Em Kurdên bawermend ji sê hêlan va (dijminên ola Îslamê)

3- Kurdên dijminên ola Îslamê
Me çi gotibû: “Em kurdên bawermend ji sê hêlan va dorpêçkirî di bin zilmê da ne.” 1- Dewlet
2- Cîranên nexwe misliman,
3- Kurdên dijminên ola Îslamê
—————————————– 3- Kurdên dijminên ola Îslamê Me diberê da behsa herdu beşên din kiribûn, ku dewlet çawa li me zilmê dike û xwedinegiravî mislimanên birayên me yên ereb, ecem û tirk jî ku çawa îslamê bikar tînin me înkar dikin û dema em rabin ser piya, ewana çawa me îmha dikin. Lê îro ez dixwazim behsa kurdên dijminê dînê îslamê bikim. Min negot kurdên ne misliman! Dibêm kurdên dijminê Ola Îslamê. Lewra gelek kurd hene, misliman nînin lê ji tu olekî ra bi taybet ji ola îslamê ra dijminî nakin, lewra ewana dizanin ku pirraya kurda misliman in! Dikarim bêjim ku roja ku Xwedê însan afirandiye pê ra jî ol şandiye. Lewra ol qanûn û nizama ku mirov li ser ruyê erdê pê bijî ew e. Ji xwarin vexwarin heya destavê, ji mafê dê û bav û zarokan heya mafê cîranan, yên birayên bawermend, yên hemî mirovatiyê ji her tiştî behs dike, digre bin pîlan û programekê. Bigor fêhma min, ger mirov ola ku Xwedê şandiye pê bijî, li rûyê cîhanê tu neheqîkî çênabe. Dema herkesî xwe naskir, hevdu naskir, ji bîr û baweriya hevdu ra rêz girt, bi mafên xwe razîbû, tişta ji xwe ra dixwaze wî ji mirovên dinra jî bixwaze, tişta naxwaze lê çêbe, wî bi tu awahî li kesî jî neke, dunya hemî dibe gul gulistan. Gelek kesên bawermendên olên berê hene, ji ola xwe zêdetir olek din, ji bilê peyxemberê, xwe pêyxemberek din qebûl nakin. Dikarim bêjim ku ewana ji sedîsed şaş in, lewra ger olek rast be hemî ol rast in, ger olek derew be hemî ol gerek derew bin, lewra xwediyê olan bi gor hemî olan, Xwedê ye. Wî peyxember şandiye, lê demek şûnva ew pirtûk an suhûfên ku Xwedê şandiye wenda dibin, herkes bigor kêfa xwe tevdigere, papaz û hahamên wê dewrê ji ber xwe va pirtûk û suhûfan nû dinvîsînin, herkesek pirtûkek amade dike, lê bigor fikra xwe bigor daxwaza xwe. Loma Xwedê hewcetî dibîne pirtûkek nû dişîne. Pirtûka herî dawîn jî Qurana Pîroz e. Çawa hin kesan xwestîn ola Îsa û Mûsa xirav bikin, wisan hin kes hebûne û hene dixwazin ola Îslamê jî xirav bikin. Gelek hedîsên derew avêtin holê, ayeta bigor kêfa xwe şirove dikin. Lê temînateka me heye ew jî ku Qurana Pîroz wek roja nazil bûye li holê ye. Ger Quran jî wenda kiribana niha ferqa îslam û xiristiyanî û cihûtiyê û ezdîtiyê nema bû. Vaya baweriya min e. Bi vê baweriya xwe ez bawer im, lê tu dem li ola kesî, li peyxemberên wan olan jî heqaretê nakim haşa. Êzdî dibe, xiristiyan dibe an cihû dibe rêza min û ya bawermendên misliman ji hemiyan ra heye.
Bi me ola Adem û ya Muhammed (a.s.) yek e. Olên dawîn yên beriya xwe tesdîq kirine, ne ku dijî wan tiştek din gotine. Em çawa bi Muhammed a.s. bawer in her wisan bi Zerdeşt û Îsa û Mûsa jî bawer in. Lê wan wezîfa xwe kirine derbas bûne, dor hatiyê Peyxemberê dawîn ew jî Hz. Muhammed a.s. e. Vaya baweriya me ye, lê kesên bawer nakin em wana çi bikin? Helbet bawerî û nebawerî temamen di bin însiyatîfa kesatiyan da ye. Kî dixwaze bawer dike, kî nexwaze bi tu olî jî, heya bi Xwedê jî bawer nake. Ew jî baweriya wan ne, me gotibû em ji baweriya herkesekî ra bi rêz in.
Hima ger bawerî hebe an tune be tiştek e, lê ji bilî baweriya xwe, mirov ji baweriyên din ra heqaretê bike tişteka din e. Li vir problema kurdên dijî îslamê dertê holê. Bixwe bawer nakin lê li baweriya me jî heqaretê dikin. Dema em xwe diparêzin jî, dibên hun erdoxancî ne, hun daeş in, hun haşdi şabî ne. Hun dijminên kurda ne, ger firsend bikeve destê we hunê wek Daeş me hemiyan bikujin uwd. Armanc bi van virr û derewan me kerr bikin. Lê bi rastî gelek kes hene ji me kurda, ger firsendek bikeve destê wan, ez baş dizanim ku wê yek kurdek bawermend nehêlin.
Bi sedan caran em dibêjin hun bawer dikin nakin hun dizanin, me eleqe nake, lê boy çi hun li ola me li Peyxemberê me, li baweriya me heqaret dikin?
Hun bi vî awahî ji kê ra xizmetê dikin? We hey aniha ev dijminiya kurdên bawermend, dijminiya ola me kir çi qezenc kir? Va 50-60 sal e ku sosyalîzm û bê dînî di nava kurda da ket rewacê, ka bêjin we çi kurda ra qezenc kir? Tenê fitnetî ket nava kurda, tenê gelek ciwanên me jiber tan û niçên we, jiber heqaretên we çûn bûn hevalê hevalê baweriya xwe! Çûn bûn hevalê cemaetê Îslamiyên tirk, ereb û eceman! Tek sedemên vêya hun kurdên dijminê ola Îslamê ne! Dikarim bêjîm ku em ji we pirtir kurd in, ji we pirtir ji millet û welatê xwe hezdikin, ji we pirtir jî me ji vî milletî ra xizmet kiriye. Dema behsa edebiyata kurdî çand û kultura kurdî dibe hun nikarin yek mirovekî bê dîn nîşan bidin. Dema behsa serhildana dibe hun nikarin yek bê dînekî nîşan bidin. Ji Selaheddînê Eyyûbî bigre heye Mela Mustafa Barzanî, hemî serok û rêber, hemî zana û qelemşor kurdên dîndar in! Hune di edebiyat çanda kurda da behsa Ehmedê Xanî, Melayê Cezîrî, Feqiyê Teyran û bi sedan wên wek wana oldar bikin, lê li alîkî din jî li dîn û ol û baweriya wan heqaret bikin!
Vaya ye kurdiya we? Hun wiha ji milletê xwe ra xizmetê dikin? Hun bi vî awahî kurda tînin bal hevdu dikin yek? Gelî xuşk û bira!
Yek rêkli me heye, ew jî noxta meya ortax kurdîtî ye, baweriya herkesek ji wî ra, em hemî ji baweriya hevdu ra rêwz bigrin, ger em bi tiştekî bawer nebin jî, lê heqaret nekin, em jibîr nekin yekîtî bi hezkirinê çêdibe!
Silava Xwedê liser we be xuşk û birayên delal! 2021.03.06 M.Nureddin Yekta

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir