Ez KOBANÎ me

Ez zarokên serjêkirî me
Ez dayikên dilsotî me
Ez bavên dilşewitî me
Ez kal, pîr, keç..
û xurtên qirkirî me.
Ez koma Şehîda me
Ez koma stêrka me
Ez koma xewna me
Ez koma perperîka me
Ez koma firişteya me
Ez koma bê xudî me.
Ez ji îro de
ta hilma dawiyê
KOBANÎ me.

26/06/2015

Husên M. Hebeş (HUSSEIN HABASCH)

Social