rûvî xeber da gur a, çu cem hirç û keftar a
Go: werin hey bir a! heriş bidn ê ji par a

Ku lê hatin tifaqê, wilo hêrîş ê dan ê
Ji kambax a Îraq ê, ji wêran a Îran ê

Gur ê Tûran ê genî, ku pirr bi kîn û girr bûn
Bi her lep û her fenî ew lê, ku har û dirr bûn

Kewa gozel ku girtin, bi dafik û bi fenda
Çewkîn û zirte-zirtin, hê jî ku wan gewenda

Girtin kirin qefes ê kewa gozel û rubat ê
Perr dane ber meqes ê, ku ma-j´firr û lepat ê

Keftar û Rûvî û Gur rojbiroj ê lê dir bûn
Dost û hewal û hogir yê ku birrîn, yê qirr bûn

Yê xilas bûn ji dest wan, ji nû hatin tifaq ê
Ji Dolanperr ê firdan, ketin hêl a Îraq ê

Çûn Berzenc û Berzan ê ketin Hacî Umran ê
Bi wê ehd û peyman ê, jê da hatin Îran ê

Ku lê qefes şikandin, kewa gozel bû aza
Bi hevdû ra qibandin serbest û serfiraz a

Li meydan a Çarçira al-a kesk û sor û zer
Pêl da, ku hirç û gura, rûvî ta girtin ji ber

Wirda hatin, wêda çûn, bi dolab û bi hîl a
Gur ên har ê devbixûn, bûn sîqe-sîqê qîl a

Hatin Alî wan, hemî gur û hirçê cîhan ê
Top û tiving û gemî, tanq û firrokê dan ê

Hem li hevdû civan, wan lotî û qawat an
Bi hevdû ra hêriş dan ser kozikên Rubat an

Ku pêşîya wan birîn dîsa heta Îraq ê
Yên jê kuştin, yên mirîn ji keder û meraq ê

Yên kû-j para zivirîn, çûn Moskova, nava Rûs
Yên jê ku man dil birîn, dest qeşmerên bê namûs

Ku-l´pencê wan neyar a, hela hê pirte-pirt in
Yên ku-l´zozan û war a, ji nû ref ê xwe girt in

Car an gul a wan geşe, qibe-qiba wan xweş tê
Caran jî bext ê reşê, dujmin li wan bi weş tê

Caran li ser zinar a xweş-xweş dikin qibîn ê
Ji ber rikên neyar a, tên Hekarî, Şemdîn ê

Tên Derbend û Umran ê lê ku-d´kevin helîn ê
Ji nû dertên meydan ê, nukul sor ên ji xwîn ê

Ku çevkîn ê guran e, hirç û beraz û rûvî
Bi hevdu ra bira ne, ketne pey kewa kûvî

Velê kew a nukul sor, xweş dixwîne vê carê
Li zinar ê herrî jor, wekî ewr ê bihar ê

Şêr û piling qildan, ku-l´dû wî kew rubat ê
Top û tivinga hildan, li wî hatin miqat ê

Nêçirvan ê zana ne, li dû kewa xwe ew tên
Berî ku-l´dujmin dane, îdî xewa xwe hew tên
Ku-j´piling ên cîhan ê, dersa xwe wan hilda ne
Wek quling ên rewan ê, deng ê azadî dan e

Vê car bi şarezayî, ku-d´kin cehd û xebat ê
Dujmin bi her awa yî ku jê mane li mat ê

Guro! Ku pirr ditirse, waqîne mam ê rûvî
Hirço! Bi kîn û hirse, çewkîne tol ê kûvî

Welê, ecel ku hatî, fayde nake xirre-xirr
Rûvîtî û qavatî, çewke-çewk û dirre-dir

Deme! Îdî ku fêz de, per beleka nukul sor
Li dû doza xwe hêz de Kurmanc û Lor û kelxor

Îdî ku-b´kêf û şadî, li zozan û li war a
Deng ê kewa azadî were ji ser zinar a

War ê Serhad a rengîn, zozan ê Erarat ê
Kurdistan a nav şîrîn, bihişt a Rojhilat ê

Yê Sîpan û Sînek ê, Xarpêt û Şerefdîn ê
Bilêcan û Elek ê Nemrut û Qertewîn ê

Çilkanî û Sahend ê, Demavend û Herîr ê
Dalanperr û Derbend ê, Dokan û Berdesîr ê

Cîlo, Cûdî yû Bota, Zîbar û Hacî Umran
Qerejdax û Reşkot a Hekar û Sêrt û Raman

Dengê wî perbelek ê ji Şengal û ji Mazî
Herre çerxa felek ê awaz ê serfirazî

Qibe-qiba azadî, ku-j´her war û zozan a
Bi govend û dil şadî hilde erd û ezmana

Keç û xort ên Şorişker, rabin hemî şorişvan
Al-a kesk û sor û zer, pêlde ku-l´ser milê wan

Bêjin: «Bijî! Kurdistan, hemî ew war û zozan
Bijî! Hemî şorişvan, kal û pîr û xort û can»

Hirç û rûvî mirar bin, koma gura bela bin
Çaşik ji kerba har bin, xwelî-l´şêx û mela bin

Bimrin! Neyar û dujmin, bijî bijî! Azadî
Bijî kew rubatê min, textê Qardox û Madî

Abdurrehman Durre

Social

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.