Dîwana Dilan

Min dil danîn bi çavên dilê xwe li meşa dilan
………………bi guman li dora xwe dinêrîn
Wek evdal bûn, peyam li min, pelik di dest de bûn
……....bi zanayî didan gavan, bi dilên xwe lêdikirin.

Di bêdengiyên koçên dawîn de raboriyên wan
………mîna li dilên bedenên çekdar bi dengvedan
……………...ber bi jor ve bibezin bi dirêjiya geliyan
……………………...û bi hev re rabibin gazîna dilan.

Min dil danîn ser rûyên dilê xwe, bi çavên dilan
……………...dilek li min, daxwazên wan li ziman
Wek lixweger bûn, peyv li lêvan û kelam di dest de
………bi zanayî didan gavan, bi dilên xwe lêdikirin.

Di rengîna baharan de seyrana ronîkirina wan
………mîna li rêwîtiya xwe bi hevalan ve li berwaran
……………...bêhndanên li bin refên newalên zorîn
Dîwana dilan wisa pêk tê, hev re dikevin gazîna dilan.

Min dil danîn li resmên dilê xwe, li gaza dilan
……………...bal li bala min, stêrik bi ser de bûn
Wek çînîvan bûn, bi qewl li dar, darik di dest de
………bi zanayî didan gavan, bi dilên xwe lêdikirin.

Min dil danîn seranserê dilê xwe bi banga dilan
………………hawar li min, şiyarî bi ser de bûn
Wek çalakîsaz bûn, bi gazî li piyan, rêberî bi ser de
………bi huner didan gavan, bi kedên xwe lêdikirin.

Dar jî dikevin xewên xwe yên darîn
………………bi şev şax û guliyên xwe berdidin
Wek piştî rêwîtiyên zor û zehmet şeveder bimînin
……...lê ew ne mirin in li rewşa meşvanên şevan
……………...li nexşên qebrên wan her ku şev diborin.

Ji berê de geremolên erdîn tên nexşandin li mermeran
……...ger li dîwarên qesran, ger li zemînên serayan
……………………...û ger li mezelên kesên navdar
ku banga dîwana dilan a çiyayî ne bo ev der û kesan bû.

Jiyanên şoreşgerîn ranazên li aramiya qebristanan
xof û hesabên zilmdaran her ku tên rûdanan
………ku ew sedem in rûxandina cihwarên cangoran
Û bo rewşên wisan dîwana dilan tên amadekirin ji wan.

12.07.2017, A.Karabax

Social

Çîrok

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…

Helbest

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…