GEDE LAWKO ÊDÎ WERE

Gede lawko çûna te ji min re bû derd
Bê te jiyîn min re kozir e, agir e
Şewata evînê şewateke zore
Xorto were destê min bigire

Gede lawko birîna min pir kûr e
Xorto dilê xwe ji min re vegire
Lo bêbextîyê neke ji min nereve
Were, ku dixwazi min re kul dagire

Gede lawko rojane bendê te me
Lawo were, dîno were, xorto were
Agirê evînê ket nav cegera min
Gava ez bimirim, tu wê waxtê here

Gede lawko rabe were, min hembêz ke
Ez mina pel û pelgan her dem diweşim
Gede lawo bi salane bendê te me
Bi kerb û kesara te ez pir nexweşim

Mehmet Çobanoglu
10.07.2017
Stenbol

Social

Çîrok

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…

Helbest

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…