EGER KU TU ROJEKÊ RASTÎ JINEKE XEMGÎN HATÎ!

Eger ku tu rojekê rastî jineke xemgîn hatî
Jê re nebêje
Xweda bi te re be
Xweda alîkar be
Xweda te ji xemgîniyê rizgar bike
Na
Na wisa nebêje!
Bi dilekî germ
Wê himbêz bike
û jê re bi dizî bibêje
Tu jina herî bedewî di cîhanê de
û çavên te xweştirîn çavên jinan e
û gava tu bikenî
Gulên kenê te dê li hemû deveran bipişkivin.
Tuyî bibînî ku çawa evîn
Di rûyê wê de dê vebirûse
û çawa giyanê wê dê geş bibe
û çawa ew ê xemgîniya xwe
Bi lez ji bîr bike!

Hussein Habasch (Husên M. Hebeş)
Wêne: Li Festivala navnetewî ya Helbestê li El Salvador 2017

Social

Çîrok

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…

Helbest

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…