Ew Der Sînornenas In

Mêjî bîrsar in ji aliyê deman ve,
sal sal in meh bi meh û roj bi roj, lê jînê jiyan in
Pel bi hejmar û nivîs salname ne.

Pereng pereng dibin hêvî li ber rojê, bi jêr û jor ve
Can li erdê dimînin perçe perçe li newal û robaran.
Xeşîm in, serkêş in, barbir in û wisa sînornenas in
Sih û çar kes in li pey hêstiran, ewqas jî cefakêş in.

Sih û çar ciwan in û jê re sê gulan bişînin ji Parîsê
Ku yek bibe ala rêber, yek rêheval, yek bendewar!

Ji salan hezar û neh sed û heştê du,
ji mehan tîrmeh, ji rojan çardeh û çarşem e
Salname sor tên girêdan bi jimaran.

Ewr û ewrik hevdu dijenin, mij bê navber şe dikin
Kevir û kuçik bi rûyê axîn dilerizin li bin seqeman
Her tewqên sûtinê li gor xwe xwediyên hesanan in
Dem bi sih û çar tavan, xwe disûtine di wê şevê de.

Mîna sih û çar malxwe ne, sê dilan bişînin ji Parîsê
Ku yek bibe can serdar, yek hekîm, yek dermandar!

Ji salan hezar û nod û neh,
ji mehan reşemî, ji rojan panzdeh û duşem e
Salname reş tên girêdan li jimaran.

Bi hev girêdana kar û bar, ji şiverêyan dûr nakevin
Çend bîdon mazot, hinek şekir û çend pakêt cixare
Carinan hin tiştên din tên kirîn ji wî alî de bo vî alî
Ji bav û kalan de mîrat mane çûnûhatin û danûstan.

Wek sih û çar saf in, sê piştevanan bişînin ji Parîsê
Ku rê de yek bibe pêşeng, yek navcîn, yek paşeng!

Ji salan du hezar û yazdeh,
ji mehan berfanbar, ji rojan bîst û heşt û çarşem e
Salname reş tên girêdan li jimaran.

Ne bo qaçaxiyan, divê mafê dîrokê neyê binpêkirin
Li pir derên din, ew sînor rê didin çek û şervanan jî,
Ji ber ku ew war seranser sînornenas tên hesibandin
Ew xêz, çima bên rewandin ji aliyê hemsînoran ve?

Wek sih û çar kedkar in, sê rêzanan bişînin ji Parîsê
Ku li guzergehan yek bibe birc, yek sûr, yek keleh!

Ji salan du hezar û sêzdeh,
ji mehan rêbendan, ji rojan neh û çarşem e
Salname reş tên girêdan li jimaran.

Kevirê sînorê wek pût e û nik wî kana komirê reş e
Her du jî bê navên deverî ne ji ber leşkerên sînoran,
Bilî binxêtê, nan û ardû di kanan de tên bidestxistin
Cihên bombebaranan wek kana komirê reş verişîne.

Mîna sih û çar xavmêr in, sê jinan bişînin ji Parîsê
Ku yek bibe şêr dayik, yek şêr xûşk, yek şêr keleş!

Belê, ji salan hezar û neh sed û heştê du,
ji mehan rezber,
ji rojan heft, dozdeh, pazdeh û hevdeh
Salname sor tên girêdan bi jimaran.

Saet jê hatin derxistin, ji ber ku li wir newatedar in
Bi çend jimarên salan, bi yên mehan û bi yên rojan,
Dem reş in û dem sor in, salname jî wiha şanî dikin
Dîrok di reşiyê de xwe ducar û sorîyê de nûjen dike
Ku sih û çar hatin nexşandin li bîrdariya Roboskiyê!

15.02. 2014, Berfîn Dibarin Li Reşiyan
-ji helbestên duzimanî-

_________________

Sınır Tanımaz Oralar

Bellek unutkandır tarih kaydına
Yıl yıldır ay ve günlerle, lâkin yaşam da onlarladır
Yaprak, sayı ve yazıyla takvimleşir.

Köz köz olur umut güneşe karşı dört bir yana güne
Gidenler paramparça vurulmuş vadi ve yamaçlarda.
Yasakları yol eyleyen sınır tanımaz toy delikanlılar,
Ateş gibi otuz dört kişi, yüklü katırların peşlerinde.

Ve otuz dört emekçi köylü, üç gül yollayın Paris'ten,
Ki biri kılavuz, biri yoldaş ve biri uzakları gözleyen!

Yıllardan bin dokuz yüz seksen ikidir,
aylardan temmuz ve temmuzun on dördü, çarşamba
Takvimler kızıla bağlanır sayılarla.

Bulut kümeleri çekişir, aralıksız taranır nemli sisler,
Topraksı suratlarla sarsılır soğuktan, donar dağı taşı
Kendince bilek taşına gebedir her bileği taşı damarı
Zaman, otuz dört ışık dalgasıyla bilenir gecelerinde.

Otuz dört ev reisi olmalı ve üç yürek salın Paris'ten
Ki biri tam yönetici, biri doktor, biri yaraları saran!

Yıllardan bin dokuz yüz doksan dokuz,
aylardan şubat ve şubatın on beşi, pazartesi
Takvimler karaya bağlanır yapraklarda.

Bağlaşıktır iş ve emek, yana düşmez kendi yolundan;
İki bidon mazot, biraz şeker ve birkaç paket de sigara
Bazan da başka şeyler alınır karşıklıklı her iki yandan
Eskilerden miras kalmış bu gidiş gelişler, alış verişler.

Otuz dört mazlumu kollayacak üç kişi salın Paris'ten,
Yol boyunca biri öncü, biri ortancı ve biri artçı olsun!

Yıllardan iki bin on bir,
aylardan aralık ve ayın yirmi sekizi, çarşamba günü
Takvimler kara giyinir yapraklarla.

Kaçakçılık için değil, tarihin hakkı çiğnenmemelidir,
O sınırlar yolcu eder silahı savaşçıyı başka yerlerden
Çünkü ora halkı baştan başa sınır tanımaz künyelidir,
Bir yuvayı dörde bölen o taşlar, niçin reva görülsün?

Otuz dört yük emekçisine üç yol bileni salın Paris'ten,
Ki güzergâhta biri kule, biri sur, biri kale gibi örülsün!

Yıllardan iki bin on üç,
aylardan ocak ve bu ayın dokuzudur çarşamba günü,
Takvimler karaya bürünür yapraklarında.

Put gibi bir sınır taşı ve yukarısında kara kömür ocağı
Ve her ikisi de yerli isim yasaklısıdır zoraki sınırların,
Kaçak gelenden başka, geçim bu ocaklarla elde edilir
Kömür ocağı gibi kara ve yanmış bombalanan yerler!

Otuz dört gencecik insan, üç kadın gönderin Paris'ten
Ki biri aslan ana, biri aslan bacı, biri aslan gibi cesur!

Evet, yıllardan bin dokuz seksen iki
ve aylardan eylül,
günlerden yedi, on iki, on beş ve on yedi
Takvimler kan kızıla ağılanır sayılarla.

Hesaba alınmaz saatler, çünkü anlamsız içredir orada,
Birkaç sayılı yıl bazında, öylesine ayların ve günlerin
Süreleri siyah ve akışlarına kızıl benlenir takvimlerde
Tarihtir; siyahında tekrarlar, kızılında yeniler şeridini.
Ve otuz dört isim kazındı Roboski Anıtı'na, Amed'in!

15.02. 2014, Kardelen Yağar Karın Alacasına
-iki dilli şiirlerden-

Social

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.