Heyva Beharê

2017
Heyveke buharê ya çardeşevî
Çavê xwe bi ewirekî reş Kilda
Dilê min î jar
Wekî girtiyekî pîr
Di zindana dûriyê da
Dîsa bû hespekî kumêt
Li nav zincîr û merbenda
Seriyê xwe, ji bo azadiya xwe,
di tariya jînê da hilda
Nema tê girtin
bi tewl û qeyda
Ew bû stêrkeke asîmanî
Ji dûr ve rijiya û pêl da
Evîna min li buraqê suwar bû
Dêmê xwe da bi cîhanên pêjinî ve
Bi welatên dûr ve
Ber bi kewkebên di jor da…

Dilê min î har
Vegeriya welatê dê û bavan
Di dawiya temenê min da
Geriya li nav hemî deşt û çiyan
Li nav teviya newal û sirtan
Hîç warekî xweşiktir ne dît
Ji geliyê Tîra, ji çiyayê Keloşkê
û wan darên merxê ku di nav da
Ji wan avên dixulxulin
di tenişta gundê min da...
Bihna sicê, hat bîra min vê sibê
Ez bi xwe re birim zemanekî efsaneyî
Ku pêlikên zeriyan dirêj dibûn bi ser piştên wan da
…û her ewîlekî Kurdan, xencerek di ber navê da
Li dîlana gundê min,
Li ser bêderên di paş malan da
Keç û lawan mil di mil da…

Xerîbo!
Çi demeke xar û vîç e
Çi bahozeke tund hat
Bi ser kon û wargehê min da
Çi qedereke reş û nedîd
Hat bi ser serê min da
Li derdora xwe dinêrim
û guh didêrim
Ne bilûra şivanekî li çolana
Ne straneke Kurmanciya kevin li zozana
Ne bihna naneke sêlê, ku agir di bin da
Ne qebqeba kewê zinarê
Ne h’êlika girêdayî li pîkinê çinarê
Ne xumxuma meşkên dewî li buharê
Ne telmeyekî germeşîrê bizinan
…û ne ava Kanîsarkê, goşiyeke tiriyê Şî di nav da.

Xerîbo !
Hestiyên min di vê gorê de zer bûn
û bilbilên aza di xefk û davên neyarî wer bûn
Heywax li min!
Çi rewş e li vê dûriyê
Çi tehlejîn e di vir da
Çi kul û janin?
Rîş û şopên xwe kêşane di eniya min da
û rohniya, ku ez pê digerîm
Basikê, ku ez pê difirîm
Bû guleke zer bûyî
Bû mûmeke li ber bad û bahozan vemirtî
…û hêviyên min cifilîn di sîngê min da
Xerîbo !
Ger ez mirim bila nebêjin ew ji me dûrket
û em ji bîr kirin
Pir kesên wek wî ji nav me bar kirin
û rêya vegerê winda kirin
Na..na…na…
Hey… zarokên gundê min
Cotkar û mamhostayên min
Hevser û hogirên xortaniya min
Hûn her dijîn, wekî xûna di damarên min da
Wekî hozaneke Feqiyê Teyran
Wekî kilama Memê Alan
ji devê Cemîl Horî,
Her di nav hiş û dil da
Di nav hiş û dil da…
Ne ji dilovaniya Xwedê ba
Ne ji nazikiya xanima min ba

Wê ji zû ve li van welatên tariyê
Dilê min wê dev ji sîngê min berda.
Welatê min, bûye balif û nivîna min
Welatê min bûye egera mayîna min
Welatê min ji min cuda nabe
…û dilê min jî ta roja çalkirinê jê venabe
û jê têr nabe…
Welatê min baxê min e,
di nav parsuyên min da.

Social

Çîrok

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…

Helbest

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…