Dêvên xwînrêj

Dêvên nepak, pirr xwînrêj in
Mirovkoj in û xwînmêj in

Bejnê wan ti, kes nabîne
Dengê wan kes, nabihîse

Li şevên reş, xwe veşartin
Pirr reşitî, bi rê xistin

Bi tarîtî, rizgar dikin
Ji siya xwe, jî ditirsin

Nav mêjiyê, reş rûniştin
Ji nepakî, hey dibêjin

Dibînin bi, çavên nepak
Dibêjin bi, dengên nepak

Bi guhên şaş, dibihîsin
Bi destên çewt, dinivîsin

Dibêjin na, dêv tinînin
Ku qey xelkê, bixapînin

Parek xelkê, ne mirov in
Kes pey nabe, ku qet dêv in

Eger ne qet, sitem nakin
Xweşî li me, nexweş nakin

Daratî kes, jê nastînin
Mala ti kes, naşewtînin

An ti dilê, naxapînin
An ti xwînê, narêjînin

Ji ber rindî, bedî nadin
Dihêlin xelk, li hev bikin

Xelkê bindest, neçar nakin
Wan ji rastî, bêpar nakin

Lê ev karên, qet dêvan in
Ji mirovtî, ew hez nakin

Ger neçar im, Xwedê sipas
Ger nedar im, dîsa sipas

Helbestvan : Ebbas Isma’îlî

Social

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.