Ey serok û rêber

Yên nizanin çîye yekbûn qelbê wana xerab xaîn,
Ew nizanin çîye evîn ew nexaşin dijîn bi kîn…
Ey serok û rêber
Yên kurdan
Hunê kengê rabin
Hevra bikin biratîyê
Cavê xwe vekin mêze bikin dunyayê
Bese
Bese
Hezar sale dujmin mêt xwîna me
Bese neyar zahkir meiûyê me
Em xapandin
Em dûr man ji resenê
Ji jîyana bi şeref ji yekbûnê
Bese em bûn bêkenîyê dîrokê
Em xelqêra bûn xizmetkar
Lê hemberî hev em bûn bedkar neyar
Îro firsend ya meye
Dîrok cîhan mirovahî hîvîdarê meye
Gelê bindest zêrandî
Benda yekbûna weye
Yekbin yekbin
Serxwbûnê îlan kin
Zulm zor înkarê
Li ser me rakin
Navê Kurdistanê a pîroz
Li ser nexşa dunyayê
Bi cesaret morkin
Niştimanê şakin
Gel dîrok
benda biryara weye
Deme rabin…….

18.XI.2016
Bêwar Barî Teyfûrî

Social