HOVÎBÛN

Çî ji te hat ey insan,
Pêlekan pêlekan hovî dibî.
Ravestgeha davîya ve çûnêde
Ma te xêr dî ey adem.

Ravestan û nêrina te nişana xêrê nine.
Qey tu bûyî xewgerokê dibeze çalên kurtarî,
Na ciniqî û şarna bî qey?
Xwe xwe na pirsî qey?

Rûyê asîman bike neynîk,
Rûyê dinê binêre ,
Dê rûyê xwe bibînî insan
Bedeve ? kirête ? rûyê xwe dahûrî û hesêpke!.
Pir tiştên te hesêba wan ne kirî dest te derketin.
Wan demên te yên tu xewgerok.

Ciniqîn û şîyarbûn,
Gel şiyarbûnê rû bi rû bûn
Bû merc adem.
Te mix çerxa felekêda qey?
Lêdim nabihêzeyî.
Û yê hovî bûy dinya nine ev axa bê giyane,
Tu hovî bûyî insan.

Cahit Aybar Xizîran-2008.

Social