FERMAN E
Ax gidîno ferman e
Ezman ser çiyayê Şengalê reş bûye
Wey li min ev çi zulm e
Weê hewar e,hewar e.
Ax gidîno ferman e.
Malbatên me serjêkirine
Xûna sor mîna çemê wê dikşe
Ax hewar e,hewar e.
Ax gidîno ferman e.
Çiyayê Şengalê hêsîrê neçar e
Ser halê meda digirî,dinale
Wey li min, hewar e,hewar e.
Ax gidîno fermana 74-a ye
Wa ye çiyayê Şengalê şedeye
Êzdîyên me qir kirine
Weê weê dîsa ferman e.
Têngîz Sîabendî
S. 2014
- Yorum yapmak için Giriş Yapın ya da Üye olun.