Erda Sar

Li ber dîwarekî wêran,
Dayikekî reşgirêdayî,
Di dest de dilê wê,
Hêsrên bêkesiyê,
Bi pêşa dilê xwe paqiş dikir...
Mirinê herêm dorpêç kiribû...
Zulmê dest dirêjî dê û xwişka xwe kiribû...
Wext li hespekî kumêt siwar,
Bê nal û bizmal,
Ber bi şeva tarî ve,
Bi çargavî dibeziya...
Dengê Pêlavê sêrbazên bi apolet,
Xakeke pîroz diherimand...
Ji dûr ve; li kozîgan mawzer diherikîn,
Ji destê xweşmêran.!
Ji bêhna şewatê,
Stêrk vemirîbûn.
Hîv xeyidîbû.
Ba bibû ba û revîbû...
Hespê şevê êdî westiyabû...
Zereqan hêdî hedî
Û bi dilşewatî qefa çiyê radimûsa...
Dengê lawo lawokirina jinebiyekî,
Li doralî olan dida...
Bêhna şewatê,
Porê serê kalebavan diweşand...
Destê xortekî kubar li kozîgê,
Li kêleka keçekî ezeb
Li erda sar mabû...
Xakî Bîngol.

Social

Çîrok

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Helbest

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn